Destpêk  /   Têkilî

 

الاتصال بنا / الرئيسية

 

 

 

 

 

 

 

 CIGERXWÎN 

 

RONAK     

 

 

Dîwana (4) an

…………………………..

Tîplêdan û hûrbînî:

- Mişel ê Osman

- Ibrahîm Ebdî

mishelosman@hotmail.com

keser971@hotmail.com

www.tirej.name

 

 

……………………………

BIRRÊ WELATPERWERÎ

 

 

HAWAR HEWAR

 

Hawar hewar

Hawar hewar !

Van dijminan

Qada me xwar

Hawar dikim

Gernas û mêr

Kurdên di şer

De rengê şêr

Êrîş bikin

Tev wek piling

Ji nav xwe der-

Xin wan bi ceng

Hawar hewar

Hawar hewar !

Van çûçikan

Genmê me xwar

Talan birin

Wan dexl û pez

Çeper çirandin

Ketne rez

Hawar hewar

Hawar hewar !

Van dijminan

Qada me xwar !

Hawar dikim

Ranabî kes

Şêx û mela

Û pîr û qes

Bi xaç û xişt

Û mizgevt û dêr

Em xistine

Tora neyêr.

Hawar hewar

Hawar hewar !

Van çûçikan

Dexlê me xwar.

Sed camî û

Dêr û kenişt

Naqos û bang

Û tîr û xişt

Sed lek ji

Tîpên Lemterew

Bikêr me nayên

Tev derew.

Hawar hewar

Hawar hewar !

Van dijminan

Qada me xwar !

Bi dest tiving

Em herne şer

Bişkî neyar

Em bidne ser

Hawar hewar

Hawar hewar !

Van qumbilan

Genmê me xwar.

Şerme , kurê

Mîtan û Lor

Qada me bigrîn

Ew bi zor

Navdare ku

Gernase kurd

Îro çiman

Mayîn zîgurd?

Hawar hewar

Hawar hewar !

Van dijminan

Qada me xwar !

Hawar dikim

Gund û eşîr

Bajarî û

Mîr û gîzîr

Dijmin ne xur-

Te herne wa

Êrîş bikin

Sêncê ewa

Hawar hewar

Hawar hewar !

Van dijminan

Qada me xwar .

Dijmin bi zor

Û serbilind

Ji ber me girtin

Şar û gund

Ne nan heye

Na war,ne cî

Namûs nema

Apê Hecî !

Hawar hewar

Hawar hewar !

Van dijminan

Qada me xwar !

Em tevde rabin

Mil bi mil

Êrîş bikin

Dijmin ji dil

Destan bi pakî

Bidne hev

Welat bihêlin

Bo xwe tev.

Hawar hewar

Hawar hewar !

Van dijminan

Qada me xwar !

Em tev bira

Ol, ya xwedê

Cotê xwe

Bighê ser sedê

Em bidne pêy

Gernas û mêr

Tev herne dijmin

Rengê şêr.

Hawar hewar

Hawar hewar !

Van dijminan

Qada me xwar .

Em pêkve wek

Şêr û piling

Li ser çîyan

Em bidne deng

Xweş bidne ser

Pişte neyar

Bişkî û bimrî

Koledar !

Hawar hewar

Hawar hewar !

Van çûçikan

Genmê me xwar .

Seyda cîger

Tev bûye xwîn

Dîsa li min

Derbûn birîn

Bişkî timî

Sermeyadar

Dilxweş bijîn

Em peyadar.

Hawar hewar

Hawar hewar !

Van dijminan

Qada me xwar .

 

KÎ HILGIRÎ VÎ BARÊ MIN

 

Qet nerm dikî dilê neyar

Ev gazî û hawarê min?

Piştxûze, barê min giran

Kî hilgirî vî barê min?

 

Her roj û her êvar û şev

Hawar û nalîn tên ji dev

Guh nadine dengê me tev

Heval û hem cînarê min

 

Kurdên nezan û rê nenas

Jar û reben,birçî û xwas

Petrol di bin de,bê kiras

Nabênî xweş vî karê min

 

Bi dest neyar top û tiveng

Bi dar dixwazim herme ceng

Hawar dikim,qêrîn û deng

Şikestiye ev darê min

 

Gazî dikim kurdên xewar

Rabin ji xew carek şiyar

Hawîr li dijmin bidne dar

Tev gundî û bajarê min

 

Dijmin ku em derxin bi zor

Avên çeman em bibne jor

Zaz û Hekar û Bext û Lor

Pir xweş bikin vî warê min

 

Avabikin xan û sera

Em têde rûnin wek bira

Da xurt bikin zêr û pera

Vî bingehê dîwarê min

 

Rûnin li nav bax û çema

Naz û ciwanik bên sema

Hezar xwezî bi wan dema

Pir xweş dibin êvarê min.

 

Şahî bikin em roj û şev

Maçan ji lêvan bidne hev

Nû xweş dibî rewşa me tev

Ciwan dibin damarê min

 

Da bel bibin beybûn û gul

Carek nemênin kul di dil

Gul bidme yarê mil bi mil

Dil xweş bibî pê yarê min

 

Daxwaz çiye ji serxwebûn ?

Petrol û hatin û hebûn

Bi dest me bin hatin û çûn

Pir xweş dibin bazarê min

 

Nû xweş dibin dax û birîn

Serbest û serbilind dijîn

Îdî ciger nabî bi xwîn

Ta ku dijîm,yekcarê min.

 

HOVÎTÎYA DIJMIN

 

Piştî şerê Erarat

Bi ser kurd de bela hat

 

Zar û zêç û mêr û jin

Ketin nav lepê dijmin

 

Dibên çil û heft hezar

Hemî reben,tev hejar

 

Ajotin Gelyê Zîlan

Hemî dane ber gullan

 

Lê serdaran çil keçik

Keç û bûkên pir xweşik

 

Pirê wan bûk û qîzin

Da ku bi wan dilîzin

 

Lê xwe avêtin avê

Go:ev pîsî me navê

 

Stranek li ser çêbûye

Bi dilşewat lêbûye

 

Xemo ji bo me digot:

Dilê civatê disot.

 

Çav li serî sor dibûn

Na,ez şaşim,kor dibûn.

 

Ronik ji wan dibûn rêz

Wî xem dikirin hembêz.

 

Xemo,welatperwer bû

Dîwana min jiber bû.

 

Li ku rûnişta ,digot:

Zû pertalê xwe difrot.

 

Pertal welatperwerî

Ne qumaş û ne hirî

 

Herkes dixwest bibênî

Bihna xwe pê derênî

 

Xemo,bi xem,dilbirîn

Ji dîwana Cigerxwîn

 

Gelek ristik jiber bûn

Bi axîn û keser bûn

 

Ji kurdan re wî digot:

Dil û hinav li wan sot.

 

Mirovekî karker bû

Şal û şapik diber bû

 

Bi şar û kumê kolos

Gelek diçû Aleqos

 

Vê paşiyê çû welat

Lê nizanim çi pê hat?

 

Min pir li wî dipirsî

Ne carekê,sed û sî

 

Dibêjin hêjî saxe

Bi xanî û qûnaxe

 

Heta par jî hê xweş bû

Li welêt bû, rûgeş bû

 

Serpêhatî dirêje

Weke rojî, nimêje

 

Li Dêrsim û li Sasûn

Na,ez şaşim,hemî şûn

 

 Li iraq û li Îran

Ne kêmtir bûn ji Tirkan

 

Eve rewşa bindestî

Çiman divên serbestî

 

Ez çi bêjim hê kême,

Bindest hemî weke me.

 

Li her der têne kuştin

Bê xwedî ne, bê piştin

 

Şovînîtî,zordarî

Bicî tênin vî karî

 

Imperyalin têr pere

Wan daniye ji me re

 

Ev destûra çewt û xwar

Paşê bûne koledar

 

Heçî bindestê dijmin

Neçare têne kuştin

 

Divê destan bidin hev

Xebat bikin roj û şev

 

Dijmin ji ser xwe rakin

Lê ji bona çi nakin ?

 

Dijmin ji me zanetir

Welat li me perçe kir

 

Kurd ne xwendî,perîşan

Dimrin ji bo gezek nan.

 

Dewlemendê mal genî

Dijmin bi wan dikenî.

 

Hin jî di hember pera

Xwe difroşin wek kera

 

Hin jî divên Kurdistan;

Lê ji wan re gulistan

 

Em li jêr û ew li jor

Li me bikin zilm û zor

 

Olperest û êlperest

Navên kurd bibî serbest

 

Wan em prçe kirin weş

Riwê kurdên teres reş

 

Erzan em dane dijmin

Ev bû sed û sîh û hin

 

Bawer dikin misilman

Hemî başin bi îman

 

Heçî mayî ne başin

Çiqa jîr bin,li paşin

 

Roja qiyamet rabî;

Mirov li Şam cema bî

 

Xwedê deynî mêzînê

Mihemed navan bixwînê.

 

Dojeh ji bo gawira

Bihişt ji bo me,bira !

 

Misilman tev bira ne

Ji hev re wek çira ne

 

Kîjan bibî padîşah

Deynin serê wî kulah

 

Gerdenxwar bin ji bo wî

Tev li kar bin ji bo wî

 

Millet çiye,ziman çî ?

Bere tazî û birçî

 

Ser deynin ber nigê wî

Em têr bikin zikê wî

 

Ji ber van mirovên dîn

Seyda bûye Cigerxwîn.

 

TIŞTÊN KES NEDÎ

 

Dema ku kurdên Sasûn

Di hember tirk de rabûn

 

Ew gernasê ser çiya

Pirê wan bûn eşqiya

 

Serê dijmin êşandin

Qayîş pêre kişandin

 

Gelek ji tirkan kuştin

Kes li welêt nehiştin

 

Dijmin leşkerê giran

Bi xurtî şande ser wan

 

Kurd naçare şikestin

Heta îro bindestin.

 

Dijmin kete nav welêt

Kirin çi tiştên kirêt

 

Jin û zarok dikuştin

Xanîk ava ne hiştin

 

Talan kirin bê jimar

Kurdên reben man hejar

 

Dibin destê wan de man

Hey hawar û hey eman !

 

Heft mirovên malmezin

Kuştin wek berx û bizin

 

Qerwanake çar çembil

Kuçik li bin sed û çil

 

Li ser êgir, tijî av

Ew dijminê bê zirav

 

Yek,yek xistin nav avê

Heta çermê xwe bavê

 

Her heft bi wê ava germ

Suhtin heta nema çerm

 

-Ey peyrewê Hilako !

Wilo dikin heta ko

 

Bi hesanî bibin tirk

Bi tov tavên,nebî firk

 

Heta kengî berberî

Ev kar qet naçî serî.

 

Wê hey roja mejî bê

Roja kur guh nedî dê

 

 Lê em ne wek we hovin

Ji we bêtir mirovin

 

Dadgehekê dê çêkin

Navê millet dê lê kin

 

Ji tirk û kurdên birçî

Evên dibin dewrimcî

 

Çend mirovên pir zana

Wê bixwênin tim vana

 

Emê we bispêrin wan

Bela ew bikin ferman

 

Ewê ji we bipirsin :

Ka we çawa kurd kuştin ?

 

Çavnêrê we ye sêdar

Dimrin weke gurên har

 

Dema win bikin qêrîn

Xemgîn dibî Cigerxwîn.

 

EZ NIZANIM ÇI BÊJIM

 

Heval ,ez bilûrvanim

Dengê saza  hozanim

Ji we ez dilgiranim

Ez nizanim çi bêjim

 

Ez bilûra Marksim

Dengê rista Bêkesim

Ji hêvîyan avisim

Ez nizanim çi bêjim

 

Ez daxwaza Xanî me

Rewşa neqşê Manî me

Di ristê de kanî me

Ez nizanim çi bêjim

 

Arê dilê Cizîrî

Tava tora Herîrî

Ez nûjenim bi pîrî

Ez nizanim çi bêjim

 

Nakin dengê saza min

Guh nadin awaza min

Yan nizanin raza min

Ez nizanim çi bêjim

 

Ez Mûsayê Hesarim

Ji we tevan dilsarim

Lê ez bi we nikarim

Ez nizanim çi bêjim

 

Çiman hemî nabin yek

Leşker nakin lek bi lek

Kanîn ew Bircên belek

Ez nizanim çi bêjim

 

Hirç ketine nava rez

Gur ji hawîr têne pez

Ji xew rabin em bi lez

Ez nizanim çi bêjim

 

Çine ev êl û eşîr ?

Ne beg maye nejî mîr

Ji dijmin re bûn Cizîr

Ez nizanim çi bêjim

 

Şêxên bi cibe û şaş

Xwe ji olê dane paş

Hemî bûne gornebaş

Ez nizanim çi bêjim

 

Ey xortê ku ji nû tê !

Ê ku di nav zikê dê

Yan jî di pişta bavê

Ez nizanim çi bêjim

 

Ji bo we ez vê sazê

Xweş lê didim bi gazê

Bi daxwaz û nîyazê

Ez nizanim çi bêjim

 

Ev daxwaza me pir kûr

Mûsa , min ew bir Tûr

Îsa,min ew kire nûr

Ez nizanim çi bêjim

 

Ez milletim,ez mirov

Sedê bîsta neman hov

Direşênim bo we tov

Ez nizanim çi bêjim

 

Ji bo we min gelek hişt

Hin dîwan û hin nivişt

Gol ji avê bûye mişt

Ez nizanim çi bêjim

 

Sivik çû bihara min

Zer bûn pelê dara min

Dûr dûr diçî yara min

Ez nizanim çi bêjim

 

Serî sipî bûye pûş

Per şikestî Qereqûş

Ez dinalim li Merûş

Ez nizanim çi bêjim

 

Perçe bûne lek bi lek

Hemî bazên qerbelek

Kengî karin bibin yek ?

Ez nizanim çi bêjim

 

Dipeyivin pir qelew

Ji dijmin re çêlekew

Çawan serî dixin xew

Ez nizanim çi bêjim

 

Heta dil ranewestî

Ez nabêjim bi sistî

Kêr gihaye ser hestî

Ez nizanim çi bêjim

 

Xwendewarên kurên kurd

Em li qada xwe zigurd

Besin kul û xem û derd

Ez nizanim çi bêjim

 

Hemî destan bidin hev

Xebat bikin roj û şev

Ji dil dibêm, ne bes dev

Ez nizanim çi bêjim

 

Weke hevin ev û ew

Win guh medin tev derew

Millet şiyar bû ji xew

Ez nizanim çi bêjim

 

Millet tenê dikarî

Xweş hilgirî vî barî

Ristê bikî hevparî

Ez nizanim çi bêjim

 

Win dixwênin ji bo çî ?

Ma nabênin li her cî

Cihan ber bi pêş diçî

Ez nizanim çi bêjim

 

Dijmin li her cî û şop

Xwedî tang û xwedî top

Li me dikin qope – qop

Ez nizanim çi bêjim

 

Nabênin dijminên xwe

Her tişt birin ji bo xwe

Li min sor bû kiloxe

Ez nizanim çi bêjim

 

Dibin destan hezar sal

Dane dijmin qad û mal

Berdin şopa bav û kal !

Ez nizanim çi bêjim

 

Bav û kalên me nezan

Pez berdane bê şivan

Xanî bûbû bilûrvan !

Ez nizanim çi bêjim

 

Ne ez Xanim,ne Xanî

Ne Zerdeşt, ne Manî

Li xwe kir bargiranî

Ez nizanim çi bêjim

 

Ne gernasim, ne egîd

Ez Şêxmûsim, bê mirîd

Lê dilewkim wek berîd

Ez nizanim çi bêjim

 

Di ristê de çi merdim

Dil bi kul û bi derdim

Xwîna şehîdên kurdim

Ez nizanim çi bêjim

 

Ronikên xuşk û diya

Ez axîna sêwîya

Ez gazinên jinbîya

Ez nizanim çi bêjim

 

Ez hêvîyên girtiyan

Jana dilên birçîyan

Serma laşên bêcîyan

Ez nizanim çi bêjim

 

Ez dixana napalim

Xwîna sînga delalim

Hawarim,nale nalim

Ez nizanim çi bêjim

 

Ez dengê wan hejaran

Ketim şax û zinaran

Ez ew benê sêdaran

Ez nizanim çi bêjim

 

Heq bi zore di jînê

Ez dilbijê evînê

Çi tê ji vê girînê ?

Ez nizanim çi bêjim

 

Keko,ez Cigerxwînim

Dil bi kul û birînim

Van ayetan dixwînim

Ez nizanim çi bêjim.

 

ÇI JI MER DIVÊ

 

Kurd perçe bûye wek bedew

Lê şivanek ji mer divê

Ji bo ku zû rabin ji xew

Bilûrvanek ji mer divê

 

Nayên jimartin,ker kerî

Bindest û jar û bê serî

Ji bo ku rabit berberî

Çi ,rêzanek ji mer divê?

 

Ji bo ku em tev bibne yek

Destan bidin hev em bi çek

Zû bêne medyan,lek bi lek

Qaremanek ji mer divê.

 

Roja bibî qîr û hewar

Êrîş bikin sênca neyar

Rengê birûskan bêne xwar

Çi şervanek ji mer divê ?

 

Destûr divê,qanûn û rist

Ji nav me rabin:kurt û pist

Kesek nemênî xwar û sist

Pozberanek ji mer divê.

 

Ji bo ku em bighêne hev

Xebat bikin em roj û şev

Kurd bin bi dil û can û dev

Merzibanek ji mer divê.

 

Ji bo ku em zû herne pêş

Bi tîp û tang û top û gêş

Qana xwe bigrin em li êş

Wehozanek ji mer divê.

 

 Ji bo bibin xwedî welat

Zû deng bidin di Rojhilat

Bibin xwedî tîp û civat

Çi rêzanek ji mer divê ?

 

Divê xebat bikin bi rik

Ziman û dest û pişt û zik

Hawîr bilîzin em sivik

Pehlewanek ji mer divê.

 

Ji bo nemênin êl û ber

Divê bi hevre herne şer

Bişkê neyar,em bidne ser

Erdewanek ji mer divê.

 

Çi Lor û Gor û Zaz û Bext ?

Bê padîşah û tac û text

Bûke welat,xwîna me next

Nijdevanek ji mer divê.

 

Ew kurdê gernas û nebez

Îro dikî bimrî bi lez

Bê av û nan û dar û pez

Xwînrijanek ji mer divê.

 

Seyda, çine qîr û hewar ?

Çil sal dibê,nabin şiyar

Pişt xûz û binbarê neyar

Ristevanek ji mer divê.

 

Bê mal û rûmet,dil birîn

Her dem bi ah û nal û şîn

Cerg û hinav tev kirne xwîn

Hirmezanek ji mer divê.

 

BI SER ÇIYAN KETIM

 

Heval megrî çiya herdem

Cihê xweşmêr û şêra ye

Dîwarê serxwebûna kurd

Ji laşê xurtemêra ye

 

Serefrazî bilinde,lê ;

Bi xwîn û kotek û zore

Bi jêr de çûne bindestî

Berê kurdan li berjore

 

Tenê serbestî eywane

Bilind û berze bala ye

Tenê şûna serê min, te

Di jorê wê de vala ye

 

Di kortan de eger razî

Tu dê xewnên xerab bînî

Kirasê tirs û sawîran

Li xo kî tim tu xemgînî

 

Ji doza xwe venabin em

Dixwazin ta wekû saxin

Gelek şerme ku em saxin

Û dijmin hê dinav baxin.

 

REWŞA WELÊT

 

Şoriş destpêkir qêrîn û gurmîn

Gullebarandin, li hawîr xurmîn

Dijmin hilweşand tev gund û bajar

Zar û zêçên me,jar û berdîwar

 

 Li jor balafir,li jêr tang û top

Ji xwînê sor bûn hemî şûn û şop

Welat bicarek dane ber şewat

Millet perîşan,bê kar bê xebat

 

Birçî û tazî,hemî perîşan

Bê mal û bê cî,ne xew ne razan

Êrîş tênin me ew gurên devlok

Derketin çolan hemî pîrhevok

 

Ji ber firokan hawar û gazî

Jar û birçîne, pêxwas û tazî

Tev tirs û sawîr,dîn û sergever

Gelî dagirtin axîn û keser

 

Di ber lingan çûn jin û keç û bûk

Li ser lep diçin zarok û biçûk

Ser û dest û pê,sor bûne ji xwîn

Cigerxwîn bigrî,bigrî dilbirîn !

 

SETEMKARÎYA DIJMIN

 

Kemal danîn çend qnûn

Kincê kurmancî rabûn

 

Heçî pêre bikî rik

Wê singiwan bixin zik.

 

Nema kum dan serê xwe

Li xwe nakin kesexe

 

Derpê,kiras,winda bûn

Ferman li tevan rabûn

 

Te yek ji van wergirta

Wê çawîş zû bigirta

 

Li te bida bi daran

Bixista nav dewaran

 

Pêncî kaxet cirmê wî

Diçirandin kumê wî

 

Şeref dihat ji wê de

Yek jî pêre di rê de

 

Dema ku dîtin çawîş

Dîn ku nexweş dibî îş

 

Kum avêt û çûne cem

Bi ser wan de lemelem

 

Ev çi kume li ser rê ye ?

Ka bibêjin ê kê ye ?

 

Şerefo,kum ê te ye.

Ceza li ser te heye.

 

Go:na,kumê mine

Kum ê hevalê mine

 

Kum ji hevdî perçe kir

Destê wî kelemçe kir

 

Bi qamçiya danî lê

Bêje:ka ev kumê kê?

 

Çend  dar pêre kişandin

Pênc kaxet jê sitandin

 

Li nav xelkê bû çîrok

Di govendê bû dîrok:

 

Ev kum ne komê mine

Kumê hevalê mine

Şeref were kumê xwe…

Kete rêza dîroka

Kete devê zaroka

 

Li ber dikin dîlanê

Kî dixwazê dizanê ?

 

Ew gundiyên hirç û hov

Bi zor me kirne mirov

 

Ji ber ku dijmin xurtin

Kincên me dan guhertin

 

Navê malbat û gundan

Bi kurmancî xeberdan

 

Hemî kirin nadirist

Heyran û lawik û rist

 

Tev danîne bi tirkî

Weke avê tu firkî

 

Kesî dengê xwe nekir

Niha bûne wek şekir

 

Heta gihan vî warî

Me pir xwarin dijwarî

 

Gelek ketin ser çiya

Tirk dibêjin :Eşqiya

 

Pirê wan hatin kuştin

Tiştek li şûn xwe hiştin

 

Navê kurd û Kurdistan

Îro dikim dibistan

 

Çi dirist û nadirist

Vaye ez wan dikim rist

 

Çiqas ez bê mirêsim

Ez wan sivik dirêsim

 

Tirkan dixwest me winda

Bikî, li şar û gunda

 

Da bicarek bibin tirk

Ne qapût û nejî kurk

 

Winda nabin em bi dar

Ey peyrewê koledar !

 

Em bindstin,serbilind

Çi li şar û çi li gund.

 

Em nayêne pişavtin

Roj nayête veşartin

 

Xwedî tarîx,bi ziman

Bi nivişt û bi dîwan

 

Hawîr dikin kêferat

Geh kuştin û geh civat

 

Hin jî li ser çiya ne

Lê em ne eşqîya ne !

 

Xwedî doz û bi daxwaz

Nabin kolê borcewaz

 

Em dixwazin nûjenî

Îdî navên ezbenî

 

Em her weha bindest bin

Divên bijîn,serbest bin

 

Bibin bira,tev mirov

Ne xwînmij û nejî hov

 

Bi dilşadî tev bijîn

Kes nemênî Cigerxwîn !

 

ZOR Û ÇAVSORÎYA DIJMIN

 

Piştî şerê şêx Se’îd

Paşde revîn tev mirîd

 

Xwe dan serê diyaran

Diçûn şerê neyaran

 

Dijmin tev bû ar û pêt

Bi zor kete nav welêt

 

Li xwe nerî serbilind

Agir berdan şar û gund

 

Serdarekî pir xwînxwar

Mêrkujekî dîn û har

 

Nivîsîye ev çîrok

Li ser adrêsa zarok

 

Dinivîsî,dibêjî:

Ahan pêre dirêjî

 

Min agir berda xanî

Ji hovîtî,nezanî.

 

Min dî zarokek pepûk

Perîşan û pir biçûk.

 

Ji nav agir direvî

Divê ku zû derkevî

 

Lê çawa çav li min kir,

Xwe avête nav agir

 

Nû min zanî binbarim

Ez mêrkujim, xwînxwarim.

 

Ez bûme wek cinawir

Dijwartirim ji agir

 

Zarok ji min ditirsin

Qet li agir napirsim

 

Navê ku min bibênî

Xwe tavêjî nav xênî

 

Lê ez çibkim,çi bêjim ?

Tenê ziman dirêjim.

 

Ne mirîd û ne eşîr

 Ne paşa me,nejî mîr

 

Li her cî kurd weha ye

Bê rûmet û biha ye

 

Têne kuştin hûr û gir

Çi tiving û çi agir

 

Em ne xercê şerkirin

Para me ye tim mirin

 

Mirin yeke,weke hev ;

Çi bi êrîş, çi bi rev

 

Lê mirina bi rûmet

Ji bo ku bibin millet

 

Mêrê başe ser bi kuj

Li ser çiyan dibî mij

 

Ji kuştinê metirsin !

Li şewatê mepirsin !

 

Weke şêran herin pêş

Weke hevin şer û êş

 

Hey dê ,rojekê bimrin

Ev çi tirs û çi fikirin ?

 

Ji bo bibin serbilind

Divê bigrin şar û gund

 

Wekî şêran herin şer

Dijmin bişkî,bidin ser

 

Welat bi zor bixin dest

Lê win mebin êlperest !

 

Çêkin ji bo xwe destûr

Ji bo sal û demên dûr

 

 Zor bidin dezgevanî

Da nemênî xezanî .

 

Nû xwe bikin bi millet

Çêkin ji bo xwe dewlet

 

Herin rêza milletan

Xwe bighênin dewletan

 

Leşker em saz bikin lek

Têr pere û hemî çek

 

Pê biparêzin sînor

Çi ê jêr û çi ê jor

 

Bibin bi dost û heval

Xwedî zêr û xwedî mal

 

Destûr bibî dîmuqrat

Dîmuqrata Rojhilat

 

Qad û xwendin tevayî

Wekhevî û birayî.

 

Serbest bibin mêr û jin

Ne sawîr û nejî cin

 

Ne keşe û ne mela

Li me çênekin gela

 

Ne mizgevt û nejî dêr

Çibkim ji vî xaçê zêr ?

 

Tev bi hev re bikin kar

Hemî bibn xwedî par

 

Ne zordestî,nejî dîn

Seyda nebî Cigerxwîn.

 

DÛVÊ NAV ÇIRAVÊ

 

Kerek mirî li ber avê

Mizgîn kete wê navê

 

Teba,li ser bûne kom

Weke Firs û weke Rom

 

Şêr bakire gurê har

Rabe li me bike par

 

Gurê reben,dîmuqrat

Li hev xistin hemî qat

 

Goştê sor û çermelaq

Şêr di zik de faqe-faq

 

Li wan tevan parvekir

Şêr bakirê:were vir !

 

 Gur nêzîkî li wî kir

Lepek avêt serê gur

 

Ji paş ve çû nav avê

Terî ket nav çiravê

 

Perçiqandin ser û dev

Dev û diran man ji hev

 

Ji nûve gote rovî:

Seydayê hov û kovî !

 

Rabe li me par bike

Lê bi rastî kar bike

 

Ew rovîyê mirdêsî

Terî li pey bû rêsî

 

Ji nû ew perçe dan hev

Geh bi lep û geh bi dev

 

Heçî têde hebû xêr

Danî li ber devê şêr

 

Para şêr tevde bû nerm

Man hestî û dûv û çerm

 

Ew li tevan belav kir

Tenê dilê şêr şa kir

 

Şêr bakirê :ezbenî,

Ji ku hîn bû vî fenî ?

 

Go:ji gurê nav avê

Ji dûvê nav çiravê

 

Felsefa xanedana

Dane destê nezana

 

Divê bikin xebatê

Tevger û kêferatê

 

Ristê bikin wekhevî

Zorker ji ber birevî

 

Em tev bibin weke hev

Her kes bibî xwedî dev

 

Bixin destê xwe dewlet

Şêrê mezin bî millet

 

Hemî bibin xwedî kar

Bidin destê pala dar

 

Pîroz bibî zanebûn

Ji bo çiye serxwebûn?

 

Şêrê mezin bî,serdar

Lê tev bibin xwedî par

 

Her yek li gor karên xwe

Ew bistênî parên xwe

 

Heçî şêr bî di xebat

Ew bistênin duqat

 

Axa û beg ne şêrin

Nema karin veşêrin

 

Millet hemî bûn şiyar

Ne wek par û ne pêrar

 

Şêrê bê kar û xebat

Naxin devê wî duqat

 

Heçî bikêr millet bê

Emê jêre bên:libê

 

Wî bidin pêşîya xwe

Wek bav û dîya xwe

 

Ji bo me bibî rêber

Çi di kar û çi di şer

 

Ne wek van kerdiza bî

Li ber dijmin wesa bî

 

Di nav kar de weke şêr

Di şeran de erdeşêr

 

Hem bi roj û hem bi şev

Tev kar bikin weke hev

 

Kar ji bona teva bî

Bi biratî leva bî

 

Zor û setem,me navê

Nakevne nav çiravê

 

Ne ew rovî,ne ew şêr

Hemî bixun xêr û bêr.

 

Şêrên wesa naxwazin

Ne gilî û ne gazin

 

Millet hemî bibî şêr

Nebî ,jor û nebî jêr

 

Bê tizbî û def û xişt

Welêt bikin wek bihişt

 

Ne bindestî,nejî zor

Bere bimrî qata jor

 

Tevde em bibin yek qat

Destûr bibî dîmuqrat

 

Pale bibin xwedî kar

Zevî bidin dest cotar

 

Sedê bîstem nexwazî

Em bibne borcewazî

 

Doza me ye serxwebûn

Lê dixwazin pêşveçûn

 

Ew dûvê nav çiravê

Di îro de,me navê

 

Divên ku tev jin û mêr

Di nav kar de bibin şêr

 

Şevan bikin ronahî

Bi dilxweşî,bi şahî

 

pir xwedî kin ga û pez

li her derî bikin rez

 

tirên herî her derî

Bere bimrin serserî !

 

Bilind bikin heçî baş

Lê em kesî nedin paş

 

Millet tev bibin bira

Xwendin bibî wek çira

 

Ku em dijmin bikin der

Îdî em naxwazin şer

 

Em dixwazin pêşveçûn

Da kes nebî Cigerxûn

 

KRDISTAN

 

Bilinde bejn û bala te

Li ser taca te ezmane

Kitanek reng sipî daye

Serê Zozan û Sîpane

Li jorê kanî û cobar

Wekû hêstir dibarin xweş

Li jêrê te dibênim ez

Bihişt û bax û bistane

Kirasek etlesîn keske

Bi rengê roje nexşîne

Li bejna te dibênim xweş

Bi surme şal û Mîtane

Çi reng şêrîne yara min

Şepal û nazik û şoxe

Ferat û Dicle û Xabûr

Bi ser bejnê de berdane

Ji xwîna min tu lêv sorî

Ji bîna min gula corî

Tenê min bazinê zendên

Te zencîrin di linga ne

Evîna te kirim şeyda

Birîndar û perîşanim

Ji wan lêvên şirîn maçek

Ji derdê dil re dermane

Birîndarim bi topên

Awirên çavên belek îro

Were dilber ku destên te

Ji êşa min re Luqmane

Bi pîrî ez dixwazim ku

Bibim zava tu çi dibêjî

Ne xewne ku dibêjim ez

Ne sawîr û ne gomane

Tu nabênî di govenda

Me da her kes diçî û tê

Li hawîr şahî û cejne

Sema û ger û dîlane

Qelen xwîna mine çibkim ?

Divê ku ez bidim carek

Meger can û ciger deynim

Di vê rê de,çi erzane

Çi zanin rûmeta vê şeng,

Û şoxê begler û paşa ?

Bi qurbana te bin cana,

Hezar mîr û beg û xana

Ezim ku te ji destê

Dijminan derxim bi mêranî

Li ser sînga te serbest bim

Biparêzim te merda ne

Meger dûr û reşe rêçik

Li hawîr dijminên xwînrêj

Meke bawer bi tirsim ez

Ji sehpa û ji zindane

Serî min danîye vê rê

Divêm bighême armancê

Mebêje ku:gelek fersend

Ji destên xo we berdane

Dixwazim tirs û sawîr û

Fen û xapan ji xwe dûrxim

Bizane ev qirêja kurd,

Ne ya çend mah û sala ne

Heçî çûyî mede pey wî

Ji min gazin meke nazik

Metirse hê ji bona me

Demên xurt û mezin mane

Hezar salin mijî bûye

Qerêj hê nû ji xew rabûn

Dixwazin wî bişon carek

Me rêber pîre-rêzane

Çeka min zor û zanîne

Bi bîr û bawer û daxwaz

Bi tûjawir dinêrim ez

Li kevneşar û eywane

Siwêsra Rojhilatî xweş

Bi şîranî û nazdarî

Ji cobarên te ev hindam

Bicarek têne.avdane

Mebêje:paşdemayin kurd

Kurên Kesra serî hildan

Li ser şax û çiyan lawan

Derefşa Kawe hilda ne.

 

EM ŞER NAXWAZIN LÊ EW TÊ BER DERÊ ME

 

Rojek ji xew şiyar bûn

Ez li hespê siwar bûm

 

Çûe heta ber çiya

Hesp siparte gundîya

 

Peya pêde berjor bûm

Heta serî pêde çûm

 

Di ber min de qelem zêr

Ziman tûje weke kêr

 

Lê nizanim çiye şer,

Hev dikujin ev beşer ?

 

Bê şeşar û bê tiving

Ne xencer û ne kuling

 

Rûniştîme ser latê

Pel dixişin,ku ba tê

 

Min ber daye ezmana

Ez ketime gomana

 

Ev çiyayên pir bilind

Kê rakirne wilo rind ?

 

Çine ev newalên kûr ?

Kîne ev hov û tilûr ?

 

Çidkin di nav vê jînê ?

Çi nasdikin bi dînê ?

 

Di gomanan de çûm dûr

Heta giham cihên kûr

 

Dengek hate guhê min

Dengê mêşê,vine-vin

 

Min dî zermêşa hingiv

Hawîr dikî give-giv

 

Çavê xwe min berda rê

Min dî kalek pêde tê

 

Reşkalekî hêjayî

Di rextan de pêçayî

 

Pêre cewdikê avê

Lê ne daye ber tavê

 

Pî bi kalik,ser bi kum

Go:selamun eleykum

 

Min go: eleyke selam

Were rûne ez xulam!

 

Go:ez nikarim rûnim

Niha ez bê mikûnim

 

Min go:kalê,wilo zû

Vê sipîdê diçî kû ?

 

Go:şorişe,diçim şer

Ne wek te taxim diber !

 

Xortek bûye birîndar

Min hiştiye li pesar

 

Bi lûb-lûb û bi lav-lav

Ji min divêt tasek av

 

Min aniye ev cewdik

Ezê bidmê lê hindik

 

Rabe were bibêne

Tevlî te em sisê ne.

 

Eger xwedê nekî,mir ;

Tu tivinga wî hilgir

 

Bi dijmin re bikin şer

Geh êrîş û geh veger

 

Dilê min bû weke ar

Ez rabûm daketim xwar

 

Kete rê û mi da pey

Dikî qîr û heye-hey…

 

Metirse vame hatim

Weke birc û kelatim

 

Min dî xortek birîndar

Bi zikxişkê weke mar

 

Ji ber me ew direvî

Navê diber me kevî

 

Ji wî weye em dijmin

Em hatine bikujin

 

Çawa dengê kalê kir

Ling bi jêr de dirêj kir

 

Me zû xwe gihande cem

Xwîn li hawîr bûye çem

 

Gula sîngê gelek sor

Me ew rakir bire jor

 

Hawîr me kirin çeper

Paşê rûniştin li ber

 

Şal û şapên wî vekir

Birîn ji nû derman kir

 

Hingî kire lave-lav

Me zû dayê hinek av

 

Çawa ava xwe vexwar

Çav li serî çûne xwar

 

Gelek nema,pir neçû ;

Dîsa çavê wî vebû

 

Birîn çawa ye dektor ?

-Ne dektorim,lê pispor

 

Hatî li çi digerî ?

Divê berxa bikirî ?

 

-Na, pisporê mêra me

Nêçîrvanê şêra me

 

Divêm bêjim ji tere !

Ev çi cenge,çi şere ?

 

Dîsa çavên xwe danhev

Îdî hew digerî dev

 

Min go:hey wax !wele mir

Dilê min tev bû agir

 

Hinek ava germ û şor

Di çavan de bû kilor

 

Berjêr dibû zo bi zo

Min di dilê xwe de go:

 

Çiman hat û çiman çû ?

Lê kî zanî diçî kû ?

 

Dîsa çavê xwe vekir

Çend gotinên wek şekir:

 

Ey seydayê qelem zer

Rast,nazanî çiye şer

 

Bawer nakim ez benî,

Belkî bi min dikenî !

 

Şer destkera maledar

Dawer jêre koledar

 

Tenê cotar û karker

Dibin êzing ji bo şer

 

Rûdinin ber masa xwe

Zêran dixin qasa xwe

 

Em tên kuştin weke şêr

Lê ew dibin xwedî zêr

 

Ji ber ku em nezanin

Vê daxwazê nizanin

 

Em li jêr û ew li jor

Têne ser me xem û zor

 

Ziyan bo me,kar bo wan

Ew paşa û em şivan.

 

Şer tevde berdîberdan

Hemî şewat û talan

 

Tijî malewêranî

Birçîbûn û xezanî

 

Lê dijminên me yên hov

Bawer nakin wek mirov

 

Li Taran û Anqera

Me nabênin wek bira.

 

Ne li Bexda ,ne li Şam ;

Em nabêjin cîm û lam

 

Ger çi bi hev nexweşin

Tev ji mere zikreşin

 

Divên ku me bihêrin

Di nav xwe de veşêrin

 

Ê wan 99 hirik

Ê me,yeke qûn virik

 

Wê jî dibin ji bo xwe

Li me sor bû kiloxe

 

Kengî mafê xwe bivên

Ew dikujin tim şivên

 

Dema dibêjin wana

Me rêdikin zindana

 

Heta dibin bêmefer

Nû digel wan dikin şer

 

Zanin ku şer ne başe

Heçî şerxwaze,şaşe

 

Lê ev zor û ev setem

Tazî û Tirk û Ecem

 

Li me bikin heta key ?

Li ser me bin şah û key

 

Em jî wekî wan mirov

Ne xwînxwerin,nejî hov

 

Nema divên bindestî

Em dixwazin serbestî

 

Welat nadin me bê şer

Em jî dimrin der bi der

 

Meger tev bêne kuştin

Welat nadin dest dijmin

 

Em birane misilman

Lê dijminê me nezan

 

Şovînên kevneperest

Weke Nazî û Faşist

 

Tev xwînxwer û hirç û hov

Têne şerê me bi tov

 

Balafir û tang û top

Hawîr dikin qope-qop

 

Carna paşde direvin

Carna pey wan dikevin

 

Belengazin tev zigurd

Eger bimrim,bijî kurd !

 

Dema Soro wilo got

Dil û hinav li min sot

 

Agir berda dilê min

Kirin kêşî kulê min

 

Reş û tarî bû zevî

Îdî ziman hew livî

 

Gorna wî me kir şikêr

Paçek xiste serê dêr

 

Lê nivîsî bi destan

Canbêzarê Kurdistan

 

Min rahişte tivingê

Da ku em herne cengê

 

Kalo bala xwe da min

Go:ger dikî biya min ?

 

Here rûne serayê

Tu bi kêrî şer nayê

 

Kalo, kalê pir şepal

Bi şev ez anîme mal

 

Dil bi xem û kul û şîn

Ji dil bûme Cigerxwîn.

 

TA NEŞEWITIN RONÎ NADÎ WELÊT

 

Şeveke rûreş hewrên pir tarî

Li ser hev diçin banî û xwarî

Bahoz û dûman,tev mij û moran

Pêl bi pêl diçin xwîn jê dibarî

 

Li jor me dijmin,gullebarandin

Li jêr xwebxwetî, her dem neyarî

Ta kengî,dîlî,jarî,bindestî

Ta kengî qelsî,mestî,bindarî ?

 

Kaniyên petrol me dane dijmin

Çekên qelsane:gazin û zarî

Şerme zariwên Guhderz û Dara !

Dijmin ji ber me bigrin vî warî

 

Zenda vemalin,bikevin Zagros

Êrîşî dijmin bikin bi harî

Em şêrên çiya,piling û ejder

Zaz û Bext û Lor,Sor û Hekarî

 

Rabin bibin yek,destan bidin hev

Ji bo me divêt tenê hişîyarî

Şazde milyon kurd gernas û mêrxas

Dane serê xwe ev reşe-çarî

 

Ta kengî dijîn perçe,perçe kurd ?

Ma kî dixwazî vî îş û karî !?

Raste bindestî karê qelsa ye

Ji ser xwe rakin wê em neçarî

 

Bere du milyon kurd bêne kuştin

Da welat derxin ji bin vî barî

Ên ku bixwazin neyên pişavtin

Divê bibênin reşî,dijwarî

 

Weke gernasan serên xwe hildin

Hemî bibin yek:gundî,bajarî

Navên eşîran ji ser xwe rakin

Xwe bighênin hev,perçe û parî

 

Bibin yek millet,yek ziman û dil

Dijmin naçî der bi mihredarî

Ger neyên sotin ez û tu û em

Ronî nadî ser welat tû carî

 

Xwîne me agir gurgeşdikî

Gernasin jêre gaz û bettarî

Bi xwînê şîn tê dara serbestî

Dijmin naçî der bi ah û zarî

 

Divê bi xurtî em wî derênin

Nîv milyon leşker kurdên bijarî

Derkevin meydan tîp û tang û top

Dasînî,Torî,Bextî,Berwarî

 

Ê ku bê kuştin cihê wî bihişt

Dîwan seyda jêre diyarî

Cigerxwîn bimrî neghê doza xwe

Gorî serê we pîrê Hesarî.

 

WELATPERESTÎ

 

Payebilindî

Welatperestî

Çekên qelsane:

Jarî û mestî

Zana û jîrim

Bindestê dijmin

Çiqas dijware

Evreng bindestî

Destan vemalin

Dakevin meydan

Eger dixwazin

Bigrin serbestî

Ey gernasên kurd

Rabin weke şêr

Ji xwe bavêjin:

Xwarî û sistî !

Weke Erdeşêr

Bijîn serbilind

Cenga azadî

Nabî rawestî

Xebat ji bo me

Divêt bi xurtî

Dilpak û zana

Gelek bi ristî

Welat xweş bûke

Xwîna me qelen

Naxî ber sîngê

Bûkê nexwestî

Metirse ku kurd

Pir paşde maye

Kesî nedî goşt

Bê çerm û hestî

Qûnax bi qûnax

Diçî ser çiyê

Raste di vê rê

Gelek diwestî

Welat ta kengî

Wilo perçebî ?

Em tev di nav de

Jar û şikestî

Cigerxwîn îro

Gel pir şiyare

Bese metirse

Kêr giha hestî !

 

 

HIZAM ZINNAR

 

Ev zinara erebî

Ku li cizîrê dibî

 

Ne pişteke çar ta ye

Ne benekî bada ye

 

Zincîreke ji hesin

Ew tavêjin milê min

 

Da mi ji qurm ve rakin

Qada min jî leva kin

 

Kurd nemênin li welêt

Hîzam çiqas li me têt

 

Ereb anîn gundê min

Min dijmêrin ji dijmin

 

Pêk anîne sal bi sal:

Li Kerkûk û Şengal

 

Basên Bexdad,basên Şam

Anîn meydav ev hizam

 

Da petrola min bixwin

Bere dijmin biruxwin

 

Em sed hezar bê mikûs

Li Cizîrê bê nifûs

 

Yek jî dengê xwe nakî

Heta newêrî bakî

 

Ji birçîna tên Bêrût

Hemî birçî û pê rût

 

Dixwazin bibne karker

Lê heq ji kar nayên der

 

Nakin qêrîn û hawar:

Dijmin qada me tev xwar !

 

Ev erebên şovînî

Kurdan millet nabênî

 

Dibêjin em evparin

Dijminê koledarin(!)

 

Lê ew bi xwe koledar

Li me pêçan ev zinar

 

Divên me bikin ereb

Bimrin bê sûc û sebeb

 

Gelo eve wekhevî (!)

Wey sed qeda pêkevî !

 

Ne hevparîye,zore

Tenê dinya bi dore

 

Roja me jî demek tê

Em guh nadin vê xetê

 

Em ne gelek nezanin

Em ne sînorên xwe zanin

 

Welatê me Kurdistan

Wer namênî kolistan

 

Çav bi çav û dest bi dest

Çendan me ev ne dixwest

 

Lê dijminê me pir hov

Me nabênin wek mirov

 

Pirtegala koledar

Wa da destê xwedî,dar

 

Lê dewletên hevparî

Çawa bikin vî karî

 

Ev karê koledare

Ne rêzana hevpare

 

Ne derketî,ne birin

Di welatê xwe pirin

 

Welat li ser navê me

Navê kal û bavê me

 

Ereb ji me natirsin

Ew jî wek Tirk û Firsin

 

Çav berdane petrolê

Tev hatina vê çolê

 

Ev gernasên ser çiyan

Eger rabin ser piyan:

 

Zû dest bavêjin tiving

Bi gernasî bikin ceng

 

Roja em dest bidin hev

Bi dest wa nakevî rev

 

Tenê ew gunehkarin

Li ser me koledarin

 

Ji koledar pîstirin

Doza me winda kirin

 

Ne ku di ser me re bin

Dixwazin em tune bin

 

Em nabin Tirk û Ereb

Çira bimrin bê sebeb

 

Em Arîne,ne Faris

Ma genim dibî garis ! ?

 

Em paşketî rê nezan

Em ketibûn dest dizan

 

Li ser me fermandar bûn

Lê tim kolê neyar bûn

 

Çiqas pîs û nezan bûn

Li ser me xanedan bûn

 

Em kiribûn gurên har

Tev ji hev re bûn neyar

 

Bi xenceran diçûn hev

Kuştin hebû,nebû rev

 

Talan û çîr û hawar

Dizan malê me tev xwar

 

Dijîn wek gornepaşa

Li ser me şêx û paşa

 

Kar bi destê neyar bûn

Em jî ne pir şiyar bûn

 

Şêx û paşa,efendî

Pirê wan jî ne xwendî

 

Fermandar bûn,qereqûş

Lê ji xwe re palên pûş

 

Li ser me paşa û mîr

Li ber dijmin tev gizîr

 

Ew dikuştin bi sêdar

Wek mirovên dîn û har

 

Ne dan serê xwe kulah

Yek jî ne bû padîşah

 

Zarê dijmin dikirîn

Ta bi çolan de firîn

 

Rojî û bang û nimêj

Şêxên şaşik bi qirêj

 

Wek bêgana digotin:

Ta zimanê kurd sotin

 

Wan hatina me dixwar

Diçûn ber derê neyar

 

Nêçîrvan bûn şêx û mîr

Nêçîr didan dest wezîr

 

Goştê qelew bo dijmin

Para wan hestiyê min

 

Walî ew berdidan hev

Ma kî hebû xwedî dev ?

 

Diçûn ser hev bi êrîş

Hevsar bi destê çawîş

 

Ew paşa derebeg

Li ber neyaran bê çek

 

Lê dem ji wan ev dixwest

Ev dikarin,ne ji qesd

 

Ew qûnaxa ku têde

Pêşve neçûbû zêde

 

Êlperest û olperest

Hev girtibûn dest bi dest

 

Êlperestî destpêke

Paşdemane,ne rêke

 

Ew qûnaxa koçerî

Tev kuştin ew berberî

 

Hovîtî û nezanî

Malwêranî,xezanî

 

Hêjî nebûn bîrewer

Karê wan kuştin û şer

 

Hemî hov bûn weke hirç

Ser bi por û sîng bi pirç

 

Diz û xwînxwar û keleş

Ev jîn bi wan gelek xweş

 

Firs û Ereb,Tirk û Rom

Xwedî leşker,xwedî kom

 

Li nik wan çarsed hezar

Li cem begim sîh û çar

 

Zor dabûn mizgevt û dêr

Guh ne dane taca zêr

 

Mizgevt dava neyar bû

Millet jî ne şiyar bû

 

Piropoganda dijmin

Şêxan dixist guhê min

 

Dixist serê min hevsar

Dixapandin wek keftar

 

Em ji qulan tanîn der

Ji dijmin re diçûn şer

 

Me milletên wek Bilgar

Bi zor dixist dest neyar

 

Niha va tê serê me

Mêranîya me kême

 

Lê ew Bilgar û Yewnan

Xwedî hebûn li pişt wan

 

Tev dewletên koledar

Ew ji wan re alîkar

 

Lê ew jî pir çeleng bûn

Bi dijmin re bi ceng bûn

 

Bê kuştin û bê zindan

Welat ne ket destê wan

 

Şerên Balqan navdarin

Kurd jî pê gunehkarin

 

Şerên wan olperestî

Kurd dibirin ji qestî

 

Koledarên bê xelat

Da ku bêne Rojhilat

 

Ev şer tanîne meydan

Geh Roman û geh Yewnan

 

Şêx û melan digot me :

Dijmin ev Rûs û Rome

 

Heçî di şer bê kuştin

Ew mêvanê bihiştin

 

Hezar perî pir ciwan

Li bihiştê didin wan

 

Keç û kurên pir xweşik

Dam û sed renc û kişik

 

Çi bixwazî,tê ber te :

Agir,dijwar û sirte

 

Heçî ji dil neçî şer

Diçî nîvê dojeder

 

Tev agir û mişk û mar

Mirov dixwin,hey hewar !

 

Ew kurmancê dil bi tirs

Dema dibhîstin ev pirs

 

Weke şêran diçûn şer

Dişewitîn hişk û ter

 

Îslam tev yek millet bû

Yek welat û dewlet bû

 

Ne kurd hebû,ne ereb

Ne rast hebû, nejî çep

 

Remza sînorqelaşa:

Padîşahim çokyaşa:

 

Li mizgevtan melên kor

Bi ser me de bore-bor

 

Bijî islam,padîşah

Biparêze ey xwedah

 

Ji ser me kêm nekî wî

Kesek nîne wekî wî

 

Li ser avê bê gemî

Diçî,bawerkin hemî

 

Heçî kesên misilman

Bi bawerî, bi îman

 

Tev jêre bibin leşker

Kengî bivê,herin şer

 

Hin leşkerê kes nedî

Çi derewek bê fedî

 

Wek qelaş û cenawir

Êrîş dikin ser gawir

 

Ne raste şêx efendî

Em tev pala û gundî

 

Têne kuştin bê kefen

Ev çi derew,ev çi fen

 

Wek min ziman dirêjî

Kes nebû wer bibêjî

 

Belkî em tev nezan bûn

Em dilxwazê diza bûn

 

Me bawer dikir ji dil

Ta şikestin li kurd mil

 

Dijmin kete nav welêt

Dîn milletek hov û şêt

 

Di vî welatî dijî

Bê awir û bê mijî

 

Êlperest û olperest

Mirin,ji bo xwe dixwest

 

Xesma dema petrol dîn

Bûn wek gurên dev bi xwîn

 

Wan jî em berdane hev

Heta nema ke bi dev

 

Dijmin berik birin dam

Li me pêçan ev hîzam

 

Ev erebên pir nezan

Çi zû wilo bn rêzan ! ?

 

Rojhilat û Rojava

Herdû dane ber çava

 

Li ber çavan hevparin

Lê va qada me xwarin

 

Jîr û zana û zîzin

Çawa bi me dilîzin ! ?

 

Dibin dostê Barzanî

Lê rêzanê me zanî

 

Hizam,zinar,li Cizîr

Ku pêktênin ewên jîr

 

Basên Bexda, basên Şam

Li ser pita me çûn dam

 

Raste şerê hev dikin

Hîman di me wer dikin

 

Gazî dikin kurdên jor:

Tirk li we pir dikin zor

 

Kurdên nav me serbestin

Ne kole û bindestin

 

Ew jî weke me dijîn

Win guh medin Cigerxwîn !

 

Emê alî we bikin

Bi tirkan re hevrikin

 

Win ji me pir nêzîkin

Em karin we xwedîkin

 

Bibin weke saziman

Emê çêkin Kurdistan !

 

Lê ev xapên eşkera

Nakevin serên kera

 

Şah jî dostê Barzanî

Lê Barzanî pê zanî;

 

Şeş milyon kurd li Îran

Winda dibin bê ziman

 

Şah serbestî nadî wan

Nadî me çekên giran

 

Ku em dijmin bişkênin

Welat tevî bistênin

 

Kurdên xwe nakî millet

Çawa me bikî dewlet

 

Dijmin hemî wilo ne

Elo ne,yan Silo ne

 

Hemî divên xwîna me

Kesek navê jîna me

 

Divên ku me veşêrin

Di nav xwe de bihêrin

 

Navên me tev guhertin;

Da bibêjin,ne kurdin

 

Lê bizane, ey neyar:

Zivistan çû,tê bihar

 

Ew giyayê bin kevir

Şîn tê rojek diçî der

 

Bijîn kurd û Kurdisan!

Nema dibî kolistan !

 

Lata we ew kirî pûşt

Baran lê hat hemî şûşt

 

Kurd şiyar dibî bi lez

Çavan tavêjî bi bez

 

Hawîr civat û xebat

Dibin şêrên Rojhilat

 

Hindik maye bibin mêr

Êrîş bikin weke şêr

 

Wê çaxê dê çi bêjin:

Ku em xwînê birêjin

 

Kî jê berpirsyare ?

Hisab gelek dijware.

 

Milletê we razaye

Yan jî di xew de maye

 

Roja bibî weke me

Ewê êrîş bibin we

 

Hisab bi wer bibênin

Tola me wê hilênin

 

Çavnêrên wene sêdar

Ey xwînxwerên gunehkar !

 

Werin alî me bikin

Em û we ne hevrikin

 

Şiyar bibin mebin dîn

Guh bidêrin Cigerxwîn !

 

ALEQEMŞÊ

 

Gundek heye serxetê

Navê wî bîra me tê

 

Dibêjinê,Alqemşê

Al qumaşê,xweş rewşê

 

Nuqta tirka têde bû

Başçawîşek lê hebû

 

Biner li vê sosretê:

Haco hat binya xetê

 

Qumendarek hate gund

Qereqûşek serbilind

 

Go:bi emrê dewletê

Hecî daket binxetê

 

Bere tev bên textê min

Ji wan re bî bextê min.

 

Ezê wan azad bikim

Serbest û dilşad bikim

 

Tevlî dan û sindê xwe

Wê vgerin gundê xwe

 

Gelek kal û xort û rind

Vegerîyan,çûne gund

 

Li gundê Aleqemşê

Ew kom kirin li hewşê

 

Mêr bi carek girêdan

Bi kindir û bi lêdan

 

Xort û pîr û kal û jar

Weke êzing,weke dar

 

Girêdan û dane hev

Di dest wan de nema rev

 

Hawîr danîn hûravêj

Ew tivingên dev dirêj

 

Serdarê wan emir da

Tevan bi hevre berda

 

Hemî ketin li ser ax

Bi ser hevde bûn kelax

 

Gaz berdane ser laşa

Ji nû dan ber manaşa

 

Hetaku tev bûn arî

Ma kî dikî vî karî ?

 

Jin û bî û pîr û bûk

Keç û xame tev biçûk

 

Bi hevre xistin xênî

Da ku kes wan nebênî

 

Rêsî û xernûf û pûş

Xistin xênî,qereqûş

 

Agir berdan wî xanî

Dixan bilind bû banî

 

Heta ku tev şewitîn

Laşê wan tev peritîn

 

Heçî pêjin jê dihat

Bi singiwan kirin mat

 

Pîrek ji wan xelas bû

Tim dil bi taswas bû

 

Li gundekî alîyan

Em li pîrê civîyan

 

Wê çîrok ji mere got

Dil û hinav li min sot

 

Wê çaxê pîra Torê

Min nivîsî li gorê

 

Lê min bi kurtî digot:

Hingî dilê min disot

 

Hezar û çarsed û sî

Wek min jê dipirsî

 

Çar,yan sê jî brde ser

Wilo zanim vê ji ber

 

Yanî dikin yak hezar

Hem çarsed û sîh û çar

 

Hûr û gir û jin û mêr

Bi hevre dane ber kêr

 

Paşê dane ber şewat

Bûn xelata Rojhilat

 

Fermandarê-qereqûş

Sotin bi agirê pûş

 

Ne rojname,ne govar

Kesî ne go:hey hewar !

 

Qereqûş bûn dîmuqrat

Nuha dostên Rojhilat

 

Kiye dostê hejaran ?

Perîşan û binbaran ?

 

Her kes dostê xurtemêr

Em tev didin pesnê şêr

 

Kî hevalê mişka ye ?

Yan kî dostê rişka ye ?

 

Bê xwedan û bê piştin

Bi neynûka tên kuştin

 

Ê ket bin lingê devê

Mirin tenê jêr divê

 

Sinbil çi reş û çi sor

Ku ne xurt bî naçî jor

 

Berepaş ew direvî

Ya nikarî derkevî

 

Zû zer dibî,dibî pûş

Dibin lingê qereqûş

 

Kurd ku divên serbestî

Yan ku nevên bindestî

 

Divê xwe bidne kuştin

Da ku dijmin biqeştin

 

Heta xwînê nerêjin

Em nikarin bibêjin:

 

Ka em jî bûne millet

Xwedî leşker,bi dewlet

 

Bi dev em gelek mêrin

Lê di dil de newêrin.

 

Em ji hev re weke şêr

Ji dijmin re qelsemêr

 

Ez ne dînim,ne gêjim

Divê ez rast bibêjim:

 

Mirov duqat li her der

Yek li bin û yek li ser

 

Qata kurdên xwedî mal

Bi dijmin re bûn heval

 

Nema divên serxwebûn

Tenê divên bixun rûn

 

Ku raserî millet bin

Bere dijmin dewlet bin

 

Ew jî diçin parleman

Tev birane misilman (!)

 

Qata jêrî tirk û kurd

Tev birçî ne,tev zigurd

 

Divê ew dest bidin hev

Xebat bikin roj û şev

 

Bixin destên xwe ew dar

Herdû bibin xwedî par

 

Yanî bibin du dewlet

Dostê hev bin du millet

 

Yek bin li hember neyar

Rojên pir teng û dijwar

 

Qereqûşan bikujin

Hingî herdû dipijin

 

Bibindostê Rojhilat

Hew çêdibin ev şewat

 

Aleqemş bibî pîroz

Lê çêbikin gewreqos

 

Gorna kuştiyên winda

Ronî bidî wek finda

 

Koçê barkin kul û şîn

Kes namênî Cigerxwîn.

 

JI NÛVE EM BERJOR DIÇIN

 

Welat hemî ji dest me çû

Axa carek ne xeyidî

Lê îro gundên wî diçin

Binêr çawa dixeyidî ?

 

Xwedî ku pez berdî çiyê

Ser deynî tamara xewê

Her kes dizanî ku gur û

Wawîk û diz dibin xwedî

 

Şêx û beg û axane ku

Em dane bin destê neyar

Li ser me xo bilind dikin

Bê şerm û bê tirs û fedî

 

Millet şiyar bûye ji xew

Zanî çine rast û derew

Nema dibî kolê we ew

Ma kengî şêr dibin gidî ?

 

Nezanî ketbû nav welêt

Me destê şêx maçî dikir

Qesra bi me ava dikî

Lê nan û nîskê,pir didî

 

Xelk bûne padîşah bi zor

Hasin bi zanîn birne jor

Lê ê me berjêr bazdidin

Ta bûne keyxwayê Şidî