MIJABAD

 

Roman

(Mirin zengilekî bêdenge,  tenê yê ku mirina wî  nêzîk be,  ringîniyê dibihîze.   

Ji roja ku ez bûme mêvanê Mehabad , ringînî ji guhê min neketiye

ez jî da ku li himber mirina xwe rawestim,  dinivîsim.  çiku tenê nivîsandin, zora mirinê dibe.)  

Badînê Amêdî

Mehabad-sibat-1946.

Ev roman li ber çar çirayan tê xwendin

Çira yekem

Wisa melûl û bê ronahî, tu dibêjî qey ne çira ye

Zer e mîna mirinekê

 

 

 

 

  

Ez Badînim , bayekî dînim, giyanê min goleke  kevizgirtî ye, arîya sêkuçikên koçera ye ku li pey xwe dihêlin. dorpêçkirî me bi xewnan, bi bîranînan û  bi perçeyên dilekî şikestî. Xefkên demê salên temenê min yê mîna çivîkekî  kor didin ber diranên xwe. Bi tenê me vê şevê  weke dareke miradan û rêwiyekî westiyayî.

Mirin êdî  tê serdana min, ez  bi pêjna wê ya giran dihesim  weke çawa piştî  du peyalên meya giran  serxweşî di bedena min de digere, ma kê gotîye  jiyan ne mey e û mirin jî ne serxweşî ya wê ye!!

dizanim ku mirin bi hêz e, dizanim ku kes li derveyî  jiyaneke bi mirinê sînorkirî  najî,  lewra dixwazim jiyana xwe  ji  bendên mirinê rizgar bikim, dixwazim  bi nivîsandinê  hinekî  mirina xwe  dereng bixînim, hinekî di rûpelan de bijîm, kî zora mirinê dibe?  Nivîskar! Çi zora mirinê dibe?  zevîyên sipî  yên ku hêdî hêdî  tilûrên tîpan ref bi ref li ser datînin.

Di odeyeke rût de ez ji dayik bûm, tenê tivingek û Quranek  bi ser  serê min ve daleqandî hebûn.                    

Nîvê şevê derbas bûbû , stêrkan şerekî bêdeng bi tariyê  re dikirin , roniyeke xemgîn ji stêrkan diniqutî.  

Pîrka min sond dixwar :        Bi serê şêx Behadîn, te digot wê qiyamet rabe, dengê tivingan heta sibehê ji guhê me neket, kesî nizanibû ew deng ji ku tê?diya te Hamêst bi  çavin lal li dîwarên rût dinihêrî, her kêlîkekê min kevçiyê şimarûnê digihande lêvên wê yên zuha, ji rehtiyan ne dişî  lêvên xwe ji hev veke, peligên herdu çavên wê şîn bûbûn, bedena wê şebikî bû, ji jana zayinê rûyê Etles yê palgeha bin serê xwe dicût û bi dengekî weke dengê yekî di binê bîreke ziwa de her digot: Yês gimêrnîmê.   yês gimêrnîmê(ez dimrim, ez dimrim) . 

Eniya wê ya zaferanî bi çipikên xwîdanê xemilî bû.  

Wê katê bavê te li Derbendî Baziyan şer dikir.  

Daye ya ji bêxewîyê gêj bûbû, ji nişkêve kire qêrîn:         mizgîna min li te nevîyekî te çêbû!bi qêrîna mizgînê re stêrka sibê lerizî û di nav şewqa rojê de winda bû, diya te bi çavekî mişt hêsir li te nihêrî û bi dengekî şikestî got:         Dixas(kurê min).  

Û xwîn herikî, . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . .    

Daye ji dest hilanîn ket, doşek û palgeh di xwînê de man, rûyê diya te bûbû weke quşûfê, te kulmek zaferan tê bida wisa zer nedibû, çavên wê li te bû dema ruh jê kişiya.   ew çi şev bû kurê min? wisa xemgîn weke ku şahî ji dunyayê reviya be.    heftiyek neçû navika te ket, weke qetek werîsê qitinî bû, min ew di lûleya tivinga bidardakirî  de danî, wê rojê falbêjeke şengalî hate mala me , min jê xwest ji te re falekê veke, pîra tasnêr li ber serê te rûnişt û carekê du caran kespikên xwe di destên xwe de li hev dan,  rû kirin erdê,   li wan seh kir,  qetek paçik ji pêçeka te birrî,  ew bi diranan kire sê parçe û berda nava tasek av,  du parçe dawerivîn jêr,  yek bi ser avê ket,  pişt re ew jî giha herdu qetan,  pîra Şengalî ya Tasnêr di ber xwe de himehim kir pişt re berê xwe da min û got:         wê ev kur ji dê û bavê xwe sêwî bimîne,  qedere xwakê,  ew jî li pey wane,  di şeveke hîvçarde de wê ev kur xatirê xwe ji dunyayê bixwaze,  ne ez dibêjim,  kespikin.    weke tu min di ava berfê da bikî,  ez lerizîm,  hema beziyame navika te û ji lûleya tivingê derxist û xiste nav rûpelên Quranê.    haya me ji kuştina bavê te nebû,  dilê min di havîneke dojehî de bû komir.  

+++


 

10 Sibat 1946 Mehabad

çavên min  sed xefk li ber çivîkên xewê vedane, lê her ku çivîkek nêzîkî xefkekê dibe, bîranînek diteqe, wê difirîne, îro min çû çend kaxez kirrîn, min bêriya nivîsandinê kiriye, bila nebe derew min bêriya evîna xwe kiriye, ew evîna ku dilê min jê nayê şuştin.   serma mîna derziyê di laşê min re diçe, sibehan dema ez li ser dengê sê keleşêran ji xew radibim, di xwe re nabînim herim dibistanê,  lê Mujde!hemkara min, weke gerînekekê min dikişîne dibistanê, ew buhareke li ser du lingan dimeşe, dilê min germ dike, gelo ez jê hez dikim?nizanim, awirên wê, kenê wê, axaftina wê min vedijînin, weke bayê Metîn daristanên di giyanê min de bê deng mane dihejînin.   vê sibê gulek diyarî min  kir, nizanim vê sibatê ev gul ji ku peyda kiriye, bi bînkirina wê gulê re Amêdyê tevde hate bîra min çiyayê Gara li Berwara jêr, Metîn, Rûbarê Amêdyê, Kela Aşb, Medresa Qebhan, darên berrûyan, keça meta min, hevdîtinên me yên di bin kulînan de, li bêrîyê, di şikeftên nêzîk de, ramûsanên me yên germ û tirsok, pîrka min û keserên wê, rûniştina wê ya her

sibe û êvar li bin dara tuyê, nifirên wê li Osmanî û îngilîz û Tiyarîyan,  bi hev re weke kunemozekê di xeyalê min de derbûn.  

Nîvê şevê derbasbûye,  qîreqîra sê dîkan ji Meydana çarçira tê, gelo çi tê bîra wan di vê şeva sar de?dêlîya tirî ya ku weke xewneke rût di nîvê hewşê de, şaxên xwe ji ber ramûsanên bayê hov çep û rast dide alî.  

(Mehabadî di xewnên xwe de, dîkên serjêkirî dibînin)

nizanim çima bavê min vê şevê xwe li xeyalê min diqelibîne?çavên min bi wî neketibûn, lê her şev di hêsrên pîrka min re dihate mal, simêlên wî badayî, tivinga Martînî li mil, xwîneke weke şefeqê ji eniya wî diniqute, berê xwe dide min û dibêje:        emê di birînekê de rastî hev werin!!

Ew sal herin û venegerin kurê min, pîrka min digot, kes ji seferberlikê venegerya, min jî destê xwe ji vegera bavê te bi heft avan şuştibû, lê.   .   .  

Û pîrka min serpêhatiya bavê min digot.  

+++

 

ez ji we tika dikim min bikujin.  

Xortê Helebî ji hevalên xwe re got û nalînên xwe daqurtandin, ew li Sari Qamiş birîndar bûbû, topek li ber çepera wî teqiya bû, di destpêkê de nediêşiya, lê piştî wê meşa bê îman, birîna wî şîn bû, genî bû, gelek caran digot:          xwezî min bi ya we nekiriba û ez nereviyama, niha wê tuxtorê Alman jehr di birîna min daba, ezê li ba rebbê xwebûma,
Ûnisê Amêdî û Remoyê Diyarbekrî li ber dilê wî didan lê birîna wî xedar bû.  

Min bikujin.   .   ez ji we rica dikim!

Ûnis û Remo li hev nihêrîn, xwîn di rehê herduyan de hişk bû, li çavên xortê Helebî nihêrîn.   .   taxên teng, Sûka sergirtî, Saeta Babulferec, Azana camiya Zekeriya, stranên Heleb, di çavên wî de hêlan dikirin, bîna mirinê ji nalîna wî dihat

Dawiya meha Gulanê bû hîva ku weke kulorek nan dixewinî, roniyeke ji stranên çiyê hûnayî bi ser wan her sê firariyan de diniqutî, bîna berateyan difûriya, mirî li kenarê her rêyekê û di devê her şikeftekê de ramedayî bûn, Remo dest avête tivinga li ser milê Ûnis û bi dengekî weke  giriyê pîreke sed salî got:          berê xwe biguhere  Ûnis , çare nema

Meh diçûn û şer germ tir dibû, sînor li bin guhê hev diketin, weke pêlan artêş li artêşan dilikumîn.

Ûnis û Remo hêviyên xwe yên pêknehatî, bîranînên şikestina di şer de, dojeha wê roja sar li Sari Qamiş û nalînên hevalê xwe yê Helebî li pey xwe dikişkişandin, newal, şikeft, zuxurên nava çiyan, tariya şevê sitara wan bû, wan jî nizanibû çend meh yan çend rojan bi rê de man, lê Ji qudûm ketibûn, zerî zerhimî, jar, cilqetiyayî, dev û lêv çiriyayî, nêzîkî  Diyarbekir dibûn, carekê Remo weke minalekî qêriya :          eve Diyarbekir!!

Sûrekî reş, minareyin bejin zirav, û çemekî weke zendekî spî bajar dabû ber hemêza xwe.  

Weke her maleke Diyarbekir, mala bavê Remo jî çend keçikên Ermeniyan hewandibûn, dema çavên Ûnis li yekê ji wan ketin, di cî de hevalê wî yê şer Entranîk hate bîra wî, qelafetekî girs, rûyekî sorik, çena tûjik, çavên mêşinî.   çend rojên ku Ûnis li wir veşartî ma , çavên xwe ji keçikê nedibirrîn, di çavên wê de daristanek ji tirseke ne diyar  xuyabû,

rojekê Ûnis jê pirsî:          tu bi xwedê kî tu ne qîza Entranîkî? keçik di ciyê xwe de sar bû, nema zanibû çi bersivê bide, devê wê nîv vekirî bû ku tiştekî bibêje lê Ûnis fersend nedayê û got:        bavê te Entranîk hevalê min bû, wî jî  Sari Qamîş û dojeha wê dît, wî hişt ez firarî bibim, digot:        misilmano, te bawerkiriye ev cihada gêwire? kuro gawirên mezin Osmanlî ne, bazde bazde, ma morîkên diya te li vir qetiyane? 

Dema Ûnis ji Hamêst re got:       

-Entranîk çû xwe teslîmî ûris kir!!

Weke ku mizgînekê bibihîze, rûyê Hamêst geş bû, daristanên di çavên wê de hişk bûbûn , li şopê , biharek koçerî  konên xwe yên rengîn  vegirtin.  

Ûnis û Remo nediwêrîn ji mal derkevin, temamiya wexta xwe di zêrzemînê de dibihurandin û bi Dama dilîstin, bavê Remo rojê xeberek dianî, Osmanlî li firariyan digerin, her roj digot, yê ku wî bigrin wê mala wî li mîrata reş bigerînin, yan bikujin, yan careke dî vegerînin agirê şer , ku êdî fersenda revê nebîne, kesê wan dihewîne jî, teniyê di rûyê wî didin, li ser kerekê paş û pê siwar dikin, kolan bi kolan digerînin , cezayekî pir jî jê distînin.   lê netirse kurê min Ûnis, ez vê dibêjim ne ku ji mêvandariya te bêzar bûme, lê hay ji xwe bikin, dengê we neyê bihîstin heta xwedê fereca xêrê veke.  

+++

Evîn ku tê, napirse gelo dibe mêvanê kîjan dilî, baraneke li çi erdî be dibare, pireke ji hêsr û hêviyan di navbera du dilan de, evîn agire bi pûşê dilan dikeve.  

Di navbera dilê Ûnis û Hamêst de jî evînê tevna xwe dirist, tevneke tayên wê di destpêkê de nediyar bûn, lê hêdî hêdî rengîn bû û bi neqşan  xemilî, bavê Remo tê derxist ku herdu ji hev hezdikin, ji xwe Ûnis ji Remo re dilê xwe li piştê vekiribû, bavê Remo rojekê got:        Ûnis kurê min, Hamêst weke keça mine , eger tu wê bi helalî dixwazî,  ezê biçim Mele bînim bila mehra we bibirre,  keçik jî disitire, tu jî bi serî dibî, tu bixwazî  yekî kelekçî heye wê te û bûka te jî bi deh Reşadiyan bighîne Fişxabûrê, di Hekkarî re jî rê heye lê hinekî zore.   eşqiyayên Tiyarîyan li wan deveran mane, rê ji ya çem êmintir nîne.  

Hamêst  ji kêfan re xwe nema girt, girêka desmala xwe vekir û zêrek jê derxist û dirêjî bavê Remo kir, bavê Remo keniya û got:        keça min, madam tu vî qasî jê hez dikî, bila kirêya we jî li min be, û qelenê te jî ezê bidim.   

Du salan Ûnis û Hamêst li Amêdyê bê zarok man , xizmên Ûnis digotin:        ev jinik filleye, malzaroka wê ji dema  fermana filleyan ve ziwa bûye, wê berde, jineke dî bîne, bila navê we li dinyayê bimîne.   hinan jî digot:        li Mûsilê hekîmên ingilîz hene, çi êş be derman dikin.   diya Ûnis jî bi kerb li wan vedigerand:        hekîmiya gêwir ji me kême!çima Ûnis naçe Bamernî?! şêx Behadînê Neqşebendî welîyekî xwedê ye, çendekî bila di gel Hamêst biçe xizmeta  tekyeya wî bike, belkî xwedê bide xatirê şêx û kurekî bike qismeta wî!!

Li Bamernî şêx ji nû ve mehra wan birrî, Ûnis û Hamêst jî karê tekyeyê hemû dikirin,  nanê mirîdan di rojên Tewccuhan de, alifê qantirên mala şêx,  cotkirina zevî, çêrandina pez,  avakirina xaniyên kelpîçî.  

Rojekê şêx ji Ûnis re got:         here welatê xwe,  inşellah wê xwedê kurekî bide te, Amîn.  

Bi rê de herdu li dêrekê sekinîn,  Hamêst derbasî dêrê bû,  xwarî ser çogan bû li bin nigarê Meryem û kurê wê,  mûmek vêxist û bi du hêsrên germ derket.  

+++

kulavê Xurasanî, hibriyên Mûsilê, kilê Hicazê, kildanên Hindê, neynikên bûkan, tûtina Koysenceq, hevirmêş, xalîçeyên Helebçe, şalên Dihokî, malên baş û erzan.  

Dengê bazirganekî Mûsilî ku malê xwe di koşeyeke qeyseriya Amêdyê de raxistibû , bilind dibû, xelkê bi hesret û axîn li wan tiştan temaşe dikir, jin li ber radiwestiyan , texnekî diman û diçûn .  

-ma ev ne karê dînane ? kes di tengahiya van salan de mal tîne Amêdyê!!

-Ji xwe re lê binêrin , nan tune em bixun, kulavên Xurasanî difiroşe!

-Bi xwedê jin a min bibîne, wê xalîçeyekê ji vî bazirganî bidize!!

-Ev casûsekî ingilîzane xwe xistiye kirasê bazirganan.  

-Ezê hibriyeke Mûsilê ji Hamêst re bikirim , çend mehên wê mane zaroka wê çêbibe, ezê dilê wê bi vê hibriyê xweş bikim, Ûnis nêzîkî bazirgan bû, hemyanê xwe vekir, hibriyek kirrî, û xiste paşila  xwe.  

-çima na , ma ne Ûnise?ew dişêt Mûsilê tevde bikirre.     

Bazirganê Mûsilî weke wî nas bike jê pirsî:        tu ne kurê mele Qadirî?

-belê çima?

-ez bavê te rehmetiyê mele Qadir baş dinasim, yên ku di zindanê de hevaltiya wî kirin pesnê mêraniya wî dikin , dibêjin:        wî bi destê xwe werîs xiste stûyê xwe  û got:        ev werîsê xurt, imperatoriya riziyayî ji nemanê xelas nake.  

erê , bû pênc salên vê çîrokê, rehma xwedê li hemiyan be, ka niha çi dibe?dibêjin Silêmanî dikele!! raste?

-Erê dikele, şêx Mehmûd agir vêxistiye, ew karê xwe û serhildaneke mezin dike , ingilîz ji hukumdariya wî ne razî ne, major Son gelek gefan dide xwe, şêx jî dibêje :        hukmê gawiran tucar qebûl nakim.  

Piştî du rojan, Ûnis û dostekî xwe ji êla Koliyan, du tivingên Martînî peyda kirin , û karê xwe û çûna Silêmaniyê kirin.  

Di şeveke reş de Ûnis xatir ji diya xwe xwest, eniya Hamêsta bêdeng ramûsa û got:        eger ez venegeryam û xwedê kurek da min, nav ê wî bikin Badîn.    Eger keç be,  çi navî lê dikin bikin.  

Hamêst bi zikê xwe yê nepixî bi Ûnis re heta ber devê derî rawestiya û got:        Tartsîr şût.(zû vegere)  

*****

lem niştimane da yan min yan ingilîz.  

Bêtirî hezar şervanî ji êlên Caf û Pêşder û Belbas û Hemawend û Mukrî û Sindî û Mizûrî di talda her zinarekî de ji axaftina şêxê sî û sê salî re guhên xwe miç kiribûn.  

Hin bi tivingên xwe yên Mawzer hatibûn, hin bi Martînî, hinan jî Manlişerên xwe weke bûkekê dabûne ber hembêzên xwe, çavên Ûnis bi şervanekî ketin, di cî de bazirganê Mûsilî hate bîra wî.    nêzîkî lê kir û jê pirsî:        kaka te bazirganî kiriye?.  

-ha Ûnis efendî tu yî?min zanîbû tê werî.  

-tu yî?

-erê. lê ez ne bazirganbûm, ez peykê şêx bûm, min xwe gihande Kerkûk, Hewlêr, Zaxo, Dihok, û bajarokên dî, min dengê firefira vê alê digihande bajaran.   û destê xwe dirêjî aleke kesk kir, di nêvî de hîveke yekşevî sor hêlan dikir.   

Ji wan herduyan ne dûr, şêx Mehmûd, li binê hîmekî rûniştibû, bi tiliyên xwe yên stûr simêlên xwe badidan, û li serê derbend dinihêrî, dilê wî li cih bû:        tu hêz li dunyayê zora me nabin.  

Ji her deverê alîkarî jêre hatibû, li Çemçemal Mihemed Cebarî serî hilda, Evdela Eskerî li Qela Sêwke, şêx Ehmed li Barzan, êlên Goyan li navçeya Zaxo, Hewramiyên li pişt sînor bi seroketiya Mehmûd xan Dizlî.   di çend şerên biçûk de jî hêzên wî biserketibûn, êdî tirs weke xwê di dilê wan cengaweran de heliyabû.  

şev gelekî bihurî bû, asimanê havînî bi stêrkên xweyên diçirisîn weke keriyek pezê Herkiyan li deşta Mûsilê xuya dikir, şêx nav di cengaweran dida û digot:        birayewe, me guman dikir ku Ingilîz wê yarmetiyeke durust ji me re bikin, lê xuyaye ew dixwazin Kurdistaneke weke qutiya tûtinê ji me re çêbikin, wirde wirde cigareyên xwe jê bipêçin, rojê navçe yan gundekî ji me didizin, belê min sond xwariye:       

 yakeştî Kurd ebeme sahilî necat

ya rûhî xom û alî pêxember be pird ekem

min kurdim û be Kurdî elêm: birayewe

zillet nema seadetî Kurdan gerayewe.  

Û bû teqîna hezar û sêsed tivingî.  

Berbanga hijdehê Hezîranê bû, ingilîz weke kunemoza ku agir pêkeve, harbûbûn, leşkerên Borma mîna pezkoviyan bi zinarên Derbendî Baziyan ve hildiperikîn , Mişîr Heme Silêmanê Hemawend da bû pêşiya hêzeke ingilîzan û berî dabû kozika ku şêx Mehmûd tê de bi cih bûbû.  

Ûnis di pişt hîmekî de, cigareyeke pêçayî di nav herdu lêvên wî yên ji tîna hişk bûbûn de bû, ketibû nêçîra pezkoviyên Borma, bi her gulleyekê re serbazek digindirand binê gelî, di nav teqîna gulleyan re, qêrîna minalekî kete guhên wî, gulleyekê rêya xwe naskir, berê xwe da wê singa pirrmû û di dil re bihurî, stêrka sibê weke dilê evîndareke fedyok dilerizî, Ûnis li hêla Amêdyê nihêrî, qêrîna minal zelaltir dibû, nîv kenek li ser lêvên wî şînhat û çavên xwe qurç kirin.  

Tavilê roj hilat, lûtkeyên Qeredaxê wek rûyê jineke li ber zayînê zerbûbûn,  hîn xwîn ji birînên kuştiyan diherikî, qutiya tûtinê ya Ûnis di  xwînê de mabû, û dû ji tivingên di destên birîndaran de hildibû.  

şêx Mehmûd xençera xwe ya serxwar ji kalên kişand û di ser agirê ku şêx Xerîb jê re vêxistibû re bir û anî heta sincirand, birîna lingê xwe pê dax kir, termê çil û heşt kuştiyan li dor xwe rêzkirî dîtin, hêsiran di çavên wî de li ber xwe dan lê ne herikîn.    kaptenê Ingilîz Bond û Mişîr Heme Silêmanê Hemawend di ser serê wî re sekinî bûn .  

-eve şêx Mehmûd, Mişîr got.  

-I know that.    Kapten Bond got û bi destê êsîrê xwe girt, şêx li Mişîr nihêrî, devê xwe tijî peyv kir lê ne axivî.  

******

12 Sibat 1946 mehabad

 

Ewr strana baranê dibêjin

Weke bîranînên salên mijokî

Yên her ku dûrî me diçin ,  şêrîn tir dibin.  

Bi evîndarî dibare, bi xurtî dibare,  bêşerm dibare, ewrin û helbestên xwe yên hovane dirêjin rûpelên zevîyên tî, gelo çi tê bîra van ewran heta ku razên xwe tev de di guhên vî şarê xilmaş de dibêjin ?.  

Dara tirî ya ku berxew bûye, weke tagirtiyekî dilerize, dareke rût weke vê şeva min, dareke hişk weke vî giyanê min, dareke sêwî weke vî dilê min, dareke kin weke wan evînên min.  

Ji vê sibehê de ev rêjne li yek haweyî dibare, êdî di pencereyê re ji bilî tayên baranê tiştek naxewine, bîranînên min bi tayên baranê re dibarin, feqetiya    min li Ispîndarê , Bamernî, medreseya  Mele   Yehyayê Mizûrî,  xwendina min li dibistanên Dihokê,  Hewlêr,  xwendina min li Mûsilê.    dostê min Sadiq Behadîn dilketiyê keça Hewlêrî Xanzad,  tevde  vê êvarê weke pelên dareke tuyê ku bi ser ava goleke aram de hatibin xwar, têne bîra min.  

Saleke dojehî bû, zindana Akreyê ji zindaniyan têr nedibû,  , şaban axa li Amêdyê ser kişand, xelkên Berwara bala, Doskî,  Sindî,  Kolî,  li himber Ingilîz û dûvikên wan ku piraniya wan ji êlên Tiyarî,  Baz,  Cêlo, Tixûma bûn,  rabûn.    ji hemûyan bêtir Tiyariyan êrîş dibirin ser gundên kurdan,  camî dişewitandin,  kitêb dihavêtin bîrên mizgeftan,  bi hezaran reviyan Hekarî ,  hinekan berê xwe dane Ormiye,  ez wê hingê sê çar mehî bûm,  malbata me jî berê xwe dane tekyexaneya Bamernî,  mal û milkê me tev talan bû,  êdî xelkê xweziya xwe bi salên seferberligê dihanî.  

Tiliyên min ji nivîsandinê hişk dibin,  çavên min jî ji bêxewîyê kujûlî bûne,  êdî rûyê Mujde li ser rûpelan resim dibe,  weke qitikekê di zadê dilê min de diçêre ev keç,  dema vê sibehê dest da min bû çivîkek û di asoyekî nediyar de firriya , germiya destan herikî nava xwîna min,  gelo ez jê hez dikim ? hê jî ez nizanim.  

Xwedêyo ev çiye? nayê bawerkirin,  qetên werîsan dibarin!!

*******

15 Sibat 1946 Mehabad

-Te jî dît?

-çi?

-Barana werîsan!!

-Tu hişyar bûyî?

-Mehabadî hemû hişyar bûn,  temaşe dikirin.    Mujde bersiv da û ji nişkê ve kire qêrîn:         Badîn !!   ev çi bi stûyê te hatiye?

Min destê xwe da stûyê xwe,  şopa werîsekî ziravik diêşiya,  min fam kir ku tiştê min duh dît ne xewn bû, dema ku min dît werîsek li stûyê min tê gerandin û zimanê min tê ku ji gewrîya min derkeve,  min newêrî bû ez bûyerê jê re qise bikim, min got:         min  di xew de stûyê xwe gelekî xurandiye,  neynûkên min jî dirêj bûne.  û min pêçiyên xwe dirêj kirin,  neynûkên min hemû qusandî bûn,  Mujde keniya,  sikura kirasê xwe hilda û got:         binêre.  

Ay xweda !!kê ev qirika nazik çelitandiye?

Min îro bala xwe dayê,  xelk hemû qirikên xwe şanî hev dikin,  lê bûyer derbas bû bêyî ku kes wêribe eşkere bibêje.  

* * *

Mije,  û mij xewna çiyaye,  henasên zivistanê ye,  razên ku şev di guhên sibehan de dibêje,  cêwiyê baranê ye mij,  pêçiyên ewraye li ser têlên Sîtara zivistanê,  Mehabad jî weke keçeke tazî xwe bide ber sûlavekê,  di nava mijê de ye,  dibêjin Mehabad şarê mijê ye,  MIJABAD e,  ne tenê mija xwezayê,  lê komara ku saz bûye bi xwe di nava mijeke sor de digevize.  

Çirayên stûnên di serê her kolanekê de,  roniyeke nîvkuştî bi ser vê mijê de dibarînin,  li ber xwe dide ronahî,  li ber xwe didin çirayên stûnên serê kolanan.  

Berî roj here ava li pişt çiyayê Lendî şêxan,  ez û hevalê xwe Kerîmê Şikakî çûne çayxaneya Las û Xezal,  du xortên tenik li maseya nêzîk me rûniştibûn,  yekî ji wan rojnameya KURDISTAN vedinêrî,  min ji Kerîm pirsî:         Ev xortê KURDISTAN di dest de kiye?

-Menafê Kerîmî ye,  hevalê min yê Komeleyê bû,  guman heye Pêşewa wî bike wezîrê perwerdehîyê.    Min awirên xwe berdane stûyê Menaf,  belê şûna tu werîsan ne xuyabû,  Min ji Kerîm pirsî:         eserê werîsan ne xuyaye?

-Werîsê çi?

-Ma te barana werîsan ne dît?

-Badîn çi bi te hatiye? te xewn dîtine ,  yan tu dîn bûyî?!

Min gotinên xwe daqurtandin,  û bê axaftin stûyê xwe raberî wî kir.  Kerîm awireke sivik avête stûyê min û got:         ev pêşiyên Mehabadin bi te vedane,  çemê Sablaxê jêdera pêşiyane Badîn. Tu jî dizanî dema ba radiweste  pês^hi har dibin. Kerîm rabû ser xwe û berê xwe da Menaf û jê re got:         Xuda perestî ştêkî çak e!! Menaf jî weke wî lê vegerand û pirsî:         kak Barzaniye? min destê xwe dirêj kir û got:         ez Badînê Amêdî me,  mamoste me.  

-Be xêr hatî kak Badîn,  fermo danişe.  û bi dilgermî destê min guvaşt?

-êwe çî vedixun ?

-Eger çay nebe,  çay.  û em her sê keniyan.  

Xirecira çayxaneyê ne dihişt em dengên hev bibihîzin,  ji dûyê cigareyan,  mijeke ji ya îşev tîrtir çêbûbû,  nizanim Menaf çi ji min re got,  min serê xwe nêzîk kir û got:         Mîrza Menaf,  bibûre min dengê te nebihîst.    Kerîm got:         Kurd dengên hev nabihîzin.  

-Bo?!Menaf pirsî.  

-ji ber ku guhên xwe şima kirine!min bersiv da.  

-na welle,  ji ber ku gewriya wan xetimiye.  Kerîm bi hêrs got.  

Em di wê guftûgoyê de bûn,  dengekî kal û lerizî kete guhê me:       

-Derya ,  ne derya be komar hîçe.  

Her kesekî di çayxaneyê de stûyê xwe bi alî dengê lerizî de zîvirand,  şopa werîsan li ser her stûyekî zîvirî xuyabû,  min ji Kerîm pirsî:         ev kiye?.  

-Ez Emîral Axa me,  li ser raya xwe me,  eger hûn Mehabad nebin kenarê deryayekî,  yan deryayekî li vê komarê saz nekin,  ew diherife!

Kalekî lerr û zirav,  satileke sifir di destê wî de,  mase bi mase digeriya û ava di piyalên li ser maseyan de rû dikire satila xwe.  

-Çemê  Sablax têra keştiyên mezin nake,  ji pêşewa re bibêjin: bê derya nabe.    û gihişte ber maseya me,  çavên xwe weke du xençeran di çavên min de çikandin û got:       

-Bêgane can, dezanî bo çî şêx Mehmûd be ser nekewt? şarî Silêmanî bender nebû,  çiya hîçin.    û bi hêrs piyala avê ji ber min rakir.  

Heta mirdin,  wekû bende le xizmet şahî Kurdistan

Heyatî xoy fida ka bo hemû emrêk û fermanî.   

Weke çemekî bi xumxum ji gramafona çayxaneyê diherikî ev stran.  

-Elî Esxer Kurdistanî dizane helbestan hilbijêre! Kerîm got.  

-Erê,  ev helbesta Ehmed Muxtarê Caf jî mînakeke berçave.    Menaf bersiv da.  

-kak Menaf,  tê bîra te dema em li cenazeyê wî hazir bûn?

-Ma ew roj ji bîr dibe Kerîm can!! me gora wî dikola,  dema me sîtarek di bin axê de dît,  me dikir û ne dikir ew sîtar dernediket. dawî me ew di gel sîtarê binax kir.  

-Qadir Ewlay jî tarjenekî bê hempa bû,  her dem li rex Elî Esxer bû,  ew weke cêwiyan ji hev nediqetiyan.  

-Badîn tu çi li ser Elî dizanî?

-dema ez li Silêmanî bûm,  min her şev li dengê wî guhdar dikir,  digotin wî li şirketa BEYZAFON  çend stran tomar kirine,  carekê hatibû Silêmanî ji şêx Mehmûd re strabû .  

 

 

 

 

Le heq em bendeyî xoye bimênî lutfî caranî.  

Min em hebsem le la fexre be şertî serwerî Kurdan

Me her sêyan  li ber awazên vê stranê xatir ji hev xwest,  dengê Azanê ji camiya Ebbas Axa bilind dibû,  bi rê de ez dageriyame meyxaneya Agop yê Ermenî,  min şûşeyek VODKA stand,  di nava mijê de dimeşiyam,  gotinên Emîral Axa weke vê mijê ne gelekî diyar bûn,  belê gelo ku Mehabad bi rastî benderek bûya wê rewş çawa bûya?

  

Ez û te ne Mehabad

Ne xewa te tê

Ne jî jimartina stêrkên te diqede

Bîna Qerenfilan ji êvarên te yên şil tê

Bîna te ji Qerenfilan tê

Kolanên te,  bi hêsrên serê sibehan têne pêçandin.  

Te giriyê sibehan dîtiye Mehabad?

Gelo çi dibêje Sablax ji vê şeva lal re?

Hooo şarê xilmaş

Xewnên te di xelekên werîsan re derbas dibin.  

Mij te radimûse, kolan bi kolan

Lûtke bi lûtke

Û dinale

Kî mija te ramûse?

Di pencereyê re li nalîna mija te guhdar dikim

Îşev.   .   .  

Buhareke bi bîn û xwîna bayê seherê şûştî

Li dergehên te dide

Hooo komara sêwî

Kê hûnane ji bo te ev jan?

Kê rêsane ji bo te ev şevên bêxewiyê?

Kê di çavên te de Qerenfil û Darçîn çandine ?!

Kê di di bejna te de bihar serjêkirine?

Kê tu dayî ber barana werîsan?

Bîranînên min, di kolanên te de

Weke berrûyên Amêdyê têne hêran

Kolanên te min bêhiş dihavêjin her meydanê

Xerîbim ez di van kolanên te de

Mîna vê komarê di nava komaran de

De biçine stêrkên bîranînên min bi dasên şevên bêxewiyê

Giyanê min Bike xaliyek

bila pêxwasên te

Li ser bibûrin

Giyanê mine ji xewnên bi mij   hatiye ristin .  

Mija te ye ji giyanê min hatiye ristin

******

îşev min nas kir çima serbazên Rûs li Qafqasya, di şerê mezin de, tivingên xwe bi Vodka didan, tivingên wan mirov dikuştin, Vodka, derdan dikuje, Vodka bîranînan vedijîne, Vodka ji hêsrên xwedê çêbûye.  

Ev du qedehin ez vedixum, tu dibêjî qey mija Mehabad tevde di serê min de dîlanê dike, bîranînên min yên li Silêmaniyê, weke dînan bi kolanên xeyalê min ketine, hespin û hefsar ji siwar stendine û dibezin, weke çirayên di serê kolanan de diçirisin, Jale tê bîra min, lê dengê pisîkên Mehabadê nahêle ez binivîsim, gelo  çima pisîk vî qasî di Sibatê de dîn dibin?

Serê min ji çiyayê Metîn girantir bûye, mij, bîranîn, vodka, bi hev re weke pilingan di vî serê mest de nêçîrê dikin.   

Min ev xewn dît:       

(li şûna Lendî şêxan, deryayekî gewre, weke xaliyeke sor, li ber çavên min raxistî bû, Mehabadî bi hûr û girên xwe hatibûn pêrgîna wê keştiya ku li benderê rawestiya bû, qijikin efsaneyî  li ser keştiyê hêlan dikirin, Pêşewa bi bejna xwe ya mîna pênûsekê, ber bi keştiyê ve diçû, pêlin sor û kefdar li çîmên Pêşewa ketin, dengek hat digot:        kirasê xwe hilmale!Pêşewa guh lê nekir û da nav pêlan.  

ev xwîn, ji cilên min paktire! pêşewa bi nermî got û destê xwe dirêjî keştiya rawestiyayî kir, di keştiyê de gelek kes bi sêdaran ve daleqiyayî bûn, hin serjêkirî ramediyayî bûn, şêx, Mela, Begler, sêdareke bi werîsekî vala li nêva keştiyê danayî bû, Pêşewa berê xwe dayê, li ber rawestiya, werîs ramûsa, û daket.   keştî bi rêket, wirde wirde biçûk bû heta di rûyê aso de bû xaleke reş.   Mehabadiyan desmalên xwe liba kirin, keserên xwe weke refên qulingan bi dû keştiyê de firrandin.   )

* * *

Rojeke xweş bû, ji nêva biharê xwe vedizî bû, hatibû serdana vê Sibatoka sar.   berf qeto qeto li serê çiyayên Xezayê, Qûlqulax, Daşa Mecîd, weke bîranînên min xuya dikirin, çend kulîlkên Helekokê di bin berfa bişaftî de serê xwe hildabûn, mizgîniya biharê didan, nameyên bihareke zû bûn ew kulîlk.  

Qutabiyên her dibistanekê mîna karikên ji çêrê vegerin bi lotik ji dergehan derdiketin, alên rengîn li ser banên malan bi bayê nermik re pêl didan, li dirêjahiya şeqamî şapûr û şeqamî Pehlewî tevgereke germ hebû:       

Çayxane tijî ne, li dor maseyekê çend xort rûniştine, rojnameya KURDISTAN di dest yekî de ye, bi dengekî bihîstî dixwîne,

-Menaf  Kerîmî bûye wezîrî perwerdeyî!!

-Be xway gewre ew şayenî  em mertebeye.  

-Ho ho .   .   .   kerîm Ehmedyanîş bûye be wezîr!!

-Boçî na ?Ew xizmî Mîna Xanime!

Bavekî bi destê kurê xwe girtiye û wî dibe berber, yek bi kurê xwe re derbasî ba terziyekî dibe, pirr kes di ber meyxaneya Agop re derbas dibin, di bin çavan re li şûşeyên mişt şoreş û dînbûn dinêrin , rûyê xwe tirş dikin û dilezînin, siwarekî ji xwe razî di meydana çarçira re dibûre, qirpeqirpq simên hespa wî, şal û şapikên wî, rêşiyên ji kolosê wî dawerivîne, simêlên wî yên badayî dibiriqînin, hemû dibêjin ev kurê axayekî ye, gundiyek û kera xwe li şûşeyên meyxaneyê mêze dikin, yê gundî rûyê xwe diqermiçîne û lêvên xwe bi peyvin nediyar dilivîne, na peyvên wî têne bihîstin,  ew dibêje Estexfirullah, paniyên qelişî yên herdu lingên xwe di newqa kera  reben ra dike, dêêêêêê û diçe.   di tariya dikaneke biçûk de kalek li ber kokelên werîsan rûniştiye, ji banê dikanê her reng werîs daleqandîne, zirav, qalind, stûr, kin, dirêj, zer, spî, ji Kêndirê, ji naylon, ji pembo, ji hiriyê jî hene werîs, hin jin li ber dîwarê xwe, di tava rojê de, berrên rengîn çêdikin, bi quloçên xezalan tayên rengareng  di nav hev radikin, çend Barzanî tivingên wan li mil bi payedarî dimeşin, Jîpeke reng ji axê giran giran diherike, çend feqeyên rî sivik bi lez berê xwe didin camiya Bazar, diyare naxwazin nimêja Esir li wan here, keçikeke nûhatî li dîlana du perwaneyan sêr dike, çav li min û Mujde dikeve, pencereyê digire.  

-Ev hemsaya mine.  

-Kî?

-Ev keça ku niha pencere dada.  

Bêyî ku Mujde çavên xwe ji pencereyê dagerîne, pirsî:        -xweşike?

-Mujde te xweşikbûn ji kesî re nehiştiye.  

-Te çima behsa wê kir?

-her sibe dengê strana wê tê min:       

çendan ki  guftem,   xem ba tebîban

Derman nekerdend, miskîn xerîban 

Mujde di ber xwe de, bi dengekî nizm û awazeke xemgîn ev xezela Hafizê şîrazî gihande dawî:       

Hafiz negeştî şeydayê  gêtî

Ger mîşinîdî pendî edîban.   

Û hêsrin di çavên Mujde de biriqîn.  

-Mujde çima digirî?

-Badîn, pişt re tê her tiştî fêr bibî!û serê xwe di sînga min de bingor kir, min ramûsaneke lezok, weke birûskekê, ji lêvên wê yên weke du libên tirî dizîn , û got emro behare!!

-lêre Mehabade Badîn, behareş le beharî şîraz xoştire.  

-ca were em seyran bikeyn!

-be kû?

-Be lêwarekanî Sablax!

-de ka.  

Em ji çavên xelkê dûr ketin, kes nizane bê çawa me xwe ji şarê Mehabadê vedizî, xelk xerîkî komara nû ava bûyî bûbûn, ez jî bi evîna xwe ya nû mijûl bûm.  

-tu komara vî dilê wêranî Mujde!!

Ew li ber şorebiyekê rûnişt, xwe siparte qurmê wê, û bi dengekî nazik got: were lam danişe.   ez li nik rûniştim û bêdeng min li ava çem nihêrî, ji min pirsî:  xeyalet be kû seyran eka Badîn?!

-ha.…. ez li ba te me, û min ew da ber pêlin ji ramûsanan, ez bi nermî ji xwe dûr xistim û bi ken got:         şerm bike mamoste.

-evîndar şermê nizane. Û em hinekî bêdeng man.

 min ji nişkêve jê pirsî:  eger Sablax derya bûya, wê Mehabad çawa bûya?.  

-Te jî keştî dît?

-belê .  

-tu tirsiyayî?

-ez ji xeleka werîsê vala tirsiyam.  

-ewe pêşeroja vê komarê.  

-te bersiva min neda!!

-bersiva çi?

-eger Mehabad benderek bûya?

-Ezê bi keştiyan çûbama Ararat .  

min ew bersiv daleqandî hişt û pelek ji deftera di dest xwede qetand, gemiyek biçûk pê çêkir û berda avê, Mujde çend kevirên hûr bi dû wê gemiya aware de avêtin , çavên wê xwe bi hêsran dişûşt, min destê wê yê weke çêlekewekê hilgirt û bi lez ramûsa(hemî ramûsan li vî bajarî wehane).  

Evîna veşarî êdî rûpoşa xwe dihavêt, herdu dil dibişkivîn, bêdeng  cenga lêvan dest pêkir, şorebiyê şaxên xwe berjêr kiribûn, weke konekî kesk herdu veşartibûn, lêv li ser lêvan vediniştin,  du êlên Koçerane bi hev ketine, talanê dest pê kir, tilî li serê memikan digeriyan, ji nav daristana por derketibûn, li nezarê gerdenê rawestiyan, li pişta nermik û navmilên şayik, singa zerî û germ seyran kirin, gulsêv ji henasên Mujde diweşiyan, memikên dest nedîtî weke keroşkên li pişt tûmikan serî hildidan, stûr dibûn, ax û ofên şehwetê herdu bedenên tî dihejandin, bi diranên xwe Badîn guharê Mujde jê kirin, bi du gezên sivik re ew mest kir, weke ewrên Nîsanê di ser hev re werdigeriyan, kê gotiye evîn ne taveke?!-ez ji te hez dikim, herduyan bi çavin nîvgirtî, ji hev re gotin, û dîsa ketin govenda hingivîn, har bûbûn herdu beden, dîn bûbûn zik û navran, ling û dest, lêv û diran, ziman û tilî.   Mujde lêva xwe ya jêr hindik mabû biqetanda, ji xweşiya wê katê re qêriya û got:        ûxeyç.    Badînê tî dewla xwe berda binê bîrê, bi şikestina tîbûna xwe re (ofyaaaan)ji devê wî weke nalîna birîndarekî  derket, Mujde li rex wî di xewa şêrîn de bû, bedena wê ya weke sûlavekê tazî di nav çipikên xwêdanê de dibiriqî(kî dikare sûlavan hembêz bike?)Badîn xwe li ser piştê kir,  weke cotyarekî ji cot westiya be,  destên xwe xistin bin serê xwe) û çavên xwe li odeyeke xir û xalî vekirin, ne Sablax hebû, ne Mujde, ne jî şorebiya dilovan.  

Nema zanibû di xewnê de ye, yan rastî bû.

 

*  *  *                         

Dawiya Sibatê ye, êdî xweza kefenê zivistanê dirêse, berfeke har ji êvar de dibare, di cama pencereyê re li çirayên kolanan dinêrim, kuliyên berfê ronahî dorpêç kirine, weke hengên xwe bidin ser kulîlkên biharê, êrîşî wan çirayên xemgîn dikin, çira jî bi ronahiyên xwe yên nîvkuştî li ber xwe didin, gelo ev berf dikare wan vemirîne?!ji pencereya himber min dengê hemsaya min tê, strana xwe ya herşev dibêje:       

Ya reb eman dê, ta bai bîned     

çeşmi muhibban, rûyê hebîban.  

Van rojan li medreseyê, li çayxaneyê, li Serbazxanê, û li civatan behsa yarmetiyên Rûs dibe, berî du rojan pênc hezar metralyoz, tiving, û demançeyên Gold û Birno gehiştin urdugeha Serbazxane, çekên giran hîn nehatine, Mehabadî dibêjin: pêncî tank û deh topên giran bi rê de ne, hin sond dixun: karwanekî leşkerî li nêzîk bajarê Xoy rawestiyaye, Emîral axa jî, kolan kolan digere, kenekî dîn dike û diqîre:  derya wê Mehabad biparêze, ne hesinê sar ji dewletên qeşa yê.  

Berf xurt tir dibe, peyta peyta şaxên dêlîya tirî, ya weke jinbiyekê, di nîvê hewşê de, spî dibin.  

-dar axaftinên zevî ne!

Kerîmê Şikakî dibêje .   

gelek caran ez guhê xwe didim şaxên vê darê, dengê buhurîna avê di rehên wê de weke awazê  sîtarekê tê, nalîna rezan ji hewşa min tê.  

-Xewa daran nayê!

Kerîmê Şikakî dibêje:       

-Dema Simiko axa kuştin, nalîneke weke barebara karikên şîr ji darên Şino , Ormiye, Selmas, û Xoy hat, her kesî giriyê spîndaran bihîst, hinar û sêvan wê salê ber negirtin,  berû di darên xwe de teqiyan, te hêsrên daran dîtine Badîn? berbangê here  li ber darekê raweste, stranekê bibilîne, wê dar şaxên xwe dawerivîne, bergên wê weke çavên minalan şilbibin.  

Berfê sond xwariye heta beyanê bibare, weke ku dilê zivistanê û barkirinê nebe bayê kurr dizûre, bayekî bi nalîn weke heyranokên dengbêjekî kor.  

-ba gazinên çiyane, dema çiya giliyê tenêtiya xwe ji asoyan re dikin ba radibe, Kerîm weha dibêje, dema Simiko kuştin çiya bêdeng man, tenê lihev dinihêrîn û digiriyan, tenêtiya xwe ji bîr kiribûn, wê salê ba rawestiya bû.   

Ji mehan meha Hezîranê bû, şanzdeh salan berê, ez deh salî bûm, bavê min di gel çend siwarî rişmên hespan bi Simiko axa re badan ser Şino.  

-Rizaxan bi xwe li hêviya mine, Simiko simêlên xwe yên reş û tûjik û bi donê berxikan biriqandî badan û ji siwaran re got.  

dîrokê xefkên xwe yên zêrîn vedabûn, xefkên ku lê dilikumîn Kurd di katên nexwedayî de.  

-Ezê bihêlim Rizaxan qelûna min tijî tûtin bike hîn ez ji hespa xwe daneketime, Simiko soz dida siwarên xwe, berî jivanê gulle bariyan , ji her alî de , Simiko destek avête xençerê, destek di paşila wî de ma, siwaran nizanibû çi diqewime, kesî jî nizanibû ew siwarên jidesthilanînketî çi birebirê dikin? tenê dengek dihat, digot:        pergala me belav bû.   du leşkerên Iranê hatin nava kuştiyan ku termê Simiko hilgirin, qelûnek zîvkirî vala di nav lepê wî yê bi xwîn de bû.  

Keç û bûkên Şikakî li ser gora Simiko civiyan û bi keziyên xwe kêla serê wî veşartin, heta niha keçikên Şikakî kezîkurrin.  

Kerîm piştî kuştina bavê xwe, bi destê diya xwe û Mujde girt û berî dane Mehabad, li girê Xudaperest bi Menaf re bû endamê(J.K).  

(di deryayekî pêldar de,  û bi keştiyeke riziyayî  mirov hêviya çi peravan dike? ew weke xewnan di nava pêlên aware re xuyadikin, peravin ji xewnên beravêtî, xewnin ji mija xeyalekî dîn û bê perav! çend caran xewn bi xelekên teng yên werîsên daleqandî hatin lorandin? ma xewn ne derewên şevê ne?

Sê salan berê ez: Badîn kurê Unisê Amêdî şervanek bûm li gel Mele Mistefa, dojehek bû ew şer, ji xwe di nava agir de hesin sîqal dibin weke çawa dil di evîneke xedar de tenik dibin. min digot:  emê karibin Bexdayê jî têxin zefta xwe, ne min tenê, lê wan darên êzingan hemûyan wa digotin, li gel wilo jî min zanî bû ev azadiya malmîrat ya ku deh hezar tivingên serxweş ji bo wê dilîrînin zû bi zû xêliyê ji ser rûyê xwe nade alî, min zanîbû hevîrê me hîn tirş nebûye me tenûr dadaye, min zanîbû ew qirşik dişewitin, lê tenê der û dor ronî dibin, hêviya min û nanekî taze bixum nebû, dîsa jî min bi dilgermî şer dikir, ji bo armancên mezin xebat rewaye,  çendî mirov zanibe ew armanc pêk nayên jî. halê vê komarê jî ewe, ew daneyeke di tizbiya dirêj ya mêjûya me de, ez dizanim wê ew di nav tiliyên stûr yên çerxa felekê de birize, hûr bibe, bibe bîranîn, vaye du meh di ser re derbas nebûne, Rûs sozên xwe weke  berûyan şikandin, ma dûre ku ew û Tehran bi yek desmalê dîlanê nakin?! hayê kê ji bayê felekê heye? ji ku tê û diçe ku?.  

Bayê kurr tiliyên xwe dirêjî dêlîya tirî dike, wî kirasê berfê ji ser şaxên wê yên rût dişeqitîne, bi hovîtî wê tazî dike, zinê pê dike û dibe qêrîna wî bayê zinêkar(yek caran şoreş dibin ba).  

Sibe wê ekkasek (fotografçiyek) were dibistanê, ji bo kişandina wêneyên mamoste û qutabiyan.  

*******

Xefkên dil

Erê..........yek caran dil kor dibin, di koncalên evînên nêçîrvan de werdibin.   

1939 Amêdyê

horiyên bihiştê jî ne di ciwaniya wê de bûn, min di hemêza wê de dilê xwe kedî dikir, giyanê min yê sar, hogirî germiya sînga wê bûbû, dapîra min hêlanek ji tejikeke kevin ji me re bi dara me ya tuyê ve girêda bû(tuyên wê spî bûn û şêrîn bûn)em ji hêlanê dernediketin, li ber bayê hênik yê esrên teng xilmaşiyeke şêrîn digirte ser me.   

-Rabin rabin, tilûran bi ser we de zelq û zîç kirine.  

Dapîra min em ji xew radikirin, em zarok bûn , me hîn nizanîbû jin û mêr çima yek caran bi hev re dikevin nav nivînan, nalîn bi wan dikeve, lê herdu bi kêf ji nav nivînên xwe derdikevin, me ev nizanîbû, lê agirekî nediyar xwe li dilê me weke lavlavekê pêçabû, rojekê -hinekî salên me bi jor de hilkişiyabûn- em di wê hêlana xwe de bûn, dapîra min li axurê bû çêleka xwe êm dikir, keça meta min weke qitikekê destê xwe dirêjî singa min kir, bişkokên şapika min ya Keldanî vekirin û hêdî hêdî qitik dakete jêr di bin piştanê min re li nav ranên min çêriya, tevizîneke xweş di bedena min geriya, ji wê rojê de min nas kir ez nêrim!.  

Sal gindirîn, êdî lîstika me ya şêrîn û gewdeyên me yên tî nema di wê hêlanê hildihatin, geh li kadînê, geh li axurê, bedenên me yên weke du sibehan xwe ji mija kincan dadiweşandin, her ku dem diçû keça meta min ciwantir dibû, li dû tavên nêraniya min, du Dobelan di singa wê de hilpekiyan, çi germ û nerm bûn ew herdu girên ji agir ku di berriya singa wê de bilind bûbûn, çavên wê qerfê xwe bi şevên biharê dikirin.  

-Pîrê ezê bizewicim.  

-şukur ji xwedê re Badînê min bû zilam.  

-Tu dizanî dergistiya min kiye?

-Xwedê tenê bi razên dilan zane berxê min.  

-keça meta mine.  

Pîrka min di ciyê xwe de bû kavilekî bêdeng , hema destê xwe da ser devê xwe û got:  porkurro, malmîrato ma ne ev xweha te ye, te û wê sal û nîvekê bi hev re şîr ji yek pêsîrê mêtiye.  

Satilek ava berfê bi ser serê min dabû, bêçare mam, rencerû bûm, şêt bûm, aware bûm, lê min xwe ji wan katên xwedayî û ji evîna narewa veneçinî, min got eger ev hal rêxa çêlekên dapîra min be jî ezê têde bigevizim.  

Rojekê dapîra min ez hinartim Dihokê.       

-Bado ev çêlek jî weke min pîr bûye, ji rêxê pêve tiştekî nade me, guhanên wê çikiyane, binêre....tu dikarî parsûyên wê bihejmêrî, wê bibe Dihokê belkî tu me jê xelas bikî, dibêjin bazirganên Mûsilê li wir sewalan dikirin û difiroşin Ingilîzan.  

Min nizanibû dapîra qeder çi tevnê dirêse.  

Serê payîzê bû, li kevîkên rûbaran, kêlekên rêyan, termê havînê ramediya bû, ez û çêleka pîr û du balafirên LANKISTER  yên Ingilîzan tenê di wê payîza bi tenê de dimeşiyan.   bêtirî înekê ez mam, lê pol û poşman vegeriyam.  

-Te çêlek nefirot?

-şerekî giran dest pêkiriye.  

-îşê çêleka min bi şerê xelkê çiye?

-dibêjin wê ew berfireh bibe, wê êzing û ardû buha bibin, emê wê çaxê rêxa wê bifiroşin.  

Nizanim çima dilê min di singa min de ne ditebitî, û xeyalê keça meta min ji ber çavê min xwe nedida alî, berêvar bû, ez li bin dara tuyê rûniştim,  çivîkeke xemgîn, li ser şaxeke rût weke giyanê min yê wêran veniştî bû , min ji dapîra xwe pirsî: ka çivîkên vê darê? berê xwe da ezmanekî vala û got: lawo heywanên xwedê ne, dera jê hez bikin, lê dilûsin.  

-û keça meta min ?

Du hêsran xwe di qelîştekên rûyê dapîra min de bi cih kirin û bi dengekî ne weke dengan got:  dîn bûye!

Mîna ku rehek di dilê min de biqete janekê xwe berda hinavên min,  tehliya ku li ser zimanê min kom bûbû min daqurtand, dawerivî giyanê min ew tehlayî, û bêyî ku bipirsim:  çima? ez derketim.

Pîrka min a bi dengekî bilind digirîya go: ew li Bamernî ye, wê rihet bibe kurê min, lê kes nizane çi pê hat, şevekê ji xew rabû û kire qêrîn, hema dipirsî bado te çi kir!!

Min zanî bû ku êdî çare nemaye û ew jivanên me yên bi dizî ew li dînbûnê qelibandine.  

Wê şeva payizî xewê rêya çavên min winda kir, Generalên artêşên Fransiz û Alman û Ingilîzan jî wê şevê  çav nedane serhev, ez difikirîm çi bikim û berê xwe bidim kîjan bajarî? kîjan bajar min û birînên min hembêz bike! ew difikirîn kîjan bajarî têxin bin lingên xwe ! EZ generalê evîneke sêwî bûm wê şevê !!

Hêdî hêdî ezman zelal dibû, mîna xewnekê ji hev vedibû ezman, çivîkên ku li ser dara tuyê niviyabûn, rojeke nû pêşkêş dikirin, bêyî ku ez li hêviya hilbûna rojê bimînim, ji mal derketim, stêrik weke tuyan yeko yeko ji ezman dadiweşiyan, ezman bû weke dareke bê meywe  bi hilatina rojê re, min Amêdyê li pey xwe hişt, ew weke xewnekê ji ber çavê min winda dibû, bayê hênik yê ku gelî û newal dilorandin, tilûrên ku wê sibeha xemgîn hêlan dikirin, rûbarê serxweş, kenê keça meta min li bin darên berrûyan dema min ew didiqdiqand, siya zinarên efsaneyî, sûlafê ku ji gotina çîrokan têr nedibû, ew wêne û nigarên li ser kevirê newalan, li devê şikeftan, heft bîrên kevnare, kuna berfê ku heta havînan berf tê de ne diheliya, havîngeha mîrekên Behdînan, paytexta kepû bilind, darên spîndarê, badem û gwîzê, çiyayê Metîn, Gara, çêleka pîrka min, kitêbên min, Derên tozgirtî, zimanên cuda cuda ku li bin guhên hev diketin(Ibranî, Erebî, Siryanî, Tirkî, Kurmancî), hemû li pey min man, ez generalê wê evîna qedexe!!tenê min birînên xwe, şikestinên xwe, û xewnên xwe yên pêknehatî bi dû xwe de dikişkişandin.

Min dixwest berê xwe bidim bamernî, lê lingên min berê min dane devereke dî.  

++++++

dawiya payîzê, 1939.  

Silêmanî weke dîzekê  li ser agirê fikreke netewî dikeliya, hîn bîna barûdê ji zinarên Taslûce û Derbendî Baziyan dihat, hîn xwîn şil bû li ser wan zinaran, axîna bavê min ya di ber mirinê de bi bayê beyanê re dikewkibî, hîn xelkê digot:       

-şêx Mehmûd ji vî çemî av vedixwar.  

-Dema êsîr bû , ew anîne vê malê.  

-eve ala wî ku li zendên xwe gerandibû.  

-Ev tîp ji çapxaneya  şikefta Casine ne .  

-Min jî rojnameya Bangi Heq dixwend.

-Pûlposteke memlekta wî li mala me heye!!

-Perîka bazekî ji bazên wî yên nêçîrê di berîka min de ye!!  

Hinan jî digotin ku wan solên şêx li ber lingên wî rast dikirin.  

Hevalê min Sadiq Amêdî, yê ku li wir mamoste bû gelek alîkarî bi min re kir, min xaniyek li navçeya bajêr kirê kir , ez li kar geriyam, bûme çayçî, zû ez ne dihatim qebûlkirin, ez Behdîniyek li nav Soranan bûm, bavê min li vir xwîn rijand, min  jî qedeh dişuştin!! ji maseyekê diçûme yeke dî, nûçeyên şer taze taze li çayxaneyan belav dibûn, di gramafonan re dengin qebe behsa şer dikirin.  

rojekê li ser maseyekê du kesan çayeke şêrîn xwestin, bi zor di xirecirê de dengê wan dihate min, yekî bi awirin matmayî li min nihêrî û pirsî:       

-Kak le kûyî?

-Ji Amêdyê me.  

-Unisê Mizûrî dibe çî te?

-Bavê mine.  

-Rehma xwedê li hestiyê wî be, ew mêrekî çê bû, te mûyek jê bernedaye.  

-Tu ji ku wî nas dikî?

-Bîst salan berê ez çûme Amêdyê weke bazirganekî Mûsilî, wî hibriyek ji min kirî, li qeyseriya mezin, min tîpên mêrxasekî têde dît, jêre qala şêx Mehmûd kir, havîna wê salê min ew li Derbendî Baziyan dît, çiqas xwîna wî ya ku wê şefeqê rijiya  sor bû!!!.  

Wan salan kesî nediwêrî bû baweriya xwe bi kesî bîne, casûs û sîxurên Almanan li her deverê hebûn, yên Ingilîzan jî bêtir bûn, casûsek bihata girtin, di zindanan  de diriziya, tune jî dibûn, piraniya Kurdan alîgirê HITLER bûn, ji qehra Ingilîzan, ji Almanan hez dikirin.  

-Navê min Sayib Hewlêrî ye, ev jî hevalê min Heme Reşîd e.  

-Ez jî Badînê Amêdî me.   

Me xwe bi hev da naskirin.  

Tûtin di cixareyên xelkên rûniştî de dişewitî mîna bajar û gundên Ewropa, mîna dilê min. dû li ser wan serên tijî ji fikr û xeyalên jihev dûr dizîzikî mîna xewnan, ez û wan her du xortan bûne dost, hevalê min Sadiqê Amêdî jî li wir mamosteyê ciyografya bû, lê me hevdu kêm didît, dema xelk li çayxaneyê kêm dibûn em rûdiniştin, me behsa Barzanî, şêx Mehmûd û şerê mezin dikir, tayekî ku morîkên tizbiya axaftinên me li pey hev rêz bike nebû, deh rojan pişt re, Heme Reşîd bi tenê hat, min bala xwe dayê çixareya di nav tiliyên wî de vemiriye, ziq li çaya ku li ber wî sar bûbû dinêrî,

-çi heye?

-Sayibê Hewlêrî girtin.  

-kê?!!

-Ingilîzan!! ma kî li vî welatê bê xwedî  mirovan digire?! berî tu werî vê çayxaneyê, em rûniştibûn, wî bêhemdî xwe xaçekî şikestî weke yê Nazîyan li ser maseyê kola, binêre.  

şopa xaçekî hebû , lê xuya bû bi kêrekê rakiribûn.  

-Xweziya tankên Hitler îro werin vî bajarî, min bi hêrs got, û ber dilê Heme Reşîd da.  

Ez li Silêmanî xerîb bûm, ji min nefret dikirin xelkê, zimanê min fêm nedikirin, digotine min: Badîniyo Kurmanco!! her kes li serê min bûbû Mîr Miheme Korê Rewandizî, lê Heme Reşîd ne weke wan bû , me ji hevdu fêm jî dikir, gelo ev xemgînê han kiye?.  

-Ez ji Dêrsimê me bira, te ev nav bihîstiye? Derîyê zîv e lê teresan navê wê guherîne, kirine Tuncelî, binêre çawa zîv bi kîna xwe dikin tunc û sifr!! lê xwîna wê nehatiye guhertin, hîn bi ava desmêja Seyid Riza xelk sond dixun, hîn Henneya ku bûkan ji serê xwe re stra bû di kodikan de zuwa nebûye, berî du salan bû bira, Dêrsim sexweş bûbû, xwînê di tamarên xortên wê de dîlan dikir, çiyan hev ji xewa ezelî radikirin, dîrokê xefkên xwe veda bûn, lingên kor bi hezaran tê wer bûn, çi xefkin xweşik bûn bira, rêl û daristan, newal, dil û hinav, bi hev re sotin, agir bi çiyayê Dêrsimê ket, Elî şêr nas dikî bira? Rêber serê wî hilqetand weke  ku zebeşekî ji lema wê hilke, serîyê bê gewde di bin çengê Rêber de, li ber maseya efserê Romî danî, dibêjin serê jêkirî -bawer bike- tif kire rûyê Rêber, ode tijî bû, çendî cihok çêkirin, ajotin çemê Munzur, hîç bû , nema zanibûn xwe çawa ji wê tifê xilas kin, di bin tifê de fetisî Rêber. payîzeke şil bû berî du salan, baraneke hûr weke hestên Seyid Riza dibariya wê şeveqê, baranê werîsê rûn kirî şil ne dikir, wî serê xwe yê bê şaşik xiste xeleka werîs û:       

-hêêêy çiyayên Dêrsim bi xatirê we.  

-Oxira te ya xêrê be. çiyan li hev vegerandin dengê birîndar. bejna Seyid Riza weke stûneke ji ronahiyê li babû.  

Keçik û bûkên Dêrsimê porê xwe henne kiribûn:    em serê xwe naşon heta Seyid Riza destûrê bide. lê wî destûr neda, bi sedan keç avêtin çemê Munzur, heta mehekê henneya bişaftî çem reş kiribû, desmalên bûkan li newalan weke qulingan bi bayê kur re mêl dibûn, wan desmalên bi henne, xwe li daran digerandin, tîş tîşî bûbûn ew desmal weke meyweyên buhurî, heta niha ku ba ji hêla Dêrsim tê bîna hennê difûre, navê min ne Heme Reşîde, ez Hisênê KANZADE me, dizanî kanzade çiye bira?ez lawê xwînê me!min jî roja Xizirî  sond xwar li ber destên Şahan axa yê Bextiyar, me goştê qurbanê jî xwar û destê xwe di xwîna qurbanan da kir û di rûyê xwe da, ax bira ax, serhildanên me weke darên bin xwe tenê sî bikin, govendên  koranin ew serhildan, xwedê jî nizane kê ew fêrî dîlana tewş kirine!!.  

Min Hisênê Dêrsimî anî li ba xwe bi cih kir, odeya min tijî hilma henneyê bû, tijî girî bû.  

-Tirk li min digerin, segên xwe berdane welatên xwedê , şopa bîna henneyê diajon, min efserek û du serbazên wan kuştine. ez ji çiyan dadiketim, min dît xûşka min rût li bin dara hinarê, efserê tirk bi ser de xwar bûye, orîniya gayekî pîr jê dihat, nizanim çawa min tivinga serbazekî ji dest girt, ew û yên mayî li erdê sar kirin, xûşka min jî di xwîna xwe de ma bû.   porê hennekirî bi xwînê hate şûştin!!

Her şev Hisên ji min re behsa Dêrsima xwe dikir, tozek henne li tûtina cigareyê dikir û dikişand, bîneke ecêb bi ser xwe dixist, ji avê bêtir mey dinoşî û digot:  bila bîn a meyê bifûre!!henneyê ez kuştim.  

Min helbestên xwe jê re dixwendin, serî dihejand û digot:        berde.….serhildan û xwîna mêran tiştek qezenc nekirin, wê qerwelkên te çi rêxê bela kin? û qedeha xwe dikire yek qurt.  

-Tu dizanî mey çiye? nalîna rezên tiriye, hêsirên goşiyaye, mey kenê xwedêye.....û digiriya.  

-Te dîtiye çawa henne xwe ji guliyên bûkan berdide?!! pirtik pirtik tê xwarê, min bi van çavên xêrnedîtî, sê keçik di çemê Munzur de dîtin, melesên wan bi ser avê ketibûn, bi lekehên sor xemilî bûn ew meles, xwîn bû yan henne? Ma ferq heye!!

û straneke ku min jê fêm nedikir digot:       

Min şima piya wirdo kirwanê Xizirî

Pirço ti bê nabêbextiye mekerî

Min o to çiçikê Delalê piya lîto

Seyid Riza ocax bû bira, li ber sêdarê berê xwe da ezmanê kerr û got: xwedêyo! tu wî Mustefa Kemalî zû bînî nik xwe, da ku ez wî mehkeme bikim. Salek neçû Atatürk mir.

Êvarekê hevalê min yê Dêrsimî venegeriya mal, li çayxaneyê jî xuya nekir, kolan kolan ez lê geriyam, min dida ser şopa henneyê, ez li keçikin sergirêdayî rast dihatim, li tûrên qetiyayî, li bayên Dêrsimê, ez bêhêvî mam, rojekê pîreke falnas derbasî çayxaneyê bû, ez li ber rûniştim û min jê re got:       

Falekê ji min re veke. wê fincana sernexûn rakir û lê nihêrî û got :       

-çend Filsan bide pîra zal, fala te dibe zelal. Min du Filsên iraqî dirêjî wê krin. 

Çavên xwe xistin binê fincanê û got:       

-Her şarekî tu lê bimînî, gora evîneke teye, ayyyy dilê te derizîye, sê ribê mûma jiyana te şewitîye, ezîzê ber dilê te reviyaye, mirina te li nava çiyaye, a binêre fala te weke sibehekê xuyaye. Ji hîva li çarde bitirse, bawer nakî ji falnaseke dî jî bipirse!! 

Pîrê fincan nêzîkî rûyê xwe kir û ji nişkêve qîriya:       

-Henne di binê fincana te de çi digere!!!

* * *

Sala hezar û nehsed û sî û neh ber bi gorê ve diçû, Polonya dihate hêran bi diranên Naziyan, Hitler xwe amade dikir Parîsê têxe berîka xwe, xelkên Silêmanî jî digotin:        wê Alman werin îraqê, bîrên petrolê di xewnên Hitler de teqiyqne, dost û nasên min roj bi roj çêdibûn, Amêdyê weke pêtekê di xeyalê min de diçirisî, bi demê re dibû arî.   

Êvarekê Sadiqê Behadînê Amêdî hate mala min , min gazinê nehatina wî kir, wî jî mamostetiya xwe kire behane û rojnameyek li ber min raxist :       

-Tu helbestan dinivîsî, ev rojnameya Jîn e,  jê re binivîs.  

Wê şevê ez gelekî şabûm, min bi dilgermî rûpelên wê qulibandin, ez gelekî tê nedigihîştim lê min bi eşq xwendin gotar û helbestên wê, min ji Hawarê bêtir hez dikir.  

* * *         

çayxane tijî bû, ji dûyê cigareyan kesî kes nedidît, te digot şerê eniya sehraya Misr e, weke pêtageke hingiv deng li nav hev diketin, min li quncekî Sadiq dît:       

-Bado Bado .        

Min sêniya çayê danî û çûm li nik wî rûniştim, xortekî navoser li rex wî rûniştibû, wî em bi hev dane naskirin:        -ev Badînê Amêdî ye –destê xwe di sînga min de lêxist-û ev mamoste Nûrî Emîn e berpirsê Jîn e.  

Me dest da hev û ketin axaftineke quto quto, tê bîra min Nûrî ji min pirsî: tu çi karî li vir dikî? min got: çayçî me kaka, ma Badîniyek li nav Soranan dikare çi bike?.  

Nûrî ez bi Sadiq re dawetî sersalê kirim, lê min got:   ez bi tenê me hûn werin wê çêtir be,  ew şev ji bîra min naçe, berfeke fedyok dibariya, şeqamên Silêmanî bêdeng bûn wê şevê, di odeya xwe ya biçûk de rûniştîbûm, guhê min li derî bû, çavên min jî li kolana weke rûpelên nivîskarekî tembel bû, saeta Serkîsof ya bavê min ji Qarsê bi xwe re anîbû, neh temam digot, dengekî aram ji derî hat, qeflek xort û keçek derbasî odeyê bûn, Sadiq danasîneke bi lez li dar xist, ez ji hiş çûbûm, lal bûbûm, gelo mumkine kes bi vê ciwaniyê hebe?! xwedêyo te bi tayên kîjan ronahiyê tevna vê horiya nazik ristiye?.  

-Ev Jale ye, Jaleya Caf e, belavkera Jîn e, Nûrî got.  

-belavkera Jîn e û mirovan dikuje! Min bi dengekî nîv bihîstî got, lê guhên Nûrî li min bûn,  got:  tenê yezdan vî karî dike.  

Jale di nav kenekî sivik re, dîwarên odeyê bi awirên xwe yên xwedayî şeh dikirin, got:  Bîna henneyê ji odeya te tê!

-Ev bîna Dêrsimê ye.  

Çawa wê ji bîra min biçe ew şev?! Keçek bi wê ciwaniyê ji bîra keran jî naçe, di wê tîbûnê de, qurtek ava sar, di wî agirî de zozanek ji hênikîyê, di wê windabûnê de stêreke geş!!min dev ji karê xwe berda, çend Dînar di berîka min de çêbûbûn, ez bûme belavkerê Jîn!

-Badîn tu helbestan nazik dirêsî, be daxewe xelata Nobel îsal nîne.   şerê mezin çalakiyên weke sporê, belavkirina Nobel, û vexwarina meya BORDEUX , ji bala mirovan avêtibûn.   lê ez nizanim Jale qerf û tinazî dikirin?! yan rast helbestên min xweş didîtin ?! wê digot ez ji vî cûre helbest hez dikim, serbestin, azadin, çawa bixwazin difirin, mixabin tu bi kurmancî  û tîpên Latînî dinivîsî.  

-Ezê ji bo te bi Soranî jî binivîsim, bi zimanê ewran û çem û tilûran jî, ez û helbestên xwe di fermana te de ne, ezê bi xwîna xwe jî helbestekê binivîsim!

ez li ber tu mirovî wîqasî sist û bêçare nebûbûm, lê ew ne mirov bû , ew perî bû, horî bû, firişte bû çi bû? nizanim, lêvên wê qerf û tinazî bi qerenfilên sor dikirin, kenê wê dîlana yasemînan bû, henasên wê gulesêv bûn, û çavên wê .   .   na.   .   xameya min li ber wan her du şaneyên hingiv lalin, memikên wê .   .   .   .   .   .   .   .   .   .   .   .   .   .  

Hêdî hêdî evîna wê weke geyayekî li dû baraneke biharî di beyabanên dilê min de şîn hat, min Amêdyê ji bîr kir, roj bi roj keça  meta min dadiwerivî binê bîra bîranînan.  

Em herdu westiya bûn , me pêncî rojname, belav kiribûn, û gavên me yên tirsonek em dihajotin odeya min ya sar, bayê ku ji Pîremegrûn diherikî, weke derziyan rûyê me ditevizand.  

-îşev li ba min be! min bi bêhêvîbûn got.  

-Emê vexun?!pirsî.  

-Erê.  

-çi?!

-Wîskî.  

Wê şevê ez di ezmanekî sor de firiyam, di hingivê bedena wê ya nerm de min avjenî kir, lêvên min, tiliyên min, ranên min, dîn bûbûn wê şevê.  

-Badîn bese te ez kuştim.  

-Bes niye.  

-Vî qasî tu tî bûyî?!

-Ez ne tî me, ez tîbûn bi xwe me.  

Ez dame ber hemêza xwe ya bihiştî û got:  tu yê minî.  

-Erê…. weke dibêjin:  heta hebim ez ji te ra me,  ku ez mirim ji axa sar ra me.  

ew weke minalekî, li ber xwendina min ji helbestan re kete xew, hilm û henasên wê, te digot kulîlkên kerez û biyokan e, porê wê gencîneyekî zêr bû li ser palgehê belav bûbû, çemekî şîr bû bedena wê di nivîna min de herikî, min tehliya rojên xwe di hemêza wê de bingor kir, dîwarên odeya min ji ramûsanên me sincirîn, dojeheke ji bihiştê xweştir bû ew şev, lêvên min du kew bûn ew bedena har nikil dikirin, tiliyên min gayên dîn bûn ew sînga weke berfa Qeredaxê cot dikirin.  

Bihar di bin lingên te de diherike

Tu derbasî ferhengekê bibî

Wê peyv weke çivîkên ber rojava

Ref bi ref

Li ser şaxên giyanê min bicivin

Û bibin helbestek.  

-Bêje Bado, ev gotinên te ji lorîkên dayikan jî xweştirin.  

-na  Jale, gotinê min bêkêrin, Pîremêrd jî nikare pesnê ciwaniya te bike.  

Sibehê dema em ji xew rabûn, ez ji şabûna giriyam, li Silêmaniyê, keçek serbest were ba min û bi min re Wîskî vexwe?? Û di nivîna min de şoreşekê li dar xe!! tiştekî bawer nabe, di romanan de jî naqewime! Jale ez dame ber hemêza xwe û got:  bo çi digirî?

-Ditirsim xewn be.  

-Xewn be jî tu ne poşmanî, ez ya te me, kurmancê min. û nuqurçek li ranê min da, ez çeng bûm, bû tiqtiqa kenê wê û got:  te dît? ne xewne.

*  *  *

şev xençereke reşe

bi dilovanî, bi hovîtî

derbasî vî dilê razayî dibe

roniyeke birîndar ji stêrkên xilmaş diniqute

û kadiz.   .   .  

mîna xewneke ji bîr bûyî

li ezman avêtine

berbang daleqandî dinale

ez jî .   .   .  

bi çavin ku rezê xilmaşiyê

goşî bi goşî ji wan dawerivîne

stêrikan diguvêşim

da ku xewnên xwe yên şikestî

ronî bikim.  

êdî pênûsa min dikeve xewê di hemêza tiliyên min de .  

Her ku pênûs dibe mêvanê tiliyan, bîranîneke şewitî jê diherike, dil mîna berûyan dibirije, êdî nepirsin çima bîna ariyê ji rûpelên te tê.  

Erê , di vê şeva sêwî de , bîranînên min rê nadin çavan  ku bi aramî razin, mirina min nêzîk dibe, falnasên şengalî derewan nakin, ew di dûrbîna xwedê re paşerojê dibînin, weke ku li neynikeke safî yan li cama Cem binêrin, ez jî dixwzim jiyana xwe li ser van rûpelên mest raxînim , mîna tiriyê payîzê, ku li  miştaxa rezekî tê raxistin.  

-Badîn tu hîn ji Jale hez dikî? Mujde bi  rûyekî tirş vê sibê pirsî.  

-Kes ji birînan hez nake.  

-Lê xuyaye ev birîn bi te xweşe !!

-Mujde…..jana birînê ji xençerê nepirse, lê tûjiya xençerê ji birînê bipirse.

ez çîroka Jale qeto qeto ji Mujde re dibêjim, divê ez vî kevirê giran ji ser dilê xwe hilînim, heft salin ev dil dikizire, heft salin ev birîn vêketiye, heft salin ev evîn ranazê, ev çîrok dimeye, ezê bi barana nivîsînê vê dojehê vemirînim.  

rojekê ez li ber derê medreseya seretayî rawestiya bûm, Jîn a pêçayî di destê min de bû, xortek pêrgî min bû, keniya û got:   merheba Badîn!

-Be xêr hatî, ji ku min nas dikî?

-Ez şewketê Caf im, hevalê te Hisên behsa te ji min re kir.  

-Hisên ji Dêrsimê?!!

-Erê, min berî du rojan li Mûsilê ew dît, tûrekî henneyê li milê wî bû, karê xwe û çûna Dêrsimê dikir, wî digot:        henne li Dêrsimê nemaye.  

Rojekê şewket ez dawetî civîna Hîwa kirim.  

Hisênê Dêrsimî digot: siyaset weke jinê ye, tu wê tazî nekî, jê fêm nakî! wê şevê min xwe tazî dît, çawa tu bê rêxistin dijî? yên li civînê ji min dipirsîn!ez bûme endamê partiyê, bûme beşdarê nakokiyên di navbera Hîwa û Komeley birayetî de, me qerfên xwe bi zikê şêx Letîfê Berzencî dikir, endamên komelê jî tinaziyên xwe bi me hemûyan dikirin û ji me re digotin partiya Efendiyan, gelek qiriktehlî di nav me û komonîstan de jî hebû, yekî komonîst hebû tim ji min re digot: te fikrên Stalîn nexwendine, hezar sal bo te divên ku mejiyê te bişuxule.   wan ji me re digotin: hûn şovenîstin!! hinekan ev navê ecêb nebihîstibûn, hêrs dibûn û digotin:        kafirên qûn bi gû, ji me re dibêjin şorbenîsk, ka hela ew çi rêxin?

di Hîwa bi xwe de du baskên ji hev dûr hebûn, ez bi çepgiran re bûm.   lê Hîwa  ya min ya rast û durust Jale bû, ez endamê evîneke gawir bûm li Silêmanî.  

Bi rojan min ew nedidît, dilê min weke masiyekî ji avê derketibe diêşiya, ez li her deverê lê digeriyam, min pirsa wê ji kolanan, ji hîvê, ji stêrikên berxew, ji refên qulingên di tariyê de difiriyan, ji awirên xelkê, dikir, xwezî min zanîbûya ev xezal li kîjan beriyê diçêre?! tiştekî nedikete seriyan ew evîna weke birûskekê bi lez xwe li dilê min girt.  

Ji nişkê ve xuya dikir, weke tavek e biharê bi ser min de dibariya.   min bi melûlî dipirsî:  Jale tu li ku bûyî?

-Ez di dilê te de bûm.  

-Qenefila min, tu her di dilê min deyî, lê ez dixwzim te bi ­çavan bibînim, çav ji te têr nabin.  

-tê her bimînî çavbirçî.  

-Jale tu ji min hez dikî?

-çon debînî?

Wê hîç nedigot ez ji te hez dikim, her ku min bipirsiya, digot:  çon debînî? ku ez didîtim jî, ji ramûsanên hov her dever di bedena min de  şîn dikir, ez bi gezan dîn dikirim, dihat ku min bi xavî bixwe, min digot:  eger ev ne hezkirin be, çiye?.  

****

Meha Hezîranê ….. Silêmanî

Dojeh dibaweşkiya wê mehê, ji germa re tilûr ji ezmanan diweşiayn. ne tenê hejîr û tû, dil jî stewiya bûn, Ewropa jî weke hirmiyekê di lepên Hitler de perçiqî bû, nakokiyên di navbera herdu baskên Hîwa de kûrtir bûbûn.

-di vê rewşa han de, em nikarin dijîtiya îngilîz bikin.  

-ji vê rewşê çêtir nabe, ingilîz bi Hitler biliyane, fersenda me ye îro.  

Roja ku Nazî derbasî Parîs bûn, xelkê bi kêfeke diyar, pîrozbahiya hev dikirin, ez pêrgî Jale bûm, min ew bêkêf dît;

-çi bûye Jale ya min?

-Ma te nebihîst Parîs çû?!

-Inşellah London jî bi dû de here, evîna me paytexta me ye.  

-Tu dînî Badîn!wê Alman mala me li mîrata reş bigerînin, eger werin vî welatî, kevir li ser kevir nahêlin.  

-ji dest ingilîzan çend kevir li ser hev mane?!

-Ingilîz Iraqê diparêzin!

Min dît em dikin ji bo xatirê ingilîz û Almanan bi hev kevin, min got:  ka em herin DERBENDÎ BAZIYAN!!

-çi bikin?

-Ez dixwzim cihê ku bavê min lê hatiye kuştin bibînim!dibe ku ezrastî giyanê wî bêm!

Piştî meşa seetekê em gihane wir, Qewan û beybûn û endekoyan  di wê germê de govend gerandibûn, gelek kulîlk ji qelşên zinaran derketibûn û li hawîrdor dinihêrîn, hîn bîna barûdê ji zinaran dihat, bîna tûtina ku di wê cengê de hatibû sotin ji axê difûriya, ez û Jale di siya latekî de rûniştin û min qewanek çinî, wê tiliya xwe dirêjî zinarekî kir û pirsî:        Badîn tu navê vî hîmê han zanî?ev“Berdî Qareman e“li ber wî şêx Mehmûd birîndar bû, dibêjin sê cixare ji tûtina koysenceqê li dû hev kişandin ji ber jana birînê, lê cengawerekî jî axîna wî nebihîst.  

-îcar te nas kir çima ez ji ingilîz nefret dikim?

-Serokê te Refîq Hilmî ji wan hez dike.  

-û tu?!

-Ez ji wan nefret nakim.  

Û ji pişt de destê xwe li min pêça û bi nazikî got: tu partiya minî!

Ez li pişt xwe zîvirîm.

Herdu kepûyên me li hev ketin, lêvên min tûşî lêvên wê yên şekirbar bûn, henasên wê yên sêvîn xeyalê min birin bihişteke efsaneyî, çavên wê ez xewixandim, bi hev re em li binê zinarê lal gindirîn, bahoza şehwetê li me rabû, bahozeke lal, û em dane ber xwe, kulîlkên xwedê di bin gevizandina me de dinaliyan, qewana di destê min de pekiya dûr, tazî bûn em li wî geliyê tazî, li bin ezmanekî tazî .  

Sura bayê rojava hat, Jale li ber kete xew, min cilên xwe li xwe kirin û rahişte wê qewana pekiyayî:        ji min hez dike...nake...dike...nake..erê..na..erê..na…pela dawî ji qewanê, bi gotina Na re weriya,  Jale di nav çîçekan de mabû, ez hinekî li ser lingê xwe geriyam, ji nişkê ve tiştek li ber çavê min biriqî.  

Qutiyeke zîvîn!!ez li ber xwar bûm, cigareyeke nîvco li ber bû, nêvî arî, nêvî pela pêçayî, min qutî hilda destê xwe, nivîseke bi tîpin nêzîkî tîpên Siryanî li ser bû, qutî tijî tûtin bû, cigareyeke pêçayî weke termekî ziravik li ser ramedandiye, min qutî berda berîka xwe û ew cigare pêxist.  

(di civatên zilamên Amêdyê de, qala tûtina Etrûşê dikirin, lê hin mêr hêrs dibûn û digotin: tûtin ya Koysenceqe, ji bilî wê rîx e!di nav re dengê kalekî simêlzer dihat :        tûtina dinyayê li Xursê ye, li wir tûtin di kefa destên mirovan de şîn tê, li ber nalînan şîn tê, bi keserên evîndaran re û li ber tava hîvê hişk dibin pelên tûtinê, cigareyek ji wê tûtinê agir e bi pûşê xeman dikeve, ma tûtin çiye? nefesa xwedê ye bêguman).  

Dema min nêzîkî li Jale kir, çi binêrim, hezaran pepûle û perwaneyên rengîn ew nuxumandine, porê wê yê zêrîn  bi toqên ji perperîkan xemilandî bu, pêjna min kirin firiyan û li ser kulîlkên hawîrdorê veniştin, Jaleya bejna wê weke nalînekê, keniya û got: Bado min xewnek dît, min dît ku ez bûme Nêrgizek û heng şîle ya min dimijin.

Min got: ji bilî min tu heng nînin û nahêlim hebin jî.

çavên wê li qewana peritî ketin, keniya: qewana te çi got?

-Na got.  

-te jî bawer kir?!

-qewanê weha got , kulîlkên xwedê derewan nakin.  

-û ev çi bû berî kêlîkekê me kir, tu çi navî lê dikî kurê Hîwa?!

* * *

Min nedixwest kes ji hevalan bi evîna min bihese, min xwe ji çavan vediçinî, lê veşartina evînê weke ku dizek dest bihavêje mirîşkê, ji pînê derxe bê ku qîqîniyê bike, xwîniyek ji ber çavê dewletekê tê veşartin, lê evîn na, ew di dilan de tê çandin û di çavan de şîn tê, di çavên min de jî ne bes evîn şîn hatibû, lê daristanekê dîlan gerandibû.  

Carekê min ev kurte helbesta xwe da Nûrî Emîn da ku di Jîn de biweşîne :       

Sînga    sipî       rengê   reza

Ez ketme nav de    wek diza

Min   jê  çinîn   goşyên   tirî

Lib lib min ew dan ber geza

Nûrî keniya û du sê caran li ser hev got:   wek diza!! ji  xwe evîndar dizin, aşiqo.  

-çi ?!!

-Badîn mukur were, ez hay ji her tiştî heme.  

-çi?!

-Jale.  

* * *

Ezman zelal bûye, komek çivîk li ser kevîkên rût yên dîwarê hewşê bi awazin nizim distirên, bayê kurr yê ku bi şev pêde dizûriya, ewrek li ezman nehişt, tenê rûpelên berfê li ser dîwaran xilmaş bûne, termên deh cigareyan  di xwelîdankê de rêz bûne, min çîroka Jale neqedand, ma diqede hilatina rojê?

roj hilat.   

* * *

1.   Adar.   1946

fotografçiyê ku îro hate medresê, kalekî Ermenî bû, Nûbar Nalbendiyan, nizanim çima ew qasî li min dinihêrî, di kolan û caddeyên rûyê min de li xizmekî xwe yê winda digeriya, çavên xwe qet ji min qut nedikirin, ji nav hemî mamosteyan navê min pirsî, ez lê ketim gumanan, gelo ne casûsek e? ziq li min dinêrî, ji nişkê ve got:  eger tu vala bî, sibehê were studyo ya min.  

navnîşana xwe da min û kameraya xwe ya KODAK hilgirt û bi rûyekî mest ji odeya mamosteyan derket.  

* * *

Studyo ya Nûbar, di Qeyserîyê de, li pişt Meydanî Asingeran e, qarmeyeke reş, zingarî li ser e, bi tîpin Farisî û Ermenî ( Ekkasî WAN) kolaye.   di camekê de fotografekî Pêşewa, bi riya xwe ya sivik xuya dikir, ez gelek caran di ber re derbas bûbûm, lê min bala xwe nedabûyê, tu carî nehatibû bîra min jî ez fotoyê xwe bikişînim, li tenişt studyo, dikaneke weke gorekê hebû, kalekî kinik, ser bi kum, rû girover, çav kujûlî, li ber çend kokelên werîsan rûniştî bû, werîsên naylon, kêndir, pembo, zirav, qalin, navîn, kin dirêj, yekrengî, durengî,...   îro di çûna xwe ya studyo de ez hinekî li ber rawestiyam, barana werîsan hate bîra min, min ji kalo pirsî: ev çi werîsin heccî?

-dibin ligam û hefsar, ji bo piştiyên êzingan bi kar tên , ji bo girêdana kerên gundiyan bi stûnên caddeyan ve, ji bo landik û hêlanên minalan, bendkirina dînan, derxistina ava binê bîran, ji bo.   .   .   .  

-ji bo bidarvekirina tawanbaran!

-canekem tu hîn xamî, tu nizanî ku yek caran welatek jî bi sê gaz werîs têk diçe?

Nûbar li pişt maseyeke nizmik rûniştibû, di bin cama li ser wê, fotoyên gelek kesên ku ez wan li zikak û kolanan dibînim, hebûn, çav li min ket rabû ser xwe û ez li rex xwe dame rûnişkandin, kenekî pîr wek girî  di rûyê wî yê sor û bê mû de çirisî û got:       

-tu ne ji Mehabadî.. ne?

-tu çawa zanî?

-ev bîst û pênc salin ez li vî bajarî me, min rûyên Mehabadiyan yek bi yek jiber kirine, ez yekî ji wan roja qiyametê jî bibînim ezê wî nas bikim, rojê çend tên xwe li ber vê kamerayê diedilînin, û destê xwe dirêjî kamerayekê li ser sêpiyekê li derve kir, gundî, axa, qutabî, mele, feqî, jin tenê na, kamera jinan dixun ! û hinekî kenîya… pişt re berdewam kir : lê rûyê te têr ava Mehabad nebûye, dema min tu dîtî , xwîna min keliya, nizanim çi bi min hat mamoste can?!

Min qutiya tûtina xwe derxist, û jê pirsî:  tu qelûnkêşî? ji te re cixareyekê bipêçim?

dema çavên wî li qutiya zîvîn ketin devê wî ji hev bû, ji hindav destê xwe avête qutiyê , tûtin li ser maseya wî rijiya, foto di bin tûtinê de man, bi hêrs pirsî:       

-Te ev qutî ji ku aniye?

-min ji silêmaniyê kiriye!

-Ev qutiya min e, û bi lez berçavka xwe ji berîka sixmeyê xwe derxist û li nivîsê nihêrî: weke xewnaye!!ev qutiya min bû, berî sî û du salan min diyarî hevalekî xwe kir, em bi hev re li Sari Qamişê bûn, min bi singuyê navê wî bi Ermenî li ser kolaye binêre!!dawî ez reviyam, tev li Rûsan bûm û ew jî hate kuştin rebeno, çiqasî qelûnkêş bû rehmetiyê Ûnisê Amêdî.  

Ez ji darekê ketim! gelo mumkine ev qutiya bavê min be? mumkine Nûbar û bavê min heval bûn?! min jê re got:        navê bavê min jî Ûnis e, ew jî ji Amêdyê ye, û li Sari Qamîş bû, lê li wir nehate kuştin.  

-çi pê hat?!

-ji şer reviya .  

Nûbar tûtina ku li ser maseyê rijiya bû bi destin lerizî berhev kir, cigareyek pêça, zimanê xwe li kenarokê pela spî û tenik xist û bi gezin biçûk  cihê şilbûyî qut kir, piştî nefeseke dirêj û bê yî ku dû ji singa xwe berde got:        pel jî ew pelin, tûtin jî ew tûtin e, ya Xursê ye, ez nas dikim.  

Min ji wî re ta bi derziyê ve kir, wî ku bihîst navê diya min Hamêst e, giriyekî nizanim çawa kir, ne girî bû, orîna gayekî ku serjêdibe bû, li ser wî dengî, dikançiyên nêzîk li me kom bûn, berî hemiyan, werîsfiroş derbas bû, Agop ê meyfiroş jî bi lez hat û pirsî: çi qewimîye dîsa? min bê perwa bersiv da:  Neviyekî  bapîrê xwe dît!!

Agop ji min fêm nekir, berê xwe da Nûbar -ez bibêjim bapîrê min- û bi Ermenî axivîn, her carê serê min digirt û radimûsa, di nav giriyê xwe re digot: Badîn neviyê min e Agop, !kurê Hamêst e!!

Kalê werîsfiroş ji ber deriyê studyo meşiya, destên xwe dane pişt xwe û di ber xwe de got: Nûbarê Ermenî dîn bûye. Eger hûn bixwazin wî girê bidin werîsekî jê re bibin!!  

* * *

dema Enwer Paşa di Sari Qamîş de şikest, leşkerên wî bûne weke stêrkên ku roj li wan hilê, her yek bi deverekê de çû, berî wê jî serbazên Ermenî hemû reviya bûn û xwe teslîmî artêşa Rûsya kiribûn, Osmaniyan bi xwe di dawiya şer de ew dihavêtin derên asê û zor, ew weke pezên gurrî ji nava leşkerên xwe derdixistin, Entranîk yek ji wan serbazên ku xwe teslîmî artêşa Rûsî kiribûn, û bi Rûsan re êrîş dibirin ser bajarokên Kurdan, bi kîneke kor Kurdên sivîl dikuştin.  

-Me li Rewandizê pênc hezar kuştin, me dil nedihişt em bi gulleyên xwe Kurdan bikujin,  bi saxî me ew dihavêtin çemê Rewandizê, bi singuyan me xelk dikuşt, kalkê min Entranîk -yê ku navê xwe kiribû Nûbar- weha digot çîroka xwe:       

Artêşên Rusya weke gêrikên ji mûristaneke baran bi ser de hatibe, ji bakur dikişiyan, berê wan li Erzerûmê bû, leşkerên Osmanî jî li nêzîk Sari Qamiş, bendewariya qedera xwe ya reş dikirin, ji serma diranên wan nedihatin ser hev, berfê girr ji erdê girtibû, bela xwe di xwezayê dida, du serbazan pişta xwe dabûne hev, yekî cigareyek dipêça, yê dî straneke Ermenî digot:

Maratûk partsîr sarîn

Tsûn gîdvêlê imyarîn

Sîrdis likkûgê arîn

Tirrnîm hasnîm imyarîm

Xorodîk morodîk imyarnê

Mêk hadîgê xumarê

Xêçon înçû likkûgê?

Veryêrêsi pikkûgê

Versir dîgê likkûgê

Verbêxêrê dingûgê

(çiyayê Mereto bilind e

li serê wî bûye berf

dilê min tijî xwîn e

bifirim bihêm yara xwe

 

yara min yara min

yek tenê ye xumara min

 

Xêço çima erinîye ?

Rûyê wî nepixîye

Dilê wî tijî bûye

Simbêlê wî bel bûye?

   

Ûnis li rex Entranîk rûniştibû û kufkufa wî û cigareyan bû:       

Ûnis:        “cigareyekê dirêjî Entranîk dike“kirîvo kerem ke , ev tûtina Etrûşê ye, hestiyê xwe pê germ bike. Entranîk:        “strana xwe dibirre“birazê dev ji min berde, ma tu nabînî em bi xwe bûne tûtin di Qelûna Enwer Paşa de?!

Ûnis:        “dûyekî dirêj ji cigareyê berdide“ ya Enwer Paşa çi ye!.

 

Entranîk: “tivinga xwe zeyt dike“ez dixwazim bibêjim em bûne êzingên vî şerî, em disojin , xeyrî me xwe germ dikin.  

Ûnis:  “bi devekî ji hev“çawa?

Entranîk:   ezê ji te bipirsim, çima tu hatî vî şerî?

Ûnis:   ez ji xweber hatim, ez feqe bûm, dewlet jî feqeyan naşîne cengê, lê cihada gêwir ferze.  

Entranîk: tu musulmanî ne wisa? mesele ne cihad e birazê, vaye ez Xiristiyanim û li rex te me, çima? em Ermenî her sal bac û qaçora xwe didin dewletê, ne divê me neynin vî şerî? ma tu bala xwe nadî Osmaniyan? Alman piştgiriya wan dikin, binêre hekîmê Almanan çendin di vê alaya me de? Brozart Von Schelendrof li kêra zikê xwe digere li nav Osmaniyan? ma ûris û Alman ne weke hev gawirin birazê?! “kesereke dirêj dikişîne“ ka tûtina xwe bide min, te kulên min tev rakirin.  

Ûnis: bi Mihemedê me û îsa yê we ezê ji tere yekê bipêçim. . . . . cigarê dipêçe û distirê“:       

Ev tûtina misk û ela      jê vedixun mîr û mela

Yê ku dibê tûtin bela       ew qet nizane lezzetê.  

Entranîk: “berê xwe dide alî Wan ê“ aaax birazê, van Tirkan çi bi serê me kirin û çi nekirin, dibêjin gola Wanê ji hêsirên evîndaran çêbûye, ez dibêjim ji xwîna xelkên bêguneh e, min serên firiyayî bi çavên xwe dîtin, gelo Islam ewqasî oleke tîxûn e?!

Ûnis:  kê got? min bi xwe ji devê şêx Behadîn li Bamernî bihîst ku qetla mirovekî bêguneh, weke qetla xelkê hemiyaye. Wî digot xwedê weha di Quranê de dibêje.  

Entranîk:  de bi vê terazûyê, Islama Contirkan û apê xwe Enwer Paşa bipîve!!

Xeyalê Ûnis weke hespekî ew ajote pehnavên salên berê, ew yek ji siwarên mîr Reşîdê Berwarî bû, ketibû sêzde şerên sext bi Tiyariyan re, kîna “Mexînan“ di nava wî de hêlîn çêkiribû, lê bi naskirina Entranîk re çavên wî li gelek tiştan vebûn, Entranîk jê re digot: kirîvo, Osmanî dixwazin bi derziyeke ji hestiyên we, û tayin ji rehên me, kirasê Imperatoriya xwe yê riziyayî pîne bikin, lê heyhat, ev Imperatorî bûye gayekî pîr, çavên Ewropiyan jî li çermê wî ye!!

Kêfa wî gelekî ji Entranîk re hat, roj bi roj kîna di dilê wî de, weke şapên berfa ku tavika Nîsanê lêxe, bi suhbeta Entranîk re diheliya, Entranîk jî herweha jê hez kir, qutiya Almanî ya tûtina xwe, diyarî wî kir û bi singuyê navê wî bi Ermenî li ser kola:  Ûnisê Amêdî.  

 

ew ne berf bû wê rojê dihate xwarê, xweza dîn bûbû, har bûbû, te digot qey ezman li wî şerî hatiye xezebê û dixwaze agirê topan, bi kuliyên berfê vemirîne, serbazên berî destpêka şer serê xwe weke leglegan xistibûn nav milên xwe, êdî li pişt top û metralyozan, di wan kozikên sar û çeperên qûmê de, nedikarîn xwîdana xwe bimalin, ne berf bû bariya bû, kevalê wênekêşekî dîn bû , ku bi destin lerizî, firçeya xwe ya ji rengê xwînê têr, di wî cawê spî dabû, na ne berf bû dibariya.  

Mîna pelên perîşan, bi hezaran serbaz ji darên artêşan diweşiyan, ling û destên qutbûyî, serên firiyayî, mîna qurmên daristaneke şewitî di nav berfa bêdeng de dixewinîn, bi hezaran jî di cihê xwe de ji sermayê hişk bûbûn! Osmanî tar û mar bûn, yên ku çengela mirinê bi ber devê wan neket, yan firar bûn, yan jî tebayî Rûsan bûn.  

* * *

Me kevir li ser kevir nehêla li wî bajarî.  

Weha riwayet dike kalkê min Entranîkê Wanlî (Nûbar Nalbendiyan), sî sal jiyana xwe weke Vodkayê rû dike :  

Li pey ku tev li Rûsan bûm, min bawer nedikir em derbasî Wanê bibin, qirçeqirça parsûyên bajar û gundan bû di bin cizmeyên Rûsan de, (eger Osmaniyan parsû ji wan re hêlabin), Qars, Trabzun, Erzincan, Mûş, Bedlîs, û gundikên wan , weke meyweyên helisî diketin, kînê em kor kiribûn, her ku kîn di dilê me de dihate çandin û avdan, gorî û qurban şîn dihatin, xwîn bi rûbaran re diherikî, hestiyên mirovan li kenarê her rêyekê rêz bûn weke êzingan, ez di hevalê xwe yê Badînî Ûnis de difikirîm; gelo di kîjan kuştargehê de emê lihev rast werin? ne mumkine ez bêhemdî xwe wî bikujim? yan ew?

Bi hêrs em nêzîkî Wanê dibûn, bîna berateyan difûriya, refên qertelan li ser me hêlan dikirin, çi ezmanekî kirêt bû, gola Wanê ji laşên mirî genî bûbû, her darek mirovek pê ve daliqiyabû, em çi bikin, bawer bike hinek serbaz dibeziyane wan û gore ji lingên wan dikirin!min nezir kiribû ku ez keça xwe Hamêst bibînim ez heft salan ji Dêra Axtemara dernakevim.  

General Nikolayev destûra serbazên Ermenî yên Wanlî da  ku li malên xwe bigerin, destê min li ser dilê min bû, min di dilê xwe de got:   bila ez Hamêsta xwe bibînim, kuştî be jî ez li ser nezra xwe me.  

Mala me li taxa sûrkirî, nêzîk baxçeyê Qunsulgeha Ingilîzî bû (ax Badîn çiqas pişta me bi wê Qunsulgeha bi gû xurt bû, me nizanî bû ew ala bi xaç ji vala li badibe), ez weke bêganeyekî li mala xwe digeriyam, te digot qey kolan û zikakên wî bajarî çermê solê min nekurusandine, wan bêbavan çi kiribûn ji serê wê Wan a  çeleng, ew serobinî hev kiribûn, dîwar ketî bûn, ji tenî û tirafê tarî  bûbûn, xwîn û mejîyê pijiqî li ber her dîwarekî çîrok bi temamî got, lê Hamêst ne xuyabû, ne term, nejî hestî, kuro min mala xwe nas nekir!!

Min giliyê xwe, derdê xwe ji Aram Manokyan re got, tu wî nas nakî, ew mêrxasekî me bû, wî bi çavekî tijî gazin û lome li min nihêrî û got:  Entranîk, bi deh hezaran keçikên me çûne, xwedê jî nizane li ku ne, tu li Hamêst digerî!!

ez li ber xwe ketim, çi bikim Badîn ?! ez bav bûm, te derdê kezebê nediye, her kes birîna wî bi wî xuyaye, ez bi xwe ji bo Hamêst tev li Rûsan bûm, lê ezê wê guloka berfê di nav kîjan agirî de bibînim?!.  

Berî sî salî temam bû, min bi Rusan re berê xwe da vî bajarî -Sawcbulaq- êdî ez li mirinê digeriyam û wê ji ber min baz dida, cengê  li ku tenûra xwe dadida, min xwe dihavête navê lê ez nedihatim sotin, gelek caran mirin xwe bi qedir dike, bi dest mirov nakeve mamoste.  

Wê salê Kurdên Şikakî, Herkî, Mukrî.., têr talan kirin, Xelîfe bi xwe destûr dabû wan , malê Filleyan li wan helal kiribû, Simiko yê we bi xwe, li dertenga Qutur, pêxwas û birçiyên me kuştin, binaniya dawên kirasên jinan vedikirin -qaşo li zêran digeriyan- jin li nîva rêyan tazî berdidan kurê min!!dawî me ew Simiko yê bi nav û deng weke mişkekî xiste xefkê , û ew hinartin Teblisî, kes di wê cengê de li ser heqiyê nebû,  heqiya tu cengê nîne kurê min, her kesî kêr bo yê ji xwe qels tir tûj dikir, Kêrin Almanî bûn, Rûsî bûn, jehr û quzelqurt bûn.  

Partiyên me Ermeniyan, agir gurr dikirin, Taşnak, Hinçak, û hêzên dî, wan nizanîbûn çawa me ji wê gêjen û gerînekê derxin, dilê me ji kîneke tîr tijî bû, min digot ez bigihim Kabeya li Mekkê, ezê bi ser serê misilmanan de, di heccê de, biherifînim, Hamêsta min çû êdî ne xema min tiştek bû, min ji Rusya derewîn jî nefret kir, çawa nikaribû keça min li min vegeranda?!!Lenîn rabû, hukmê Qeyser ruxand, artêşa Rûsî bû weke noka li kevir bikeve,  her libek pengizî deverekê,  serbazan tivingên xwe bi Vodka didan, bi kêlîkekê li gel jinekê didan, ciwan,  kirêt ferq nedikir,  hemî ji eniyên şer reviyan, ez  yek ji wan bûm, min tivinga xwe da qaçaxçiyekî Şikakî bi deh Qiranî,  û berê xwe da Kirmanşah, wê çaxê me digot:  ji Kirmanşah dûrtir nîne, wan salan, Ermen li her deverê belav bûbûn, te kevirek ji ku rakiribuya Ermeniyekî çavtirsiyayî di bin de melisî bû, min li Kirmanşah ekkasekî  Ermenî ji Xarpûtê nas kir, navê wî Nûbar Nalbendiyan bû.   ewî dinya dîtibû, û ez fêrî her tiştî kirim, ne tenê ez bi xêra wî bûme Ekkas, belê ez fêr kirim çawa bijîm, wî digot:   Ermenistan ev studyo ye,  Xarput jî,  ev Vodkaya ku her şev dinoşim,  binêre evîna Xarputê çi anî serê min?! û digiriya.  

binêre,  ev Kamera demê êsîr dike, vodka jî me ji demê rizgar dike.  

Nûbarê Xarputî ji min re digot û wêneyê xwe yê li ber derê dêrekê diçirrand,  wî bawerîya xwe bi xwedê avêtibû pişt xwe:   eger xwedê hebe jî,  wê xwedayekî newêrek be.  

Kalkê min yê nû,  dawî ez birim mala xwe,  ya rast odeya xwe,  li herekey Hermenyan ,  dîwarên odeya wî bi wêneyêkî mezin yê Nûbarê Xarputî xemilandî bû :       

wî navê xwe jî da min.  

* * *

Bihar diherike vî şarê li hevketî,  weke çawa evîna Mujde diherike dilê min,  êdî  germ dibe tavik,  berf dihele,  û rûbar mîna evîndaran  har dibin,  aware dibin,  û min bêriya wê kiriye,  bêriya porê wê yê kin weke şevên havînê kiriye,  min bêriya lêvên wê yên weke du qeyikên ji qendê,  ev bûne du roj ez wê nabînim,  ez bi çûna mala kalkê xwe mijûlim,  dixwaze ez li ba wî bim.

-kurê min,  guhê gorê ji min ve xuyaye,  mîrata  mirinê  jî berê tehle,  îcar bi tenê yek bimire!!

-ma mirina şêrîn heye kalo?

-erê kurê min, mirina di meyxaneyê de, yan di hemêzeke germ û nerm de.

 

8-3-1946 Mehabad  

Li gor peymana Rûs û îngilîzan,  divê serbazên Rûs ji erdê Iran vekişin,  îro heştê Adarê ye,  Rûsan xwe bêtir bi cih kirin e,  berî du rojan bi sedan tankên(T34)li ser sînorên Iraq-îran,  Tirkî-îran rêz bûn,  Ingiltere û Emerîka protesto dikin vê tevgerê,  Emîral axa yê Mehabadî jî ,  îro êvarkî  hate ber deriyê min,  satila wî berxweş bûbû,  du sê heval jî pê re bûn,  bêyî ku silavê bide got:        mamoste tasek av.  

-Derya çawaye?

-hindik maye tu xumxuma pêlan bibihîzî.  

-vaye Rûs me bi deryayekî ji hesin dorpêç dikin.  

-Ne ji bo Mehabadiyane,  Stalîn ji bo tûtina Qelûna xwe weha dike.  

Dêlîya tirî hîn rût e,  tu dibêjî bihar jê xeyidiye,  yan ew ji biharê,  di xeweke zivistanî de ye dara min.  

Kalkê min fotoyê diya min xiste çarçoveke zîvîn û got:        binêre,  çendî cwan bû diya te!çena te,  çena diya te bi xwe ye,  wekî dî tu kopiyek ji bavê xwe yî.  

Dibêjin wê Barzanî û malbatên ku niha li Qumqule ne,  van rojan li Mehabad bi cih bibin .  Karwanseray Seyid Elî li himber dibistana Seadet bo wan amade dikin.  

Pêşewa ne raziye,  Kerîm ê Şikakî dibêje.  

***

 

 

Hitler xwe kuşt .   

rastiyek bû , lê xelkê bawer ne dikir, .  

-ev yek ji derewên Ingilîzane.  

Lê kesî nedikarî dagîrkirina Berlînê bawer nekira,  artêşa sor weke hirçên Sîbîrya yê êrîşî şêrnuşîna Naziyan kirin,  das û çakûç kete dewsa xaça çiviyayî û sîmurxê bask vegirtî û penctûj,  Stalîn dû ji qelûna xwe berdida,  destê xwe di nava du bişkokan re li ser dilê xwe yê hesinî datanî û li rojava dinihêrî:       

-Oooooof,  çi xewneke tehl bû.  

Ingilîzên ku ji serketina xwe ya di şer de serxweş bûbûn,  û du salan bîna xwe li Mele Mistefa fereh kiribûn ,  êdî neditebitîn:       

-ev kansera bakur divê were hilkirin.  

Tebaxeke germ bû,  bi sedan xort ji partiya Hîwa û partiya Rizgarî Kurd tev li refên cengawerên Barzanî dibûn, .  

-emê şîva xwe li Hewlêr bixun.  

Barzanî ji yên li dora xwe re digot.  

Lê tu kesî ji cengawerên wî,  sêniyên xwarinê nedîtin,  derengî şevê  ew bi  zikên  birçî,  cilên qetiyayî, bi  solên peritî ku zinarên wan çiyan  û striyên wan geliyan roj bi roj ew dirizandin,  bi tilî û pêçiyên ku ji ser tetikên tivingan ranedibûn,  di gel Barzaniyê ku ji kerban re,  herdu birûyên wî yên efsaneyî gihabûn hev,  li kelekan siwar bûn û çemê Zab qut kirin.  

-kelekan bişewitînin .  

Barzanî ferman da û bû qirçe qirça textikên şewitî,  ku di ava çem de vedimirîn wek hesinê ji êtûnê derketî kufînî ji wan dihat.  

Barzanî şiva dirêj û zirav  û weke xetîreyekê vêketî dirêjî rojhilat kir û got:  ha li wir.   

Û bêdeng meşiya.  

Bi hezaran zar û zêç,  pîr û kal,  Cengawerên westiyayî,  çêlek û pez û segên şivanan,  tajîtolên nêçîrê,  keleşêrên li pey mirîşkan,  mirîdên şêx Ehmed bi sicadeyên xwe yên li ser mil û û sîwakên di berîkan de û çavên nîvgirtî,  tev li koça ku ber bi rojhilat ve diçû bûn,  te digot qey diçin nêçîra rojê,  roja ku êdî giran û weke bûkekê ji pişt çiyayê Delanper ewr ji ber xwe didane alî.    Rêzeke weke nalînan dirêj,   rêzeke ji deh hezar dilên ku li pey Barzanî dikirin gupgup ber bi rojhilat ve diçû.  

*  *  *

jiyana min li Mehabad xewneke dirêj e,  ez dibêm belkî di romaneke Rûsî de dijîm,  yan di fîlmekî Emerîkî de!!

Her rojeke min di vî bajarê bi çiyan û bi xapên dîrokê dorpêçkirî de  çîrokeke,  ez jî her  van çîrokan dihavêjim van zindanên spî,   êdî nema di ber kirîna pelan re digihim,  pêr xwediyê qirtasiyê ji min pirsî:       

mamoste can...beşqî xuda blê...tu van kaxezan dixwî,  disotînî? Tu çi ji wan dikî?!!

Min tertê pelên spî ku di terazûyê de bêdeng niviyabûn rakirin û got:       

ev pel beriyeke ji berfê ne,  agirê bîranînên xwe di wan de vedimirînim! Û min çend Şahî di kefa terazûyê de hêlan.  

Weke her carê çayxane mişt bû,  rojê ne kêmî çewalek tûtina gundê Şawer dihate sotin,  pêre gelek keser jî ji devên bêdeng weke refên qulingan difiriyan,  dûyê xelek xelekî ber bi banê tenîgirtî ve bilind dibû,  her xwelîdankek termê deh cixareyan tê de ramedandî  bû.  

Min berê xwe da maseyeke vala li quncekî tarî û giraniya xwe tev de avête ser kursiyeke leq,  dengekî naskirî nizanim ji ku hate min:       

-Badîn!

Dema li jêdera deng zîvirîm,  çavên min li hevalê xebatê Nûrî ketin,  bê hemdî xwe ez qîriyam:       

-Nûrî!!!

Me hevdu hemêz kir, çavên rûniştiyan em dorpêç kirin,   bi dehan piyalên avê û fincanên qehwe û çayê li ber lêvên terikî rawestiyan.  

Berî sê salan,  dema min berê xwe ji Silêmanî da navçeya Barzan,  Nûrî Emîn bûbû yek ji heyeta serokatiya partiya şoreş ya komonîst ya ku gelek ji endamên wê tev li hêzên Barzanî bûbûn,  hîn em li Silêmanî bûn,  Nûrî ji min re got:       

agir li ku vêkeve,  ez êzingekim.  

Vaye îro bûye êzingê komareke gurr,  bûye efserek,  dema min ew dawetî mala xwe kir,  lêborîn xwest û got:       

Barzanî ferman kiriye ku em ji paygeha xwe dûr nekevin.  

-Sayibê Hewlêrî li ku ma ?

-Ingilîzan,  piştî azirandin û işkenceyeke pirr ew sirgûnî  Misrê kirin.  

-û Hisênê Dêrsimî ?

-Heme Reşîd?!!

-erê.  

-li Dêrsimê ,  termê wî di nava tûrekî hennê de dîtin.  

Min yek bi yek pirsa dost û hevalên wan salên navegerin dikir,  Nûrî bi dengekî ku min tenê bihîst,  pirsî:       

-Badîn te Jale ji bîr kiriye?!!

-na...ma birîn xençerê ji bîr dike!!!

-ew çû London,  bi şofêrê kapitan Mc Kay re reviya.

min bi axîneke dirêj jê re got:       

-ez bawerim niha ew li ser çemê (Thames) e,  weke mûmekê di nava mijê de diçirise.  

 

Silêmanî 1940

-Badîn,  inkar nabe,  çavên te bi heft dengan dibêjin em aşiqin.  

Nûrî Emîn ji min re got û li çavên min nihêrî.   evîna ku min  dixwest veşêrim,  weke Memo çawa Zînê di bin ebayê de veşart,  mezintir bû ji nuxumandinê,  çavên min jî Beko Ewan bûn  ji Nûrî re ta bi derziyê ve kirin.   bêçare ez mukur hatim:       

-erê ez jê hez dikim.  

-ji mêj?.  

-ji wê sersala çûyî ve.  

-ew ne layiqî te ye Badîn.  

-çima?

-ew keça Kawlê Xanim e.  

-Kawlê Xanim kiye?

-bibihîze.  

 û tûrê  çîroka diya Jale li ber min vala kir.   

* * *

jineke ciwan bû,  ji roniya hîvê û tayên berbangê hatibû ristin çermê wê,  li gorî dibêjin,  tiliyên wê ji mûman jî nazik tir bûn, û bejna wê !! minareyên camiyan çine?! brûskek bû xort gêj û teles dikirin.  jin û bûkên Silêmaniyê ew kiribûn pîvanû terazû ya ciwaniyê,  hîn pesnê wê di tu helbestan de nehatibû û ne dihat kirin.    tu kesî jî nizanî bû ew perî ji kîjan bihiştê reviyaye,  şairên navçeyê nîvdînî kiribûn,  navê wê Hadile bû,  ji ciwaniya zêde kesî ne diwêrî wê bike jina xwe,  Hemzeyê Paştmalî ji êla Caf ew anî,  Paştmaliyan xwe jê bêrî kirin,  lê çi xema wî bû ?!ew firişte di hemêza kê de bûya pîr ne dibû.    dibêjin dema zewicî çil rojî ji mal derneket,  ne ji fediya xelkê,  lê ji Hadile têr nedibû,  sala 1914 an hat û şerê mezin dest pê kir,  Cendirmeyên Osmanî di serê her kolanekê de vewestiya bûn,  dinya havîn bû û bi sedan xort û keçik ji drûna genim û ceh vedigeriyan ,  Cendirmeyan weke darkerên êzingan ji bo ardû bicivînin xort bi qeflan digirtin,  serê singûyan dixistin newqên wan û ew dihajotin eniyên ne vegerê.    Hemze di nav lepên Cendirmeyan de  weke gayekî ku serjêdibe dioriya,  wî dizanibû ji çi bihiştê tê bidûrxistin,  Hadile weke jinên wefadar çend mehan xemgîn ma,  yan weha xuya dikir,   xwê ya hêviya vegerê roj bi roj di ava dilbijokiya wê ya germ de diheliya , wê demê  tu kesî nizanî bû eniya ku kurê wan lê şer dike li kîjan welatî ye.  

Ez serê te neêşînim,  salek derbas bû Hemze venegeriya.  

Salin zor û dijwar bûn,  dê weledê xwe dihavêt,  Hadile jî ciwaniya xwe nas dikir,  ciwanî jî xefka xwediyê xwe ye,  berî ku bibe xefk ji dînên weke te re,  û Hadile kete pirrik û gilav a gunehan.    Bi Mecîdiyekî tenê,  serbazekî Osmanî dikarîbû agirê hinavê xwe di berfa sînga wê de vemiranda.  

Pişta wê bi efserên Osmaniyan xurt bûbû,  kesî nediwêrî bi quncê çavan lê binêre,  xelkê di

nava xwe de navê wê kirin:        Kawlê xanim.  

Dema Ingilîz hatin ew bêtir har bû,  Majur Son bi xwe bûbû yarikê wê,  serbazên Ingilîz,  hêzên Lêvî û şebane yên Asûriyan,  tîbûna navranên xwe li ba wê dişikandin,  koçerên Ereban jî pezê şehweta xwe di berriya navlingê wê de diçêrandin,  kes nema û hespê xwe ne ajote wê axurê.   yekî ji êla Paştmale rojekê çû ku wê bikuje,  lê du serbazên Hindî bi çeplê wî girtin û lingê wî ji lêdanê werimandin,  ew sirgûnî Besrayê kirin,  êdî kesî nema wêrîbû navê wê bîne ser zimanê xwe.  

Sala şêx Mehmûd bû melik,  ew hate kuştin,  kes nizane Hemze ji ku vegeriya,  û kê ji wî re çîrok got,  ro li nîvro tivinga xwe derbasî nav lingê wê kir û sê gulle berdane hinavê wê.  

-ma tu têr bûyî?!

Hemze bi dengekî dîn got û tivinga xwe avête ser termê wê,  berê xwe da deşta şarezorê,  piştî demekê,  xelkê termê wî di çemê Sîrwan de dîtin,  xwîna Kawlê xanim ya ku pijiqî bû ser rûyê wî hîn zuwa nebûbû,  Jale wê çaxê zaroka şîr bû,  dema şêx Mehmûd bûyer bihîst,  Jale teslîmî maleke Hewramî kir,  ew heta berî sê salan li Helebçe dima.  

-Nûrî tu dixwazî bigihîjî çi encamê?

-koka Jale ne paqije.  

-Çî min û koka wê!!

-so heta neviyê heftan diajo.  

Ez hêrs bûm û min ji Nûrî re got:    tu mirovekî komonîst î!!çawa weke gundîyan difikirî? ne divê em civakê ji zingara ramanên kevn bişon,  eger em ji xwe dest pê nekin wê kî xwe bike qurban Nûrî?!!.  

Nûrî hinekî bêdeng ma,  lê weke ku bersiv amade kiribe got:       

Badîn ez ji bo te dibêjim,  mesele ne gundîtî û pêşverûtî an paşverûtî ye,  ev keçik doxîn sist e,  wê bibe lekke ji te û partiyê re,  tu ne mulkê xwe tenê yî Badîn.  

Min guh li Nûrî nekir,  hezar partî û milyonek endam bi qurbana evîna min bin,  min weha di dilê xwe yê ker  de digot,  xefkên evîneke xedar,  diranên xwe di dilê min î terr de bi çikandibûn,  ez masiyekî dil ketibûm çengelê.  

Rojekê Jale hat û bi ser min de giriya,  Pîremêrd ew ji rojnameyê bi dûr xistibû,  min nema bawer dikir roj biçe ava,  ku herim Nûrî li çayxaneyê bibînim,  min xwe ranegirt,  ez bi lez çûme mala wî,  hîn li ber derî,  ji min re got: te bihîst Parîs kete destê Hitler? Niha serbazên Alman di çemê SIN de avjeniyê dikin.  

-xwezî werin Bexdayê jî,  min bi kerb got.  wî ez derbas kirim û pirsî: çima Bado? Çi bûye? Tu ne li ser hev xuyayî?

-bo çi Jale ji rojnameyê derxistin?

-wisa bibêje Bado Efendî,  min nizanîbû Jale ji Parîs pêwist tire.  

-bê qerf,  tika dikim Nûrî bersiva min bide!

-hawrêy ezîzim!Jale têkiliyan bi ingilîzan re datîne,  ew li kluba efseran hatiye dîtin.  

-ne raste.  

Lê rast bû,  û rastiyeke weke xençerê bû min daqurtand,  Nûrî got:  were em wê bipên,  û em herdu,  weke dizan di tariya şeveke Silêmaniyê ya tîr de,  ketin kolan û zikakên teng heta em gihiştin kluba efseran ya li tenişt dibistana seretayî ya cihûyan,  dengê Frank Sinatra ji kûrahiya klubê dihat,  dilê min hindik ma bû ji sînga min bipeke,  ji nişka ve çavên min li otombîla (HAMBER)ya kapten Mc kay ketin,  Jale li rex şofêrê Hindî weke durdaneyekê dibiriqî,  nizanim çi bi min hat,  nizanim min çi got,  nizanim çawa em vegeriyane mal,  çi birîn bû di dilê min de dîlan gerand?  hetwan nebûn  tê  bidim,  ew birîneke ji dilê min jî mezintir bû,  ez nema tebitîm,  min kir û ne kir ku wê şevê bi meyê kin bikim,  min nikarîbû,  stirîyek bû û di nîvê dilê min de çikiyabû,  Nûrî qala wê û Goran kir,  got:         wî jî weke te dilê xwe bi dû wê de aware kiribû,  Jale li dibistaneke Helebçe,  ku Goran lê mamoste bû,  dixwend,  wî navê wê kiribû Aştara Hewraman,  roj nediçû wî tenûra dilê xwe bi helbestekê li ser ciwaniya wê danedabûya,  Jale Goran û Helebçe li pey xwe hêlan,  helbestvanê diltenik çare  ji bo rizgarkirina dilê xwe yê zindanî nedît,  ji bilî çûna Filistînê,  ew di radyoya El şerquledna de bû nûçebêj,  ma qet te nebihîstiye bê çendî nûçeyên ew diweşîne bi şewatin? Ma tu stranên Frank Sinatra nabihîzî ku her roj ji wir têne weşandin?.  

Nizanim wê şevê ez li ber dilovaniya dengê Nûrî,  yan ji giraniya serê xwe û mestbûna ji meyê,  ketim xeweke weke mirinê,  sibehê li ser xirecira dengê zarokên taxê ji xew rabûm,  dilê min bi destê min girt û ez ajotim navenda ku rojnamevanên Jîn lê kom dibûn,  Jale li wir bû,  çavên wê kujûlî bûbûn,  gîsnên bêxewiyê rûyê wê yê aram û hevirmêşî cot kiribûn,  bê (Beyanît baş) min bi kerb got:         tu duh li ku bûyî?.  

Tûrikê derewan tim li milê wê bû,  min jê hez dikir,  ji derewên wê jî hez dikir,  dilê min minalekî pêxwas bû ,  bi kêf û şahî li şiverêyên derewên wê yên bi stirî dibeziya,  heta roja îro jî xwîn ji dil diniqute! Lê wê carê min dixwest ez wê ber bi xefka mukurhatinê de bidehfînim.  

-ez li kluba Efserên Ingilîz bûm.  

-morîkên diya te li wir qetiya bûn?!

-Bado...giyanim, hêrs nebe,  û bila xeyalê te dûr neçe,  min ji kapten Mc Kay xwest ku min li rojnameyê vegerîne.  

-maşella!!  kaptenê te nikare Parîs jî li Dîgol vegerîne, nikare destên xwe bide ber bombeyên ku bi ser London de dibarin jî?! kes nema bû bibe ricaçî û tikadar ji wî fîlê Ingilîzî pêve!!.  

Ez gelekî tengijîm,  ronî di çavên min de nema,  lê çi bikim,  dîsa jî ez tê nebuhirîm,  min nedixwest ew kevok yek car biterqe,  min ew kedî dikir da ku her li ser terhên dilê min yê ker veniştî be.  

*  *  *

-Ezê biçim Bexdayê.  

Jale di destpêka payîzê de,  ev bombe di dilê min de teqand.  

-ez êdî ji vir nefret dikim,  tu jî her û her min dipêyî,  baweriya te nema bi min tê,  Silêmanî bîna min diçikîne,  ez dixwzim li  Bexdayê beşê edebiyata Ingilîzî bixwînim,  lê nebêje ji ber min bazdide,  na...ezê her nameyan bo te rêbikim.  

Çend meh di wê navê de çûn,  nameya ku ez li bendê bûm  hat.  

(Merheba badîn...binêre ez wefadarim,  min tu ji bîr nekirî,  lê bibûre,  xwendinê wexta min tev ji min standiye,  zimanê Ingilîzî jî bi qasî ku xweşe,  zore,  lê ez berê jî hinekî dizanim,  îcar ez gelek zehmetiyan nakişînim,  te ev ziman zanîbûya minê ji te re name pê binivîsandana.  

Min bêriya te kiriye,  lê dilê min û hatina Silêmaniyê nîne,  ez wê weke goristana hestan bo xwe dibînim,  Bexdad bajarekî mezine,  gelek Kurd jî lê dijîn,  hin dixebitin,  hin dixwînin,  hin ji kevin de malbatên wan li virin,  lê têkilîyên min bi wan re nînin,  tev gundîtî bi wan re heye,  serêşiyan ji mirov re çêdikin ,  wê nameyên min bi derengî werin ,  îcar li hêviya wan nemîne,  lê eger tu dixwzî nameyekê bihinêrî li ser vê navnîşanê rê bike:       

Bexdad-Dar Elmuellimîn

Qism El luxe El ingilîziyye.   .   .   .   .   JALE).  

Ez westiyame,  pêçiyên min ji nivîsandinê diarihin,  ez dibêjim hindik maye movikên wan ji hev bikevin,  ezman kirasê xwe yê tarî û bi stêrkan xemilandî ji xwe dişeqitîne,  kirasekî lajewerdî li xwe dike,  reng di vê berbangê de têne guhertin,  weke siyasetan,  kê gotiye ezman jî ne siyasetmedareke!! çîroka Jale zû bi zû naqede,  ma kî dikare şewata dilê xwe bîne ziman?!

* * *

Silêmanî 1941

Du sal buhurîn û ceng ranewestiya,  li ezmanan balafirên Leftwaf û Stoka yên Almanî,  B17,  B25 yên Emerîkî,  Lankister yên Ingilîzî,  Zero yên japonî,  bi milyonan jinbî û sêwî li erdê diçandin,  Rûsya û Ingiltere ji xwe re Iran weke zebeşekî parçe kirin,  Almanan jî bi devekî girêzî li petrola rojhilat dinêrîn,  guhên xelkê weke paçikan bi radyoyan ve hatibûn dirûtin,  dilê min jî li ber bayê  Bexdayê dihejiya.  

Di civînên Hîwa de,  gelekî behsa (fersendên dîrokî) dibû.  

dema piling û şêr radibin hev,  çend hestî ji lawirên mayî re jî dimînin.    Refîq Hilmî di civînekê de weha got.  

Dem wek çemekî qîrê,  giran dimeşiya,  min wexta xwe bi xwendina rojnameyan,  çûna çayxaneyê,  civînên Hîwa derbas dikir,  lê ez weke gêjan bûm,  nameyên Jale ji nişkê ve qut bûn,  min roj disipart rojê,  û dilê xwe yê miçiqî bi hêviyan avdida.  

Nakokî di hindirê Hîwa de weke dobelanên piştî tavên buharê,  hilpekiyan,  çend kes hebûn,  dixwestin serêl û giregirên eşîran jî tev li Hîwa bibin,  lê Refîq  Hilmî qebûl nedikir:       

bila herin beşdarî Komeley Birayetî bibin, şêx Letîfê Berzencî bi zimanê wan dizane,  partiya me ya rewşenbîr û karmend û efseran e,  serokên eşîran herin bihiştê jî,  wê genî bikin,  eger werin ba me,  wê nakokiyên xwe jî bi xwe re derbaskin,  ew li ser mêrg û çîmenên herêmê li hev nakin,  wê çawa li ser siyasetê li hev bikin?.  

Min bêriya Jale kiribû,  lê Dînarên ku min bigihînin Bexdê bi min re nebûn,  min bêtirî deh nameyan jê re hinartin,  lê weke tu wan berdî binê bîrekê.  

-çend rojan name ji Bexdê digihin Silêmaniyê?

-çawa wê nameyek,  bi lez bigihê Bexdayê?.  

-gelo yekî navnîşana xwe guherandibe çawa dibe?

-eger name negihê,  li xwedî vedigere an na?

Min postaçîyê reben bi pirsên xwe bêzar kiribû,  çav li min diket,  nema zanî bû xwe têxe kîjan qulikê,  rojekê di rûyê min de qîriya:       

-te gunê min dîtine?! Û destê xwe avête nav ranên xwe.  

Min nizanîbû ez çi bersivê bidim wî,  bi devekî ji hev û bêyî ez zanibim çi dibêjim min got:  Na.  

-ê nameyên tu li bendê jî nabînî.  

Dawiya Nîsanê,  êvareke bêdeng,  xortek ji Bexdayê hatibû,  govara Gelawêj  ji min re anî,   dema min ew vekir nameyeke Jale di nav de bû:       

(Merheba Badîn

sersariya min bibûre,  dibe ku ev nameya dawiyê be,  li dû imtihanan ezê vegerim Silêmanî,  xwendina min rind e,  ez ketim cîhaneke toreyî pirr fereh û xweş,  helbestên Bayron,  Tenisson ji xweşiyê nayên pesindan“min parçeyek ji helbesteke Lord Bayron wergerandiye,  di dawiya nameyê de ye“ nû min nas kir Goran ê me van helbestên xwe ji ku tîne,  duh ez çûm min ji şirketa Beyzafon qewaneke Frank Sinatra kirrî ,  ez li ser baskên dengê wî difirrim û diçim ezmanekî nenas.    Bexda aloz û li hev ketiye,  qala Reşîdê Geylanî tê kirin,  yek caran ez li kenarê Dicle seyranê dikim, di ser piran re diçim û têm,  bi vê nameyê re min hejmarek Gelawêj bo te  rêkiriye.     Jale.    Bexda  . . . . . .   10-4-1941  ).  

Çi nameyeke sar!!! lê dîsa dilê min vêxist,  şepol û pêlên ku aram bûn,  bi yek carî di dilê min de kirin xumexum,  ez dişewitîm,  agir bi giyanê min ketibû,  Jale behsa Reşîdê Geylanî dike! Ka evîn? Ka ez ji te hez dikim ? nameyeke weke qeşayê  sar,  weke kevirekî zuwa û hişk,  bê hest û bê dil! nameyeke kerr weke goreke wêran,  lal mîna şevên serê çiyan.  

 

* * *

Roj  mîna daneyeke sor,  ji milwanka aso kete pişt çiyayê (Lendî şêxan),  kenarên ewran weke balindeyin efsaneyî baskên xwe weke terîşên agir li rojava vegirtibûn,  li herdu rexên şeqamên ku Çarçira dilê wan e,  xelk weke rêzikên mûriyan diherikîn Merkezî ferheng.  

-konsera Mihemed Mamlê ye.  

-Pêşewa bi xwe hazir e.  

-Mele Mistefa jî li wir e.  

xelkê di nav meşa xwe ya bi lez de ji hev re digotin.  

Ez û Mujde li rêza dawî rûniştibûn,  ji me ve,  serê Qazî Mihemed bi şaşika xwe ya berfînî,  Mele Mistefa bi fêsa xwe ya leşkerî,  di rêza pêşî de xuya dikirin,  weke bayekî çiyayî dengê Mamlê dikewkibî, strana Miryemî Sablaxî digot.  gurmîna defê,  tingîna sîtarê,  tev li nalîna bilûrê bûbû,  roniyeke melûl rûyên kesên rûniştî zerhimî kiribû,  destê Mujde yê nerm weke kevoka kedî di nav destê min de bû, wê hinekî destê min guvaşt,  pişt re destê xwe bi lez kişand û porê xwe yê weke şeveke havînê kin ji ser rûyê xwe da alî.  

-Mujde tiliyên te nazikin,  lê tiştek ji wan kême!!.  

-Çi?

-xeleka nîşaniyê!!

Wê bi fedî serê xwe xiste ber xwe û di guhê min de got:        -hîn zûye.  

Konser qediya,  Mujde ya ku xelkê bala xwe neda bûyê ku em li rex hev bûn xatir ji min xwest û dîsa bi dengekî nebihîstî got: ji bîr neke sibe min bibe studyoya kalkê xwe.  

Di derketina me ya bi kêf de,  ez pêrgî Nûrî û Mistefa Xoşnaw bûm,  min ew dawetî mal kirin,  lê wan lêborîn xwestin: divê em îşev li Urdugeha Serbazxane bin, efserekî Rûs mêvanê me ye.    Ji nişkê ve Kerîmê Şikakî di ber min re derket,  min di guhê wî de got:    lîtrek Vodka li hêviya me ye!

Em ketin rê,  bîna kulîkên çiyan fesadiya buharê dikirin,  şar bêdeng bû,  û rûyê Kerîm tirş bû, dema em nêzîkî meydana Çarçira bûn,  weke tiştek were bîra Kerîm,  rawestiya û got:   Badîn tu hay ji xwe nakî!!

-çima?

-bibûre lê rûniştina te li rex Mujde ne durust bû!! Tu dizanî ev Mehabad e û keç û xort ne ewqasî serbestin hûn jî ne tiştekî hev in.

Ez di cihê xwe de sar bûm û nema min zanîbû çi bibêjim, û nizanim min çi got. Kerîm ji nişkêve ew bombe teqand û ez ne amade bûm, rûyê min sor bû û min bi hêdî got: em dixwazin bizewicin. 

Û di bin roniya çirayeke xemgîn de em ji hev qut bûn.

* * *

Mujde dibistan û dersdanê hate şemirandin.  

Xeyda Kerîm ne bes bû mudîrê dibistanê yê Mehabadî jî,  ez û wê ji hev bi dûr xistin,  wî got:   nabe hûn tim bi hev re di hewşa dibistanê de diçin û tên,  ev ne xan e,  ne jî kolanên parîs e.   qutabiyan tê derxistin ku bûyerekê ez dilteng kirime,  yekî ji wan (Rehmanê Germiyanî) îro ji min pirsî:   mamoste  çi heye?

-wê birêz Menafê Kerîmî were da ku çend qutabiyan hilbijêre ji bo wan bişînin Bako yê. weke min berê ev bersiv amade kiribe min got.  

Û bi rastî jî Menaf li ser dibistanan digeriya,  lê qutabiyên ku rêya Bako yê li ber wan vebû,  ji malên begler û ...      

Çî min û vê yekê!!ez di derdê xwe de bim çêtire,  dilê min weke gogeke ji agir di zadê temenê min de digindire,  keleşêrên Mehabadê dixwazin tariyê  di Sablaxê pirrbêj de wer kin,  gelo mirîşk nayên bîra wan?  Gurmîna tava ye,  birûsk vedidin weke şoreşên Kurdan,  di nav tav û birûskan de axaftineke nayê famkirin  dibe.  Pîrka min digot:         birûsk qamçiyên milyaketên baranên ne,  dema ewr xwe bêcirr dikin ,  li pişta wan didin heta agir jê dipeke,  ewr diqîrin û hêsir bi çavên wan yên nedîtî dikevin!!

Di pencereyê re li derve dinêrim,  bi roniya her birûskekê re dêlîya tirî weke sêwiyekî rût di bin şirrikên camiyan de rawestiyaye xuya dike.   ez û xewê hev bi werîsekî nediyar  dikişkişinin,  ew hinekî zora min dibe û min bi alî xwe de dibe,  lê ez xwe disipêrim janên xwe û werîsê nediyar ji dest distînim.  

Ku şev dereng dibe,  mirov êdî ne bi hacetî xewê ye ku xewnan bibîne,  xewn bi xwe tên li dora yekî çirvîtkan didin,  çav vekirî,  hiş li serî ,  mirov xewnan dibîne,  ma xewn bi xwe çine? Jiyanek bervajî,  weke tejikekê,  hişyarî nahêle kes rûyê rast yê wê tejikê nas bike.  

*  *  *

Ezê bizewicim .      

Dema berî mehekê min ji kalkê xwe re got,  ji min nepirsî, çavê te di kîjan  keçê de ye, tenê gote min: ji Mele Mistefa re bibêje,  Mele Mistefa jî panzdeh dînarên Iraqî xistin destên min û got: ev sê sed Tûmenî dikin,  li xwe û destgirtiya xwe xerc bike.  wî jî nepirsî kiye?

Tenê Nûrî,  dema min biryara xwe jê re got,  pirs kir:         ê ..   lo,  ev Mujde çi kese?

-Çi kes e?.  

Min  ev pirs ji xwe ne kir,  min ji Mujde jî tucarî nekiribû,  kî be,  ji ku be,  ne xema min e.    ez wê nas nakim,  lê  dil wê nas dike,  min berê nepirsî Jale jî kiye?.   evîn bersiveke ciyê pirsan tê de nîne.   

min ji devê Kerîmê Şikakî berî ku ji min bixeyide û ji gotinên Mujde yên qetqetî,  çîroka wê naskir,  ew keça XOYBÛN e,  keça Ararat e,  keça berf û xwînê ye:  

* * *

her ku  şevê  li deşta Bayezîdê,  bersivên xwe ji pirsên stêrkan re radixistin,  Mujde ya çarsalî ji diya xwe dipirsî:         -bavê min li kuye?!

-keça min,  tu wî çiyayê porsipî dibînî? bavê te li wir e.  

-çi dike?

-berfê dihelîne.  

-çima?.  

-ji bo em ji serma re nemirin.  

Zivistana 1930 bû...  

Bavê Mujde(Zilfoyê Celalî) her şeva înê dadiket bajêr,  xwe radida bin lihêfa germ ya jina xwe,  li keça xwe ya di xewa şêrîn de dinihêrî û digot:   şerê ku li jor dibe,  mirov ji mêranî dixe.

 êvarekê hat ,  çend kaxezên pêçayî şil  di paşila wî de bûn,  çaxa jinika wî qapûtê wî yê giran bi darbenê ve kir çav li wan ket,  pirsî:   ez benî ev çi kaxezin?

-ev qezeteya Agirî ye,  binêre Ihsan paşa çi nivîsiye!!

-lolo   lêlê.......ez rebena xwedê çi xwendinê zanim!!

Ihsan paşa hêviyên xwe -weke qapûtekî leşkerî- bi her darbenekê ve dadiliqandin,  Ermenên Taşnaq,  şahê îran,  Kurdên Sûrî,  êl û eşîrên mezin,  bi berfa Aigrî  ya ezelî ,  ew berfa ku tofana Nûh  çiqasî  bilind bû jî,  ne gihiştê.  

Tirk artêşeke mezin amade dikin,  şêst hezar serbaz,  heft sed metralyoz,  pêncî topên giran,  sed balafir,  eger êrîş bikin,  wê ev berf bihele,  û deşta Bayezîdê di tofaneke nû de bixeriqe. cengawerekî tirsiyayî ji hevalekî xwe re digot.  

-dîno...bila dunya hemû were nikare zinarekî ji vir bileqîne.    Hevalê wî yê ji xwe bawer,  lê vegerand.  

şapên berfê ji lûtkeyê efsaneyî diqetiyan û dihatin xwarê,  bi gurmîneke weke ya tavên nîsanê digindirîn.  

-hema ji tirsa van  şapan, wê Tirk...  

gotin hîn nîvco bû di devê şervanê ji xwe bawer de,  hevalê wî qêriya: Xwe bide alî. Lê şapeyê ku ji hezar gaz jorayî dihate xwar,  ji qêrîna wî bi lez tir bû.   

-hey berfa xayin!

Bi devekî tijî berf şervanê ku bûbû gulokek berf û dihate xwarê got.

* * *

Bayezîd Nîsan 1930.  

-bi lez karê xwe bike,  buxçeya xwe girê bide,  ezê we bibim Xoy.  

-xêre ezbenî, çi bûye?

-wexta min û bersivan nîne,  zû keça xwe hilgire,  du qantir li hêviya me ne.  

Bavê Mujde (Zilfoyê Celalî) bi rûyekî tirş ku layiqî şervanekî Agirî ye,  buxçeyên bi lez pêçayî,  li qantirekî şidandin,  keça xwe û diya wê li qantirê dî siwar kirin, û di wê şeva bêhîv û bêhêvî de ji Bayezîd derketin.

Kerîm wisa bûyer digot:  

Dema  bavê Mujde (Zilfoyê Celalî) gihişte Xoy,  di serî de berê xwe da mala min, em ji kevin de dost bûn,  Almanan karxaneyeke xaliyan li Tewrêzê ava kiribûn,  belengazên Kurd hirî ji Şino bar dikirin û qûtê roja xwe derdixistin,  ez û wî jî em deh duanzde salî bûn,  me hirî dixiste bendekan û yên ji me  mezin tir ew li qantiran bar dikirin. Çend rojan jî ez di karxaneyê de xebitîm, min mûyên zêde ji nava hirîyê vediqetandin.  lê çaxa Rûs ketin Tewrêzê ew karxane rawestiya, ev çîrok berî cenga yekem bû.    bavê Mujde (Zilfoyê Celalî) vegeriya Bayezîdê, lê her buhar dihate nav Şikakan,  dilê wî ew diajot,  yeke Şikakî hebandibû -rehmetiya diya Mujde- tu dizanî qelenê wê çi bû Badîn?! Sê tivingên Berdan yên nû,  sê beranên qer û sê sal alîkariya Şikakan di talankirinê de.   

Êvareke xemgîn bû,  bavê Mujde (Zilfoyê Celalî) qîza xwe ji ser qantira lawaz peya kir,  eniya wê maç kir û gote min:         Kerîm can,  ez vê keçikê disipêrim comerdiya te û dilovaniya xwedê,  ez hatim hatim,  nehatim jî tu xwediyê wê û diya wê yî,  û rişma hespa xwe bada.  

keçika wî çarsalî bû,  rûyekî gulover, genimgûn,  şêrîn û xwîngerm,  pozekî qut û çavin hûrik wek du stêrikên piştî rojava,  her çaxa min jê dipirsî :   bavê te li ku ye? digot:         berfê dihelîne.  

Kêşeya Kurdî di wan salan de bi hezar girêkî bû,  hezar şeytan li girêkekê biciviyana venedibû,  şêx Ehmed li Barzan,  şêx Mehmûd li Silêmanî,  Ihsan Nûrî Paşa li Agirî,  Simiko li Ormiye,  her yek coyek bi tena xwe diherikî,  her çiyayekî strana xwe ji newal û geliyên xwe re dikir,  dengê kesî ne diçû kesî,  Havîna wê salê,  aşê serhildanê betal bû,  weke noka li kevir bikeve,  cengawer belawela bûn,  dojehek bû û xewn û hêvî tê de hatin biriştin,  her sibe diya Mujde li ber siya dîwarê xaniyê me rûdinişt û digot:   wê bê,  min di xewnê de ew dît.  

Lê nehat,  tenê hayê min û berfa Agirî jê hebû ka çi pê hatiye.  

* * *

Bi dasên bêxewîyê

zadên bîranînên xwe yên bê kevî diçinim.

ey dema zikreş û bêcirr

de biçîne,  van birînan di zeviyê temenê min yê beyar û wêran de. 

vaye dîsa weke sofiyekî di xelwetgehê de

ez bi ser berfa van rûpelan de xwar bûme 

pênûsa min ya ku weke hespekî li bîranînan dilikume  

di nav tiliyên min de xilmaş dibe.  

ji henasên min yên dojehîn diqemirin rûpel.   eger ew zanibin çi li ser wan tê nivîsandin,  wê bişewitin.  

Hezîran nû ji dara salê weşiya bû,  palevanên deşta Helebçe,  êdî  komkirina sapên genim jî qedandibûn, pirêze dihatin şewitandin û kerîyên pez tê de diçêrîyan  Reşîdê Geylanî ji Bexdayê reviya Almanya,  Ingilîzan dîsa destên xwe xistin qirika wan bajar û gundan,  dîsa şêx Mehmûd berê xwe da Silêmanî,  şêrek bû li şêrgeha xwe vegeriya.  

Komonîstên Iraqê ji partiya Hîwa nefret dikirin,  gelek caran em radibûn hev,  Stalîn fisek bikira,  digotin bîna gulan difûre,  ji bo wî bûne alîgirên Geylanî,  partiya me jî li dijî wî bû.   Refîq Hilmî digot:  ev camêr qenc e lê wê bi nezaniya xwe me têxe hemêza Naziyan.  

Tu kes bi hawara şêx Mehmûd ve nehat,  di civînan de me kumik li hev sor dikir,  zengelokên me qetiyan hingî em bibêjin divê alîkariya wî bibe.  

Rojekê ez çûme gundê Sîtekê jivana şêx,  gelekî bêhêvî bû,  teyrekî Baz çavbendekî ji çermê xezalan li çavê wî gerandibû û ew ji nêçîrê re amade dikir, dema naskir ez ji partiya Hîwa me,  bi hêrs got: here ji Hilmiyê xwe re bibêje: Ingilîz bi te dilîzin,  dilê xwe bi partiya xwe û çend xortên Efendî xweş neke,  partiya rast ev e.    Û destê xwe li xençera xwe ya serxwar û kalan ji çermê pezkovî xist.  

-Ezê vegerim Bexdayê. çi bikim?! Ingilîzan ziravê we qetandiye.   

Bi tehlayîyeke bê sînor digot, û bazê xwe bi dû kew û qitik û keroşkan de difirand.  

Jale hîn ji Bexdê venegeryabû,  min bi qasî deryayekê bêriya wê kiribû,  êvaran guhê min li radyoya Berlînê bû,  yek caran min derzî dizîvirand û min li Izgeha Elşerquledna guhdarî dikir.   dengê Goran li ser baskên bayê çi xweş dihat,  dengê evîndarekî dilguvaştî bû (gelo Jale jî lê guhdarî dike?) min ji xwe dipirsî.   dilê min ji Leningradê bêtir li ber xwe dida.  

Dawiya Temûzê bû,  terhikên daran di bin giraniya meyweyan de çimiya bûn,  dilê min jî weke Biyokeke stewiyayî,  dihat ku were xwarê.  

şevekê,  min dastana Pîremêrd ya li ser dwazde siwarên Merîwanî,  dixwend.  Dengekî nermik ji deriyê min hat.    Jale bû.  

Hestên min yên wê katê nayên ziman.Weke minalekî ez giriyam,  ne girî bû ew. orîniya berxekî bû ku ji dayika xwe diqete û serjêdibe. min ew hemêz kir û serê xwe yê şêt li ser singa wê danî. Hêsrên min bi ser ala Ingiltere ya li ser gumlekê wê herikîn, wê bi sarbûneke kevirî got:         çi bûye Bado?!

Çi bûye?! Çiqasî pirseke pûç û xav û bê wate bû wê şevê,  çi qasî pirseke xençerîn bû ku kezeba min qelaşt.  

-çi bûye? Malwêran ev çend mehin ne nameyek,  ne telegrafek.  ne xeberek. ez di agirê xwe de dişewitim,  tu jî sar mîna ku bavê te qeşa be, diya te berf be, ez ji te hezdikim,  hezdikiiiiiim.  

Dengê min yê sêwî,  wê şevê li şeqamên Silêmaniyê zîzikî (hevalên min,  roja din sibehê ,  heta yên li taxên dûr mîna Serçimîn û Kanî Askan gotin: me qêrîna te bihîst,  mîna yekî ku rehên dilê wî biqetin).   

Jale li ser sofayê rûnişt,  lê deng jê nedihat,  ez li ber wê serçok bûm û min bi niyaz got: Jale em bizewicin.  

Bersiv neda,  lê rabû ku biçe,  min bi dengekî dîn got:         eger tu biçî ez xwe dikujim.

Ji gefdana min bawer kir û  neçû,  bû mêvana nivîna min,  ramûsanên me sar û xav bûn,  yên wê ne yên min,  lêvên min bi xwe bûbûn agir û bi bedena wê ketibûn,  diranên min bûbûn gîsn û zeviyê wî laşê ter û nerm û spî cot dikirin,  ez çi cotyar bûm wê şeva gawir.  

Emîral Axa,  carekê got:   hûn dizanin Sablax çiye? Ew ne cobar û çem e,  berê ew mirovekî evîndar bû,  ji kerbê yareke xayin heliya û her û her diherike.        

Ez nebûme çem,  lê di dilê min de,  teqiyan hezar kaniyên jan û hesretan.  

li kolana Kanî Askan,  li ber deriyê Mizgewtî şêx Selam,  piştî heftiyekê,  ez li Jale rast hatim. kitêbeke Ingilîzî di destê wê de bû:       

-ev çi kitêbe Jale can?

-romana The (Vergin and The Gipsy) ya D.H.Laurenc e.  

-min texmîn dikir te dîwana Herîq ji çapxaney Merîwanî ji Bexdê aniye!!.  

-ev li ku,  Herîqê te li ku?! Ev romaneke ecêb e.   ez bawer nakim Kurd karibin tiştekî bi vê sewiyê bînin meydana edeb û wêjeyê.  

Bi wê gufûgoyê re me nêzîkî li baxçeyê dibistana seretayî ya Cihûyan kir,  da ku em ji ber çavan win bibin,  em ketin pişt qurmê dareke pîr û min jê pirsî: çima em nazewicin? lêvên xwe qermiçandin û carekê du caran rûpelên romana di dest xwe de qulibandin,  serê xwe rakir û çavên xwe di çavên min de çikandin: Badîn em ji hev re nabin!!

Dilê min di geliyekî bi stirîyên vêketî de wer bû.  

Çima em ji hev re nabin? Ez xortim,  Kurdim,  wek geyikekî di nav nivînan de har dibim,  di çavên xwe de xweşikim jî,  çi qusûrên min hene gelo?.  

Jale,  weke şehzadeyên kevalên sedsalên navîn,  xwe di landika ku bi şaxekî darê ve bû,  dihejand,  dilê min jî dihejiya,  bayê ku ji hejandina landikê peyda dibû,  kirasê wê ji ser çîmên şayik û spî dida alî,  yek bergên darê bi ser rûyê wê de diwerîyan,  bi nazikî dida alî,  hêsir bi çavên min ketibûn,  wê jî bi çavin nîvgirtî li min dinihêrî,  min nizanîbû  ew awirên sist çi wateya wane? Gelo dilovanî ye,  yan poşmanî ye? Kenekî sivik li ser lêvên wê resim bû ku pê re dilê min dikira bifiriya,  lê bi min dikeniya ew sihirbaz,  bi dilê min yê ker dikeniya,  bi evîndariya min ya dînoke,  bi hezkirina min ya xwedayî,  bi jiyana min dikeniya wê katê ew bûka berfê.  

-zewac fikrek e dûr e ji bo min!

-ez temenê xwe tevî li hêviya te dimînim.  

-ez nikarim ji te re bibim jineke layiq.   

-tu çawa bî ez ji te hez dikim,  hezdikiiiiiiim.  

Û min serê xwe di qurmê darê de lêxist,  nizanim çend caran,  nizanim çawa,  dîtina min dît,  ez li odeya xwe,  Sadiqê Behaddîn,  û Nûrî Emîn,  û çend hevalên ji Hîwa,  li dor serê min yê girêdayî civiyane,  min çavên xwe li Jale digerandin,  xwîna ku ji eniya min herikî bû,  mijangên min bi hev ve dizeliqandin,  min nikaribû çavên xwe qenc vekim,  Sadiq bi destê min girt û bi ken got: te kortek di darê de çêkir,  ku keroşkek dikare xwe tê de veşêre. 

dilê min û ken nebû wê şevê,  xewa min dihat,  min dixwest xeweke di rengê mirinê de bikim,  ji hişê xwe herim,  yan jî dîn bibim û bi çolan bikevim.  

 

* * *

10 Nîsan 1946

Êvare...stêrik dilîzin,  ez li ber pencereya xwe ya bi ser hewşê de vekirî rûniştime,  bayê ku weke dizan xwe li pencereyê dide,  perdeya Etlesê şîn direqisîne,  herdu enîşkên min, şopa xwe li ser maseya ji darê berrûyan kolane,   di quncekî odeya min de,  textê razana min e,  palgehek ji perîkên deh dîkên qurre,  Mujde ew diyarî min kiribû,  navê min û xwe li ser hêzarê spî bi tayên rengîn neqişandiye,  doşeka min ji hiriya deh berana ye,  lihêfa min çewalek pembo tê de ye,  di refikekê de çend kitêban wek sêwiyan xwe dane rex hev,  ez di xwe re nabînim destê xwe bavêjim wan,   toz bostekê li ser wan rabûye.  

Dilê min û nivîsandinê,  vê êvarê nîne,  lê ez xwe bêgav dibînim,  nizanim çi raz,  çi hêz,  tiliyên min li pênûsê dialînin? gelo ji ber ku ez ber bi mirina xwe ve diçim?! ji xwe her kes wehaye,  ma kê pişta xwe daye mirinê!! tu kes ji derve yî xeleka wê najî,  ezê binivîsim,  tenê nivîsandin zora mirinê dibe.  

Berî çend rojan Nûrî Emîn hat,  xatir ji min xwest û bi devekî li ken got:  emê biçin bakurî Seqizê,  siwarên Şikak û Herkiyan jî xwe amade dikin, komar wêneyeke ciwan e,  lê çarçov biçûk e.  

Kake Axa (bi xwe efserekî ji Soveytistanê ye, Azerî ye, navê wî Selaheddîn Kazimof e, li vir bûye Serheng) pêşmerge, baş fêrî xebitandina tiving û avêtina Narincokan û meşqên şer kirin, hinek jî fêrî ajotinê kirin,  qişle yên kevin,  yên artêşa Îranî ji nû ve ava dibin.  

Mehabad hindik maye bibe urdugeheke Rûsan,  kalkê min dibêje,  binêre Badîn,  her kes kincên xakî li xwe dike,  terzî nema di ber re digihin,  pêçiyên terziyên Mehabadê tevizîne,  ba ketiye kabokên wan,  stûyên wan xûz bûne,  hingî bi ser wan topên cawê ku ji Bako yê tê de xwar dibin.  

Tê gotin ku wê Pêşewa biçe Tewrêzê,  Azerî xwe bêcirr dikin,  çavê wan li wê yekê ye,  ku Ormiye, Xoy, û Miyanduabê daqurtînin.  

Dêlîya tirî hîn di xewa xwe de ye,  hay ji biharê nîne ,  tu dibêjî qey zivistanê di qurm û reh û şaxên vê darê de,  xwe ji bîr kiriye. Silêmanî dîsa weke kewekî nêr û bi qebqebeke bilind dikeve xefka xeyalê.  

Sala hezar û nehsed û çil û sê bû,  dawiya Temmûzeke germ,  Jale çû,  bû gulokek berf û li ser agirê dînbûna min  heliya,  xewnek bû?. . na.. . rastiyek bû? Na...çi bû ?! çû û ne kir ku paçekî li serê min yê birîndar bigerîne, serê birîndar!!! Tê çi ji dil re bibêjî?! tenê parçekaxezek li şûn xwe hêla bû,  têde :  (I am sory) nivîsî bû.   ew dînbûn,  ew evîn,  ew maç û mûç,  ew dojeha sor,  bi sê peyvên Ingilîzî bi dawî bibin!!! 

Ey xwedayên tolhildanê,  li ku ne hûn?

Ey şepolên kîna reş.  

Bişon vî dilê wêran .  

Ji wê evîna wêran.  

Piştî çûna Jale,  ez li civînên Hîwa weke telesan bûm,  awirên min li dîwaran dilikumîn û hew radibûn.  Nûrî Emîn bala xwe dida min bi destê min digirt û di kolanên tarî yên Silêmaniya xopan de ez digerandim û ber dilê min dida:       

Badîn! heyfa te! Tê ji bo keçekê xwe dîn bikî! Haya te ji dora te nîne? Binêre Mele mistefa ji Silêmaniyê reviya,  filsek pêre nemabû,  te bihîst ku Reşadîyên kofiya xanima xwe firotin da ku karibe jiyanê bidomîne,  em li ku tu li ku Badîn!! îro doz doza azadiyê ye, hinekî dilê xwe xurt bike.  

-Nûrî, Jale azadiya min e,  şoreşa min e,  welatê min e Jale....û ez digiriyam.  

wê demê têkilîyên me û J.K (Komeley Jiyanewey Kurd) xurt bûbûn, Mîrhacê Zaxolî çû bû Mehabadê li baxçeyê Emînulislam bi damezrênerên J.K re,  li bin dareke gûzê hevpeymanek li darxistibû.  

Ez gelek caran fikirîm ku ji Silêmaniyê derkevim û biçim Mehabad,  min dixwest dûrî kêra ku dilê min parçe kiribû,  bikevim,  li çareyekê digeriyam ku Jale ji bîr bikim!.  

*   *   *     

Vodka....  

Xwedê rehma xwe li hestiyê wî kesî bike, ku mey afirandiye.  Ew çi mejî bû di serê wî de?! bê guman ew kes evîndarekî dilşikestî bû weke min, lê ez! ezê çi biafirînim ji xeyrî van rûpelên ku dînbûna xwe bi ser wan de weke xwîna birîndarekî dirijînim.  

Ne mey bûya minê çawa derdên xwe bingor bikirana?! Ne şer,  ne ne karê di refên Hîwa de,  ne jî Mujde karîbûn bibin baranek bi ser agirê evîna Jale de. Tenê ev Vodka ya ku bêdeng di şûşeyê de bang li min dike, min dibe cîhaneke cuda, fereh, xweş, rengîn, cîhaneke weke hemêza Jale (ne Vodka bûya min dê eşkere dijmintiya Rûsan bikira).  

Ji klasa ku ez mamostayê wê me,  sê xwendevan çûne Bako: Hesen Husamî,  Rehman Germiyanî,  û keçek navê wê Hejar Zindî.   Ew xwendekarên herî jîr bûn li ba min.    ez gelekî li ber Hejarê dikevim,  ew qasida navbera min û Mujde de bû(piştî Mujde ji dibistanê çû,  û Kerîm xeyidî demekê têkiliya me di rêya nameyan tenê re bû).   

 

* * *

 

Badîn

Ev nameya yekem e ku  di jiyana xwe de ez dinivîsim,  bibûre eger gotin têra bêrîkirina min nekin û bi kêrî hezkirina me neyên .bi hêvî me tu dilê xwe ji Kerîm negrî, ew ji min hez dike û ji te jî hez dike lê naxwaze lekke li min bikevin, tu dizanî vir Mehabad e.  

Ez nizanim çi ji te re bibêjim! Xwezî ez jî weke te helbestvane bûma,  min jî weke te peyv ji şikeftên wan yên nuhênî derêxistana .    tu weke marbaza yî,  li ser awazên henasên xwe,  marên peyvan ji qulikên ferhengan dertînî,  lê ez rebena xwedê!! Çi tê ber serê xameya min,  dinivîsim.  

Çêtire ez ji te re behsa jiyana xwe ya bûrî li Mehabadê  bikim,  (çi ku fersend ne bû dema me hev didît,  ew jî ne sûcê min bû,  lê tu... çavên te li min diketin tu dibeziyayî maç û gezan).  

Ezê ji niha de dest pê bikim,  ez kevalekî pêşewa çêdikm,  ezê wî kevalî li kilasa xwe daliqênim,  qutabiyan guhê min birin her dipirsin:  ka tabloya Pêşewa?!. ha..hate bîra min,  ji kilasa min çend qutabî yên ji malmezina bijartin da ku wan bişînin Bako yê,  ji ba te jî bijartin gelo?!.  

Îro bavê çend qutabiyan hatin û gotin: em rica dikin minalên me niha nebin,  bila bimîne piştî çinîna ceh û geniman!!!

Min çi digot? Erê, ezê behsa Mehabadê û jiyana xwe bikim.  

Giyanê min:       

Mehabad şarekî cadûkere,  mirov rojekê lê bijî,  nikare jê hez neke,  ez jî ev bûye deh salin lê dijîm,  ez gelekî jê hez dikim (lê ne bi qasî ku ez ji te hez dikim).  

Sala 1930 bû,  Simiko û Xorşîd Axa yê Herkî li Şino hatin kuştin,  rewşa min û diya min ne baş bû,   Azeriyan jî dev ji me bernedidan,  ji xwe Asûrî daweta wan bû.    Rojekê Kerîm hat û got:   xwe kar bikin,  berê me li Mehabad e.  

Em di şevek e gawir de ji Şino derketin…..

Li Mehabad,  em di taxa Xirê de bi cî bûn,  ez û diya xwe tenê bûn,  Kerîm jî nêzîkî me malek ji xwe re dît,  wî em ji tiştekî bêpar nekirin,  weke bavekî bû ji bo min,  wê demê Mehabadiyan ji Şikakan hez ne dikirin (hîn jî wisan e,  bûyerên sala 1922 an ji bîra Mehabadiyan neçûbûn,  wê salê Simiko kete Mehabad û şervanên wî şar talan kirin,  çîrok dûdirêje).  ez bi xwe ji tevgera mêjûyê fêm nakim,  lê ez nikarim ji Simiko hez nekim,  diya min tim qala xanima wî Cewahirxanim dikir,  ew di şerekî de hate kuştin.  

Min di serî de ne got ez nizanim nameyan binivîsim!!vaye min nameya xwe weke rûpeleke dîrokê nivîsand.   

Xewa min li ber vî bayê hênik tê tê,  dengek hat ,  ez guman dikim tablo ya min ya nîvco ket,  hîv weke guhanê çêlekekê xuya dike.    Tiliyên şevê yên reş roniya wê didoşin,  bayê Nîsanê xewa m in tîne,  bibûre.   .   ez hew dikarim binivîsim.   .   .  

Te maç dikim. . . . . . . . . Mujde

 

*   *   *

min jî bersiva vê nameyê şand, li hêvîya bersiva bersivê me.

*  *  *

Badîn nameya te gihişte min ,  lê ez ji te rica dikim bi tîpên latînî nenivîse,  ez nizanim girêkên wan tîpan verêsim.    Bawer bike heta nîvê şevê min nîvê nameyê nexwendibû,  xweşîya peyvên te bi wan tîpan diçe,  yan min fêrî wan bike,  yan jî weke xelkê binivîse.  

Te di nameya xwe de nivîsîye:  ezê te nîşan bikim! Tu li hêvîya çîyî? Min ji Kerîm re got, tu dizanîi dilê wî paqij e,pîroz kir û got hûn dizanin. îca  sibe saet çar were Koçey Cûlekan (kolana cihûyan) li ber dikana Îsaqê zêrker.......te maç dikim...    Mujde

*  *    *

îro ez çûme ser sozê xwe,  Mujde hîn nehatibû,  kêlîkekê li ber camekeya Îsaqê zêrker mam û min li zêr temaşe kir,  guhar,  milwank,  gerdenî,  bazin,  çavşîn,  Mşella û gustîlên bi qaş û yên bê qaş dibiriqîn,  dengê wan dihate guhê min,  erê zêr jî diaxive,  lê bêdeng,  biriqandina zêr axaftina zêr e.    dengek ji yê zêr xweştir ji pişt min hat:         -rojtan baş.  

Mujde bû,  me du xelek standin û çûne studyo.  

Kalkê min bi kenekî xemgîn re got : Min zanîbû hûnê werin. . . û derbasî kokşka tarî bû.  

Mujde li wêneyan dinihêrî, ji nişkêve destên wê yê wêneyek di nav de lerizîn û hêsir bi çavên wê yên reş ketin.  

-Mujde çi bû? çi heye? Li şûna kêfê û ken tu digirî !!

-ev wêneyê taxa Xirê ye.  

Min ji dest girt û qenc lê meyizand:    taxeke xir û wêran,  xanî hilweşîyayî,  golên avê li her deverê,  gelek kes têde hebûn şerwelên xwe hilmalabûn,  hin zarok di destê wan de li ser banan,  hin jin buxçeyên wan li ser serê wan û di nava avê de dimeşin,  ji sîya xelkê û xanîyan xuyaye roj li ber ava ye.  

Bêyî ku çavê xwe ji wêne rakim min pirsî:  xuyaye lehîyek rabûye,  tê bîra te ew lehî?

-eger ji bîrea kê biçe,  ji ya min naçe.  

-kengî bû?

-salî Sêlawê bû,  berî neh salan,  dîya min jî têde çû.  

-Te ji min re negotibû!!

-Di nav van rûpelan de çîroka vê lehîya zalim ,  serpêhatîya wê Îna reş nivîsandîye..bixwîne, min digot belkî em dereng hev bibînin ez dê jiyana xwe ya mayî weke name ji te re rê bikim.

Û çend rûpel dane min .  

-Bibûrin,  çend wêne hene xwedîyê wan bi lez dixwazin.    Kalkê min bi derketina xwe ya sivik re ji koşkê,  got û hat li ser kursîya xwe rûnişt.

-wey wey wey…bûka min giriyaye!! Bê guman ev mesele ne bi dilê Kerîm e ne!! Xem nake  wî li min bihêlin.

-na kalo , ew ji bo sala Sêlawê digirî, dîya wê tê de çûbû.

-ho ho, eger wisa be, salên sêlawê di jiyana min de digihin şêstî. Li ber tiştên çûyî nekevin, hûn nûhatî ne.   

dengê emîral Axa nêzîk dihat,  kalkê min kenîya û got:         hûn dizanin ev dîn ji nîvê aqilmendên Mehabadê zanatir e?! wî derd jî naskirî ye,  derman jî,  lê xeyalê wî pirr ferehe,  bi du çeng av derya peyda nabin.  

-na...oqyanos jî peyda dibin..hûnê bibînin.   

Bi vê gotina xwe re Emîral axa derbasî studyo bû,  min qedeha avê rûkire satila wî û jê pirsî:   

Tu li gemîyekê naheyirî?

-hindik maye hûn xumxuma pêlan bibihîzin,  lê gemî? Ma ne Ermen bin wê kî gemîyê çê bike?!ha...? tu nabînî şofêrên Mehabadê hemî Ermenin,  ew ji zimanê hesin fêm dikin,  ne ji şerma bûya wê Pêşewa li dewsa şofêrê xwe kak Ehmed,  Hagopek yan Aramek peyda bikira! Erê Ermenî bi zimanê hesin dizanin,  lê Turk  bi zimanê agir bi wan re axivîn,  agir zora hesin dibe,  ez şaşim Ermenîyê kal?   

-Pişt re devê xwe xiste guhê min û got: were mala min,  tiştê ez dibihîzim tu jî bibihîze.  

Roj li ber ava bû,  ez û Mujde rabûn ku derkevin,  kalkê min got:  kurê min îşev were ba min,  ezê Agop jî dawetî mala xwe bikim,  du şûşe VODKA jêre ji Yêrîvanê hatine,  emê bi wan derîyên dilê xwe li piştê vekin.  

-Erê kalo.   

Min got û ez û Mujde derketin.    Bi rê de,  berî em bigihin zikaka ku mala Mujde lê ye,  wê çend rûpel dane destê min û bi nazikî got:         beşekî tehl ji jîyana min,  di van pelikan de jî ye,  belkî bi kêrî te werin!! Û bi awirin tijî niyaz em ji hev qut bûn.

* * *

 

Badîn

Dilê xwe xweş neke,  ev ne nameye  ku tu evîndarîya min têde seh bikî,  ev rûpelin ji jiyana min in,  mîna kulmek hêsir li ber te rûdikim,  weke min berê jî nivîsîbû,  ez weke te ne helbestvanim ku zanibim jana di hinavê xwe de bînim ziman,  îcar bibûre,  eger tu tûşî qelsî û bêkêrîya min hatî.    Ez nizanim ji ku dest pê bikim? Ez bûme mîna meşka koçeran ya tijî dew,  hema bayek li min bide,  xumînî bi min dikeve.    Bûyera mirina diya min? mijareke kul û xemgînîyê ye,  lê hema tu zanibî başe.  

Rojeke înê bû,  tu dizanî di wê rojê de,  mar postê xwe yê kevin diguherin? Wê rojê xweza bi xwe bûbû marek û postê xwe diguherî!! Ew berî neh salan bû,  Kerîm çûbû camîya Ebbas.  

Weke ku bûyer duh qewimî be,  li bîra min e.    diya min Kalecoş çêkiribû,  Kerîm gelekî jê hez dike(bawer nakî jê bipirse!).    ew xwarineke Mehabadîyan e,  dew tev li rûn dikin û dikelînin,  pişt re pirtik û kurtêlên nan diçinin navê,  dibe mîna tirîdê,  ew zor zor xweş e,  tama wê Kalecoşê hîn di bin zimanê min de ye lê tev li tehma mirinê ye.  

Ji nişkê ve ewrin reş ji rojhilat xuyabûn,  reş bûn weke ku minalek tenîyê di rûyê xwe bide,  min ewrên wisa reş nedîtibûn,  tavan kire reqereq,  û birûsk har bûn,  te digot ezmanê Mehabadê dîn bûye,  dihat ku were xwarê,  zarok bi kêf derketin pehnavên malên xwe yên kelpîçî,  çelpeçelpa lingên wan yê xwas bûn.    Ji alî Pirdî Sûr lehîyeke nayê pesinkirin diherikî,  ma lehî bû? Hurrîna deh hezar şêrî,  yan gurrîna sed hezar tenûrê bi hev re bû,  tiştekî xwe li ber nedigirt,  Nûh jî xwe nikarîbû ji wê bifilitîne, av di ser Pirdî Sûr û Pirdî Spî re qulibî, her dever bû av, her dever vegerîya despêka jiyanê li ser rûyê vê erdê!!ez dibêjim dînbûna Emîral axa ji wê rojê de dest pêkir.  

Me dît û ne dît mala me tijî av bû,  çi mêvanekî xwîngiran bû!? Kurd dibêjin ruh şêrîn e,  nizanim çawa min xwe gihande serê ban!  min li lehîyê seh dikir,gêj dibûm,  ez hatim ku dakevim - şimikên min yên ku Kerîm ji min re ji Ormîye anîbûn,  li jêr mabûn- dîya min,  nêrdewan di dest de,  qêrîya:  porkurrê dînê,  tu çi dikî?! Da nekeve.    Nêrdewan siparte dîwar û hat ku hilkişe.    nêrdewana ku gazekê di avê de bû ji nişkê ve şemitî û diya min ji ber çavê min winda bû.   

Ez li jor bêçare mam,  ne dikarim dakevim,  ne jî bimînim,  hibrîya diya min ya Mûsilê bi ser avê ketibû.(hêsran nivîsandina du rêzan,  rinandîye,  nayêne xwendin.    Badîn).  

Piştî saetekê girrê lehîyê daket û sar bû,  weke gayekî girs,  piştî ganê ji ser pişta çêlekeke melûl dakeve,  berê xwe da çemê Sablax û di hemêza xwe de,  gelek pîr û kal û minal û sewal birin. Nizanim çawa ji serê ban daketim û li kolanan aware bûm, pir kesan xwe avêtibûn bextê camî û mizgeftan, ji nişkêve tûşî Kerîm bûm,  min bi girî xwe avête hemêza wî û got: sêlavê diya min bir!

Heta heftîyekê xelk li herdu kevîyên Sablaxê li termên mirîyên xwe digerîyan,  yê ku mirîyê xwe didît,  dawet li dar dixist,  lê diya min!aaax. . . xwedê tenê û ew lehîya zalim dizanin bi kude çû,  lehîyê diya min bir,  berê jî Erarat bavê min daqurtand,  û ez? Gelo kî wê şopa min ji vê xaka sar bibirre?!

Riza şah piştî demekê hate Mehabad(navê wê, wê demê Sawcbulaqî Mukrî bû), lê weke Azerî dibêjin: toydan sonra Neqqare?! ango piştî dawetê,  nû def û zirne tê!! tiştê me ji hatina wî fêde kir,  navê Sawcbulaq bû Mehabad.  

Êdî nema sebra min li Mehabadê dihat, dawîyê termê diya min jî derket li darekê rawestiya bû, Kerîm ez demekê birim Şino, da ku xwe ji bîr bikim,  lê min bêrîya goristana ku  dîya xwe ya li bakurî baxê Qazî dikir, lê  em venegerîyan.  

Gelek ji Mehabadîyan bûyerên jiyana xwe bi wê salê nas dikin,  tu bawer nakî? Ji qutabîyekî xwe bipirse:   tu kengî çêbûyî? Wê bersivê bide:  yan berî ,  yan piştî ,  yan salî Sêlaw.          Çavên te radimûsim.    Mujde

* * *

di kaxezên Mujde yên dî de ev  name nivîsandîbû :

 

Badîn giyanim

Ez bêrîya te dikim,  ez hogirî te bûme.  nikarim têkilîyên germ bi hemkarên xwe yên dibistana Perwane re deynim,  keçikên qutabî gelekî ji min hez dikin,  ji wêne û nigarên ku ez ji wan re dikêşim,  ji rengên têkel yên ku ji du û sê rengan pêk tên,  yên ku ez wan fêr dikim pirr hezdikin,  îro min li ser textereşê ala Komarê resim kir,  weke perwaneyên li ser gulên biharê xwar bibin,  xwarî defterên xwe bûn û bi tilîyên xwe yên nazik her yekê alek resim kir. lê jiyana min? heta niha wênesazê gewre(xwedê) bi rengên tehl û tarî ew neqişandibû,  lê tu hatî û te kevçîyek hingiv û ronahî rûkire nav Rengdanka min,  ne tu bî ez rojekê tenê li Mehabadê rûnanim.  

Min di name ya bihurî de,  ji te re qala sala lehîyê kir,  û min nivîsî ku em çûne Şino yê.    Berî şerê mezin dest pê bike em vegerîyan,  gelek mihacir ji Dêrsimê li wê derê bi cih bûbûn,  di nav wan de yekî dîn hebû,  kefa destê wî ya çepê tim Hinnekirî bû,  ji Hinneyê pê ve behsa tiştekî nedikir,  her em didîtin digot: Hinne li Dêrsim nemaye! Mal bi mal Hinne pars dikir,  navê wî kiribûn parsekê Hinnê,  rojekê nema hate dîtin,  gelekan digot,  wî berê xwe da Dêrsim û li nêzîkî Geverê hate kuştin, lê bazirganekî ji Şino sond dixwar ku :   min ew bi çavên xwe li Silêmanî dît.  

Dema şerê mezin dest pê kir em ji Şino hatin,  Kerîm vê carê malbata xwe jî bi xwe re anî,  wî digot: erê Mehabadîyan sala Simiko ji bîr nekirine û ji Şikakan nefret dikin,  lê çare nîne,  Şino nêzîkî sînor e,  eger tankeke Rûsî ji Bako bide rê,  wê me hemîyan bipelêxe. Wî nizanî bû çi di tûrikê qederê de heye!!   

Jina wî û du zarokên wî û pîre dîya wî û ez,  me da pey wî,  em bi meşê hatin vî bajarî.    Li rex çemê Sablax,  malek peyda kir,  em şeş mehan tê de man,   heta rojekê balafirên Rûsî ,  ew navçe bombaran kirin.    Ez ne şaş bim berî çar salan bû,  Kerîm ez û diya xwe biribûn çinîna genim,  jina wî jî li ber herdu zarokan mabû,  em li nav zadan çav li balafirên Rûsî ketin,  mîna bazên nêçîrê hêlan dikirin.    Û bû gurmîn……..  

Dû ji xanîyên bajêr kişîya ,  weke ku rehek di dilê Kerîm de biqete,  ew qîrîya û bê ku li pişt xwe bizîvire,  das ji destê xwe avêt û berî da bajêr,  jina wî û herdu zarokên wî qetoqeto bûbûn,  mejîyê kurê wî yê biçûk -Ismayîl - bi dîwarekî kavil ve rêz bûbû.  

Pîredîya wî jî ji kerban mir, çav li kurê xwe yê kezebşewitî diket û digirîya,  deng ji Kerîm nedihat,  ku diaxivî jî digot:   ne ji xwîna hejaran bûya,  Krêmlin sor ne dibû!!

-Rûs hatin.  

Weke birûskekê,  ev xeber li Mehabad geriya,  porsipîyan hinerên Rûsan dîtibûn,  sala ku Rîbal Tşînko kete Mehabad jî ji bîr nekiribûn,  ziravqetî nediwêrîn ji mal derkevin,  serokêl û karmendên dewletê bazdan,  Mehabad bû mîna tûrekî tu daweşînî,  vala bû.    Bûyerê xwe dûbare dikir,  Rûsan dixwest xwe bi xelkê şêrîn bikin,  çi şekir û çay û tûtina di enbarên dewletê de didîtin,  li xelkê belav dikirn,  bû dawet,  yê ne qelûnkêş bû jî,  kulmên tûtinê di ber hemêza xwe da dibirin mal.    Kerîm jî her roj,  heta ku reşayî dikete bajêr,  li ber gora malbata xwe,  li goristana Budaq Sultan bû.    Çira ya ku ji bo bîranîna jin û herdu zarokên xwe- Ismayîl û cafer- li ser gorê danî bû vêdixist û geş dikir.     Ku ez ne şaş bim,  wê salê Komeley Jîyanewey Kurd (J. K)saz bû.  

Êdî xewa min tê,  şev xweş Bado…. te maç dikim   Mujde.  

***

Çira duyem

 

12 Nîsan 1946 Mehabad

min nivîsî bû ku ez li Mehabadê weke ku di romanekê de dijîm,  gelek bûyerên seyr û ecêb diqewimin ku tenê di çîrokan de derbas bûne.  

Duh bi şev ez çûme mala kalkê xwe li Gerekî Hermenîyan,  Agopê meyfiroş distira,  rûyê wî sor bûbû weke asoyê ku roj nû tê de ava bûye,  ji vexwarinê xwe nedigirt,  kalkê min qerfê xwe pê dikirin,  li rex wî direqisî,  çerqînî ji tilîyên xwe dianî û digotê:  de hirçê min de....  Ermenistan bi qurbana gunnê te be!

Agopê serxweş,  xwe diavête erdê,  çarpîyan dimeşîya,  ji nişkê ve weke hirçan radibû ser lingan û dizûrîya.  

-Agop di vexwarinê de kerekî xwedê ye,  kezeba xwe peritandîye.  

Kalkê min qedeha min dagirt û got,  Agop qêrîya û got:         gunê min Entranîk! Keşe di dîya te ga yo,  ma tu nizanî Vodka Rûsya hemî têra min nake?! Ez nevexwim,  wê kî vexwe tirro! Bavê min,  birayê min,  dîya min…..her sê   …weke kundiran serên wan li ser sekoya mala me li Xarpêtê gindirîn.    Min got weke kundiran ne?! Na ez şaşim,  weke sê morîkên mezin ji çewalê xwedayekî lal.    Û xûşka min,  aaaaax,  deh kes lê werhatin,  kirasê wê tîştîşî kirin,  bavê min nû jê re ji Qarsê kirîbû,  ez pênc salî bûm,  min fêm nedikir çima kirasê wê diqetînin û derpî jê dikin,  ew sêzde salî bû û deh lê werhatin.  

Û bû orîna Agop,  wirde wirde deng jê hate birrîn û kete xewê.  

-eve halê wî her şev,  ne tenê weha,  ji mêranî jî ketîye .  

-ew bûyer raste!

-Badîn,  çi were gotin, bawer bike, min bûyerin ji vê seyrtir û kambax tir jî dîtine, ez şahidê hovîtîya mirovanim,  ez nizanim çima ew qasî xwîn erzane!! Misilman,  Cihû,  Xiristîyan,  Kurd,  Rûs,  Ereb,   Ecem,   Azerî, Ermen, Tirk, gû,   rêx,  navên grûpên dirrindeyanin,  xwedê bi xwe jî nizane çima ev xelk ji siya hev tehmûl nakin!

Kurê min,  bi qasî ez dizanim kurd li Ermenîyan neheq bûn,  ez dizanim Ermen jî wisa bûn,  eger fersend têketa wan,  wê xwîna Kurdan vexwarina,  min bi xwe li Rewandizê perîşanên Kurdan diavêtin çem,  erê min.  

Kîn mirovan kor dike,  Rûsan jî kîn di dilê me de kedî dikirin,  da ku şerê Osmanîyan bi me bikin,  Almanan jî şerê Rûsan bi Osmanîyan dikirin,  Osmanîyan jî Kurd di axurên xwe de perwerde û dermale kiribûn,   ji rojeke wisa re .... welhasil  çîroka rêxê ye,  her ku tu tev bidî wê bîn pê bikeve.  

Çend qurt ji Vodka berdane gewrîya xwe û cihê xwe xweş kir û got:       

Bado ez dizanim tu çawan difikirî!!xwîna te germe,  ne ji ber xortanîyê,  lê  ji nezanîyê,  gelek hêvî li bal te hene,  te xebata siyasî miyasî jî kirîye,  tu ketî nava partîyan jî,  lê hîç e,  dem partîya mezin e kurê min,  bibe endamê Partîya Demê, bê ku tu kiras mirasan bi demê ve bizeliqînî,  tu fêm dikî ne,  berxê min!!.  

Partî qaşilekî teng e ji mirovan re,  yê partîzan nafikire,  çima? Ji ber ku bi rêberekî bawer e,  partîzan foto yeke,  her di halê xwe de dimîne,  foto xemgîn be,  wê bimîne xemgîn,  şad be,  wê bimîne şad,   ol û dîn jî ew rêxe,   Anûş.

qedeha xwe  li ya min xist û berdewam kir:    ev mey hebe,  û ew bêxwedîkê di nav lingên jinê de,  yê nerm û lûs û germ û rûs jî peyda bibe,  haya min ji bayê felekê namîne.  

Erê jin,  lê ne jina diya zarokên mirov,  ango jina bi zewacê ketibe ber hemêza te,  na,   zewac ji xwe partîya herî  tenge di nava partîyan de.    Bûye sî sal ez bê zewac dijîm,  lê min jin bi qasî derdê dilê te dîtine,  Kurd,  Ereb,  Tirk,  Faris,  Cihû,  Rûs  û Ermen û her milletê ku nayêne bala te,  bi dehan di bin sîya gunnê kalkê te  re derbas bûne,  min hez nekir û xwe nekire êsîrê ciwanîya keçekê,  hezkirin jî partîyeke,  ma ew çi jine ku çavên te ji yên mayî bigire?! Jineke Ereb ji Bexdayê hebû,  her ku ez lê siwar dibûm digot: ya şêx Ebdulqadir,   ya seyyidî Husên .   Ya nizam kî,  welî û pêximber nediman,  bang li hemûyan dikir,  min tenê bang li efendîyê xwe dikir û wî jî weke min dixwest dikir,  de êdî dev ji min û qiseyên qorr berde .  

Min dizanîbû ku kalkê min êdî serxweş dibe,  lê peyvên wî bi serxweşîyê re hîn kûrtir û germtir û watedartir dibûn,  çi raze di meyê de ku kelemekê tenê jî li ber ziman nahêle!!

Çavê kalkê min li dîwana Wefayî ket,  di bin qedeha min de bû,  hema qedeha min xiste destê min û dîwan da alîyekî û got:       

Dehşikê min ev jî hîçin,  eger debara te bê xwendin nabe tenê çarîneyên Xeyyam bixwîne,  min barê deh qantiran kitêb xwendine,  çi dibêjin!  nezanîya te kûrtir dikin,  te dûrî jiyanê dikin.    jiyana ku tu dijî,  bûyerên ku li serê te diqewimin,  ewin kitêbên rasteqîn,  here salekê li xurbetê bijî,  beranberî sed kitêbên li ser xurbetê ne.    Mehekê di nava agirê cengê de be,  himber sed romanên cengî ne.    Min romaneke Rûsî li ser şerê  Sari Qamîş ê xwened,  yê ku nivîsî bû,  bi xwe di şer de bû,  ez jî li hêla din di şer de bûm,  lê ew roman!! Bawer bike mîna yekî lal ji tere felsefeya Aristo beyan bike. Kî dikare wê deqeya di navbera jiyan û mirinê de pesin bike? Kî dikare wê tirsa ji bombeya ku li rex te teqîya ye têxe çarçovekê? Kî dikare hestên yekî ku serê hevalekî xwe yê ku berî kêlîkekê pêre diaxivî û cixare dikêşan li hewa dibîne,  derbibirre? ew kesê ku di şikeftên dûmankirî û devgirtî de,  bi zarokên xwe yên şîrmij û yeksalî ve dimirin,  xwedê jî dikare wê kêlîka gawir bîne ziman!!?.  

Kurê min nekeve gumana ku ez dixwazim te bêhêvî bikim,  yan te ji rê derxim,  te rêya xwe naskirîye û tu li ber derîyê zewacê yî,  lê omîda min ewe ku asoyên ramanên te firetir bibin,  tu ji siya xwe dûrtir jî bibînî.  

Kalkê min çavên xwe bi ser hev de qurç dikirin,  mîna yekî ku têkeve cengeke giran bi xilmaşîyê re,  min dît cixareya wî di destê wî de bûye arî û vemirîye,  haya wî jê nebû,  qutîya bavê min,  ya ku tûtina wê kêm nabe,  kişande ber xwe û cixareyek pêça,  di nav şilkirina wê re got:        

-eve halê me û dewletên mezin.  

-min fêm ne kir kalo!

-tu jî kerekî mîna bavê xwe yî,  lo! Wî jî ji min fêm ne dikir,  xwedê kirî ez bi kurmancî dibêjim.  

Vodka serê wî zeft kiribû,  mejîyê wî,  êdî mîna hevîrekî ron bûbû,  raman weke mija sibehan diherikîn,  min jî da ku xwe winda nekim gulpin piçûk li piyala xwe dixistin û li kalkê xwe yê serxweş guhdarî dikir.  

-Dewletên mezin me timadar dikin,  weke çawa masîvan,  hinek hevîrê jehrkirî,  yan kurmikekî bi serê çengelan ve dikin û berdidin avê,  masîyê ehmeq dibeze çengelê û hooop!! Çengel devê wî zeft dike.  

-min dîsa fêm nekir.  

-ne min got tu kerî û kurê keranî jî,  oxlim divê ez bi elif û bê ji te re bibêjim heta te li ber xim,  yavrum ev komar kurmikeke di devê Kurdan de ye,  Rûs li neftê digerin,  bûye sî salê wan ku xwe nêzîkî ava giravê dikin,  ne dûre sibe peymanan bi Heme Riza re deynin û hûn li ber ava gunnê  Heval Stalîn biçin.    Tu  xeberên  radyoya Tehranê his nakî,  yan guhê te şimakirî ne? Ne duh pêr bû Qonsulosê Rûsyayê li Tehran bi pehlewîyan re rûnişt û xalên vekişandina Artêşa Sor ji erda Îranê danîn.  

-Artêşa Sor!!

-erê artêşa gû.   .   .   .  

-ma wê çi bibe, bila vekişin, ewqas pêşmergeyên me hene!!

-Wê çi bibe!! tiştek nabe berxê min,  wê bikutin dayikên we û biçin.    Û kenekî dînokî kir û piyala nizanim çendan rakir û got:         Anûş  pêşmerge yê min.  

Ez geh kenîyam û geh bi ser xwe de ponijîm,  û di peyvên wî de fikirîm,  xirexira Agop  ode dihejand,  kalkê min ber bi wî ve çû,  lingê xwe li zikê wî xist û deng jê birrî û got:         ev hirç lawê hirçan jî,  her ku vedixwe dibe meşkek,  xuş û xuş û xuş....heta sibehê.   

Hema li ber derî,  kalkê min bişkokên pantelonê xwe vekirin,  û mîz kir,  di nav mîzkirinê re li pişt xwe dizîvirî û digot:   bavê te jî ew ker bû,  ez mîz bikim ezê behsa wî ji te re bikim,  rehma xwedê lê bibare vê şeva meelûm.  

Serê min gelekî pêre êşîya,  kalkê min xwe da ser palgehekê û rûyê xwe xiste erdê,  ew nû hatibû enîya şer,  digot - her hal wî nizanîbû ez Ermenî me- : ez hatim cihada gêwir.  Cihada quzê dîya wî bû,  dev ji Amêdîyê berda bû û li Sari Qamîşê li morîkên gerdenîya dîya xwe digerîya! Cihad kurro!!lawê keran,  heta min ew fêmkirina da ku Osmanî ji Rûsan gawirtirin mû bi zimanê min ve şîn hat,  erê tu bawer nakî? Binêre û kalkê min zimanê xwe dirêj kir.

weke mûyên ku li ser şanik û xalekê şîn dibin,  di koka zimanê wî de jî gurzek mûyê reş şîn hatibû, yan li ber çavê min wisa xuyabû,  min bi tirs lê nihêrî,  û ji çavên xwe bawer nekirin,  wî got.    Erê Bado,  ev mûyê rastîyên e,  kî rastîyê bibêje,  mû li ser zimanê wî şîn tên,  lê kesê ziman bi mû di dîrokê de li ser tilîyên destekî têne hijmartin.  

Min zimanê xwe,  di devê xwe de li diranên xwe xistin,  pêjna mûyan nebû,  naxwe min hîn rastî negotîye û nizanim rastî jî çîye,  ez di wan ramanan de,  kalkê min berdewam kir:        

Ne ez bûma bawer bike,  wî ji şer baz nedida,  cennet û heftê Horîyên çavbelek û goştzelal û çardesalî li hêvîya wî bûn,  wey xwelî li serê we be,  xelkê dikutta xwehên we û hûn bi kuttana horîyan timadar dikirin.    Wey xwelî li serê we be.  

Êdî şev dereng bûbû,  axaftina kalkê min jî giranbûbû,  lê weke ku hîn hişê xwe winda nekiribe, ji nişkê ve rûnişt û got:  kurê min dilê xwe ji min negire,  ez ne serxweşim û tucarî jî weke vî hirçê han ji piyan nakevim.   

Vodka ya di binê piyalê de mabû,  berda gewrîya xwe û got:        

tiştekî Rûsa baş nîne ji bilî Vodka yê,  eger ew Almanî bûya ezê Nazî bûma!

-bi vê pîvanê be tu komonîstî?!

-komonîst?! Bado bi şevbuhêrka me de nemîze û qala van jehran neke.  

Min xwest ez hinekî wî niquşk bikim û bêtir li kûranîya dilê wî binêrim,  min gotê: de ka tu çîyî,  eger ne komonîstî?!!

-ez çi me? Ez bilûra li ber guhê gayê cotim! Kurê qantirê ev bûye seetek ji te re dibêjim,  ez mirovekî ji zincîr û qeydên mirovan riha bûme,  min xwe ji ol û ji neteweya xwe bi heft avan şûştîye,  ez ne hemwelatî yê tu dewletê me,  ezim û  Vodka ye û  Studyo ya mine.   amîn.    studyo ya min Ermenistana min e, Vodka jî hevalê min e,  partîya min e serokê min e,  xwedayê min e.    û şûşeya vala di bin guhê dîwêr de lêxist.

* * *

Vê sibê ez dereng ji xew rabûm,  kalkê min û Agop çûbûne karên xwe,  min kirtikek penêr û hinek tirşî bi nîv nanekî xwar û berê xwe da çayxaneyê.  

* * *

13 Nîsanê 1946

êvare .   di êvaran de jî,  hestên şairan weke Şaberrûyên li ser agir   diteqin,  har dibin û dilê jar didin ber gezan.    Lê ev rojbuhêrên ku ez wan dinivîsim,  rê li ber helbestê girtin e,  ez dixwazim jiyana xwe li ser rûpelên tazî weke giyanê min  raxînim,  çiku mirin her di guhê min de li zengilê xwe dide,  bang li min dike.  

Hinek serma ji zivistana çûyî di odeya min de maye,  hestîyên min jî serma di xwe de veşartine,  lê ez bi bîranînan xwe germ dikim,  bi Silêmanîyê..Amêdîyê û wan bajarokên ku rojên min di devên xwe de weke benîştekî dicûtin û pûç dikirin.    Ez bêgav dest dihavêjim xameya lal,  pênûsa ku ji bilî jan û hesretê pê nehatîye nivîsîn.  

Vê sibê weke duh,  dîsa ez dereng ji xew rabûm,  kalkê min çûbû studyo,  û taştê li dû xwe li erdê şemirandibû.    Min çend kirtik penêr û mastê kîs yê zeytkirî û du sê lib zeytûn xwarin û çend qurtên lezok li qedeha çayê xistin û çûme dibistanê.  

Mudîrê wê,  Reşîd Ezîzî bi ser min de rabû û derengçûyîna min weke behaneyek xurt dît û got:    Hûn her çî Barzanî ne Kurmancê reşin,  karê we tiving û şer û çîya ye,  çî we û dibistanan?! Ha?.   û bi Farisîyeke qebe jî gotina xwe bi dawî kir:  INCA DEBISTAN EST AXA!! MEYXANE NÎST.

Min lê vegerand û got:   şerefeke mezin e bo min ku ez di refên Pêşmergeyan de bûm,  lê tiştê ku haya te jê tunne,  ez bi kêrî mamostetîyê dibim,  bêtir ji çekdarîyê,  lê tu? Gelo tu diwêrî bi şev deh gavan dûrî derîyê mala xwe biçî !!.  

Û ez derbasî klasa xwe bûm,  ne bese wî Mujde dûrî min xist,  dixwaze ku ez jî ji dibistanê derkevim,  lê bavê wî jî were ezê bimînim,  Menafê Kerîmî ji min razî ye,  û haya Mele Mistefa jî ji min heye ku ez çi dikim,  wî tim gazin ji min dikirin û digot:  Badîn çima tu şer dikî,   karê te ilm û kitêbin,  here bila şerê te li gel nezanîyê bi kaxez û defter be.  

Piştî min dersên xwe qedandin,  ez çûme çayxaneyê,  Kerîmê Şikak li wir bû,  rûyê wî tirş û çihreyê wî lihevketî,  û bêdeng  li bakur dinihêrî.    Min silaveke nebihîstî lê kir û li rex wî rûniştim û ez jî noqî gola bêdengîya wî bûm.    

Piştî kêlîkekê,  min çuqlîyên axaftinê hejandin û pirsî:         Kerîm çi bi te hatîye?! Ma hîn tu ji min xeyidiyî?

Bêyî ku awirên xwe ji bakur dagerîne  got: ez ji te naxeyidim, û te û Mujde jî pîroz dikim, lê serê min van rojan ne vala ye.

-Çi heye?

-ma te ne bihîst?!

-çi ?  çi qewimîye!!

-artêşa sor vedikişe!

-kê go?

-radyoya BBC.    Berî tu derbas bibî,  di weşana xwe ya Farisî de got.  

-tu xemgînî?!

-na,  lê ez ditirsim Badîn,  Komar li ser hilm û pifekê maye,  wê Rûs me bifiroşin.    Kerîm hevoka dawî bi dengekî bi zor hate bihîstin got,  min xwest ez ber dilê wî bidim û jê re got:   ne mumkine heval Stalîn vê yekê bike,  bawer neke wê nûçeya radyoya derewkeran.    Kerîm hêrs bû û bi awireke tûj li min nihêrî û got:  Stalîn jina min û zarokên min kuştin,  wê vê komarê jî di pêçekê de bikuje tê bibînî.  

-ma lîstika zarokan e,  soz û peyman û ..  

-û gûyê kerê......ji xwe peyman kurdan dixapînin,  bawerîya wan bi sond û peymanan bûye bela serê wan,  bawer bike Badîn,  ez ne ji reşbînîyekê dibêjim,  lê ez rewşa vê herêmê ji mêj de dipêm,  ez dizanim li pişt perdeyan kî bi kê re ava serê me germ dikin!!

-tiştan mezin neke,  ne wehaye.  

-ez bi dilê xwe li bûyeran mêze dikim,  ne bi çavên xwe,  ev komar weke şekirê tu bixî devê zarokan da ku negirîn,    Armanca Rûsan nefta bakur e,  Kurd ne di hesabê wan de ne heyran,  lê ji ber ku Komele hebû,  û roj bi roj qelew dibû û peyrewên wê bûn bi hezaran,  Rûsan dest danî ser,  ji tirsa ku Ingilîz wê bi alî xwe ve bikêşe.  

tu kes ji bo xwedê nabe dostê Kurdan,  em zû dixapin    zû.  

-nûçeyên BBC bi xerez têne gotin.  

-ji xwe nûçeyên weha nîvê rastîyê dibêjin,  nîvê mayî jî li ser te û hişê te yê vekirî an girtî dimîne.  

Min dît ku Kerîm ji ya xwe danakeve û hêrs bûye,  min nedixwest ku dîsa ji min bixeyide, min rabû berê şorê bi alîkî dî de bir û bi fedî jê pirsî:  tu mesela min û Mujde çawa dibînî?!

-Min berî niha hûn pîroz kirin.

-Yanî zewac kengî be baş e?

-Mujde!! Badîn zewac ne hêsane,  û tu dizanî bê em di çi rewşê de dijîn.    Hinekî sebrê bike heta rewş zelal bibe.  

-ez jî dizanim zewac ne hêsane,  lê dil westîyaye Kerîm,  êdî taqet û hêz têde nemaye,  min hesabê xwe kirîye û Mele Mistefa yê Barzanî nêzîka çarsed Riyal dane min da ku ez li zewaca xwe xerc bikim,  maleke min jî heye ez tê de disitirim,  hîn çi?!.  

-niha nelezîne,  eger tu bixwazî nîşan bike û pişt re emê binêrin,  niha dilê min û ez vegerim Şino heye.  

Min dikir ku bipirsim: û Mehabad,  lê xirtepirta Emîral Axa û derbasbûna wî ya çayxaneyê bala her kesî kişand.    Di serî de weke her gavê berê xwe da qedehên avê û rûkirin satila xwe û berê xwe da kesên rûniştî û got:       

xemgîn nebin,  min jî bihîst,  bila Artêşa sor biçe,  ez bo we Artêşeke şîn amade dikim,  hêza wê deh qat li ya sor e,  emê Mehabad bikin giravek,  ma tankên Hemeriza dikarin di ser avê re bimeşin!!  ma nebî Îsa ne?!eger teyare jî werin Mehabad,  wê pîlot gêj bibin,  ji xumxuma pêlan  nema ber xwe dibînin û wê di avê wer bibin...xemgîn nebin..û satila avê li erda çayxaneyê rijand û destê xwe avête nav lingê xwe û agot:  ev Artêşa Sor e.  

bû zîqzîqa kursîyan di bin kesên rûniştî de,  kirîzeke ken li çayxaneyê belabû,  mase çûn û hatin,  çay û qehwe li nav hev ketin,  her kesî bi newqa xwe girtibû û bi çavin girtî li banê çayxaneyê dinêrî û dikenîya. Emîral axa tenê nekenîya û derpîyê xwe kişande xwe û satila xwe li dû xwe hişt û derket.  

Ez û Kerîm bi ken ji çayxaneyê derketin,  çi binêrin!! Tu li kê rast têyî dikenne,  kenekî ne asayî bû,  heta kerên gundîyên ku hatibûn sûkê jî dikenîyan û diranên wan qîç dikirin.  Dikançî,  minalên cil qerpolî yên li serê zikakan dilîstin,  pêşmerge,  siwarên hespan,  jinên di bin çadirên reş de,   dar û ber jî dikenîyan.  Me dilezand lê ken bizava me giran dikir,  heta em nêzîkî Studyo bûn,  çi binêrim !! xwedêyo ev çîye! Fotoyên di camekeyê de hemî dev li ken bûbûn,  tenê yê Pêşewa ku di nîvê camekeyê de bû,  bi wê riya sivik û rûyê zirav xembar bû. Tirsekê da ser min û min bi quncê çavan li Kerîm nihêrî,  wî jî ziq li foto yê Pêşewa dinêrî, dengê kenê kalkê min û Agop ji hindir dihat,   min di wê navê re çû serek li dikana werîsan xist,  weke her carê werîsfiroş  werîsekî ne zirav û ne jî qalind di nava tilîyên wî de weke tizbîyekê pê dilîst.  Rûyê wî tirş girêkek di werîs de çê dikir,  bê yî ku çavê xwe ji werîs rake,  pirsî:  te dîsa çi divê?!

-dermanekî ji bo rawestandina ken!

Min di dilê xwe de got,  wê niha bi min de bixeyyide,  lê wî bi ciddîyet li min vegerand û got:  ev werîs,  ev werîs wê kenê Mehabadîyan rawestîne.   Ez bêtir kenîyam.  

* * *

ber roj ava ez û Kerîm li çapxaneya Kurdistan bûn,  teqeteqa makîneya çapê bû,  te digot dêweke û dikenne,  makîneya şêx Mehmûd hate bîra min,  ew makîneya ku di şikeftan de zeng digirt û ingilîz ji şêx bêtir li pey digerîyan.    şêx jî nameyên xwe yên ku  ne digihiştin tu adresen,  pê dinivîsandin.  Her sê nameyên ku ji Lenîn û hikûmeta Sovyetî re şandin bi wê makîneyê çap kirin, dema ez çûme ziyareta şêx Mehmûd wî kopîyên her sê nameyan şanî min kirin, di ya yekem de gelek qurretî hebû, tê de dihate xuyakirin ku çiqasî Kurdên wê serdemê ji xwe bawer bûn û ji hikûmeta sovyetî re nivîsî bûn ku: em destê biratî û dostanîyê dirêjî we dikin, û ji bo xurtbûna me hinek Top û teyare û tiving ji me re divên û em kurd amade ne alîkarîya we bi can û dil û mal bikin!!!!!! Lê di ya duyem de hinekî bixwebawerî sist bûbû têde  nivîsî bûn: em bi hêvî ne ku lijneyeke bêteref were Kurdistanê û kiryarên hovane yên Ingilîzane bi çavên serê xwe bibînin! Di ya sêyem û dawî de, tenê edalet û insaf hatibû xwestin!! Lê Sovyetan ne tank û top û teyare şandin, ne jî lijneyek şandin, û ne jî insaf kirin. şêx Mehmûd bi keser digote min: em çi bikin!! Xwîna Kurdan bi bazara her dewletê erzan e. 

Em derbasî odeyeke tarî bûn,  Hejar û Hêmin,  her yekî pelikek di destê wî de,  nivîsa xwe ji tîprêzekî re dixwendin,  dema çav li me ketin,  kursîyên xwe yên xêzeran kişandine ber me, Hejar bi germî ez hemêz kirim û got: ez ji Barzanîyan hez dikim,  ne tenê şervanin,  şiirvanin jî,  komar bêyî wan komir e.   û  yên li wir hemî kenîyan.  

Hejar ji bo rojbûna xwe hinek şekir û kulîçe anîbûn,  rojbûna Hêmin bû jî,  wî jî tûrikekî  piçûk,  ji qenda Kirmanşahê anîbû,  me ji wan re pîroz kir û bi kêf ew şêranî xwarin.  

Sedîq Encîrî,  berpirsê kovara Hawarî Niştiman jî li wir bû,  hejmara nû ji çapê re amade kiribû.  makîneya çapê ya ji nifşê ROTARÎ ya Almanî,  na Rûsî ye lê hin parçe tê de Almanî ne,  em bi dengê xwe yê weke kenê dêwên efsaneyan gêj kirin,  dengê me baş nedihate hev (bê weha jî dengê Kurdan nayê hev) em bêgav bûn herin odeya Hisênê Mîkaîlî,  berpirsê çapxaneyê.   

Wî xêrhatinî bi me kir û got: çapxaneya me,  berî çar mehan ji Tewrêzê hat,  lê me karê deh salan pê kir,  eger zimanê wê hebûya wê gilî û gazinên me ji xwedê bikirana,  ma ne tiştekî seyr e ku ew mirovan fêrî axaftin û suhbeta xweş dike bi xwe jî lal e!!

Hêmin keserek dirêj hilanî û got: eger ev makîne,  berî sed salî hatibûya Kurdistan, bê guman yek ji kitêbên me winda ne dibû.  

Kerîmê heta niha bêdeng mabû,  got:  erê.... hema dema ku Rûs hatin Sablaxê, berî sî salî, dîwana Misbahuldîwan (EDEB) winda bû û şop jê re nema,  kes nizane bi ku de çûn ew helbestên tenik û nazik?! Heta camêrekî li bexdayê….  

-Beşîr Mişîrê terzî??

Hisênê Mîkaîlî gotina kerîm birrî.    Kerîm jî berdewam kir û got:  erê.  Wî camêrî ji devê sedan kes û ji kaxezên di nava feqe û mele û edebdostan de belavbûyî,  dîwana EDEB bi hev xist û çap kir,  lê bi dehan dîwan çûn û şopa wan nema.  

Hejar got: rast e, weke meteloka Mukrîyan dibêje:         ewey mêrûle wexrê deka be salêkî,  wiştir deyxwa be qepalêkî. Keda dehê salan bi agirekî dibû xwelî, bi talanekê re diçû,  di lehîyekê de winda dibû,  lê niha ….?

Hisênê Mîkaîlî got:  niha bi saya hevalên me yên Rûs edeb û wêjeya me tê parastin û….  

Kerîm xwe ne girt û bi tûjî got:   mamoste… qencî ne ya wan e,  ev makîne bi pere tê kirrîn û li her bajarî peyda dibe,  lê bi saya xwîna germ ya azadîxwaz ya ku di rehên me de dikelîya ,  ev makîne hate Mehabad.  

Rûyê Hisên hinekî zer bû,  Hêmin û Hejar jî ne rihet bûn ji wê gotina Kerîm,  min rabû got: niha dev ji makîne yê berdin,  ka em hijmara nû ya Kurdistan bibînin.   

*  *  *

 

niha ez li odeya xwe me,  kitêbên min weke serbazên yekîneyeke leşkerî li dû hev rêz bûne û bêdeng in,  lê her yek hawareke nuhênî di wan de ye,  dîwana Wefayî ya ku bi xetên Qadirê Muderrisî,  dîwana herîq,  ya Edeb ku Beşîr Mişîrê terzî sala 1939 an li bexdayê çap kiribû,   hejmareke kovara Niştiman (tiştê ecêb ewe ku sembola Komeley Jiyanewey kurd bi tîpên Latînî ne J.K. ew di nîva rojekê de hatine resim kirin û bi ayeteke Quranê xemilandî ye).  Ma ne ecêb e ku dîwanên Cezerî,  Feqeyê Teyran,  Mem û Zîn a Xanî,  li vî bajarî peyda nabin?! Li Silêmanî û Hewlêr û Kerkûkê jî weha bû,  û li Amêdyê çavê min li berhemên Hacî Qadir û Herîq û Salim û Nalî ne diketin?!herêmên Kurdan weke giravin ji hev qut di deryayekî de ne,  pêwiste kelek û gemî û qeyik hebin xelkên giravekê bighîne giraveke dî.  

Bayê vê şeva dereng,  hilma biharê,  bîna kulîlkan xewa min tînin,  lê dengê wê keça xemgîn tê min:       

Çendan ki guftem xem ba tebîban

Derman nekerdend miskîn xerîban

Hate bîra min,  dema em li çapxaneyê bûn,  min pirsa vê keçikê ji Hejar kir,  wî gote min: ev keçik xûşka Heme Resûlê Mîkaîlî ye,  ew xortekî ji xwe razî bû,  mamostayê zimanê Farisî li dibistana Seadet bû,  ew dilketîyê Wêlma bû,  bûbû sîya wê,  bi ku de diçû,  Heme Resûl li pey wê bû.Wêlma jî keçeke xiristyan û ya herî ciwan bû li Mehabad,  ew yeke serqot,  bi cil û bergên teng û Firencî bû,  keça duxtor Wênetanê Hatemî bû.  

-Wênetan?!

-erê,  Wênetan, yê ku mala wî li nêzîkî meydana çarçira ye di kolana şîr û Xorşîd de, pişt mala me ye! ew şagirtê duxtor Cozêf Koçran bû yê sala şêx Ubêdullahê Nehrî li Ormîye dijî.  

Wêlma mamosteya keçikan li dibistana Permas bû(niha nevê wê kirine Perwîn û Mujde dersan lê dide- B.    Amêdî) kes li Mehabad nemabû ku dilê xwe nedibijande wê,  Heme Resûlê me li ser wê dîn û şeyda bûbû,  bi çolê ket,  û bû sewdanîyê wê,  naçare ew birin Tewrêzê,  û çend caran jî ew birin nexweşxaneya Tehranê,  lê kî dikare derdê evînê derman bike!! Weke derwêşekî Werd û zikrên Hemeresûl,  Wêlma bû.  

Rojekê ew ji bo dermanekî xwe li dermanxaneyeke Mehabadê bû,  ji nişkê ve Wêlma derbas bû,  dema çavên wî lê ketin yekcarî ji hiş çû û ji qama xwe ket,  xelk lê civîyan û xwe dane bin çengên wî,  lê êdî taqet tê de nemabû,  xwîna sor xwe di kepûya wî re avêt,  kalemêrek li wir bû hayê wî ji çîrokê hebû,  hindik mabû Wêlma bikuje û bi zirzî jê re got:  biceheme,  derkeve der,  te ev lawik kuşt.  

Hemeresûl negihandin Tehranê,  bi rê de mir.  

-û Wêlma?!

-ew niha li Tewrêzê dijî,  haya wê ji bayê felekê nîne.  

Min hêsrên xwe damalan û di ber xwe de got:        

Riswayê işqê tenha ne ez bûm

Kes dî zemanan hubb bê melamet.  

Êdî ez li ber kevîyên xewê me,  dengê keleşêran tê,  pîrka min digot: Bado di bin erşa xwedê de keleşêrek heye dibêjinê Dengaîl,  ku ew baskên xwe li hev dixe û ban dike,  keleşêrên erdê hemî ban dikin.  

Pêçîyên min ji nivîsandinê tevizîne,  pelên min yê spî neman,  ezê sibehê biçim qirtasîyê,  na ez naçim ezê şagirtekî xwe bîşînim. 

pelên spî zevîyekî beyarin,  ez hestên xwe mîna tovê genim li ser direşînim û bi hêsrên xwe av didim,  bîranîn şîn tên,  birîn şîn tên,  dema ez li kûranîya wan dinêrim,  siwarekî birîndar û bê rim û bê mertal dibînim,  xwe dibînim.  

 

dibêjin wê Hacî Mistefayê Dawudî (wezîrê bazirganîyê) tûtina Mehabadê bifiroşe Rûsan,  gelo ez jî tûtina qutîya bavê xwe nefiroşim!!.  

 

kalkê min dibêje:  heta Rûs mista dawî ji tûtinê nebin,  ji vir naçin. 

xwezî tûtin xelas nebe.  

Emîral axa dibêje:  Rûsan ev komar çêkirin ji bo tûtina wê,  welleh welleh...Stalîn bi xwe doza tûtinê dike û dibêje:         ma Çerçil ji min çêtir e?! Tûtina koysenceqê bi baran kişandîye Londonê!! Îcar ez hinek tûtin ji qelûna xwe re ji Mehabadê bibim,   gelek e?!.  

*    *    *       

Silêmanî   dawîya 1943 an

-ezê tev li şervanên Mele Mistefa bibim.  

-na Badîn,  ecele neke,  biryara Hîwa bibhîze,  pişt re tu çi dixwazî bike.   

Nûrî emîn li min vegerand,  lê min bersiva wî bi tundî da:         -ez ji ser ya xwe danakevim û Hîwa mîwa nas nakim,  agirek vêketîye,  divê ez çend êzingan bihavêjim ser.  Êdî nema karim di çirava nakokîyên Hîwa xanim de avjenîyê bikim, hin çepgirin, hin jî rastgir,  hin terefdarên Ingilîzin,  hin yên Sovyêt in,  hin yên nizanim kê ne? Malavayo tu bi xwe jî dizanî bê çiqasî ziravê Refîq Hilmî ji Ingilîzan diqete,  hema dibêje :   ew xurtin,  lê Rûs ji me dûrin.  ma ne wî ne hişt ko xwendekar herin Mosko!!? Ma ne ew dibêje ku divê şer nebe,  ji bo Birîtanya nexeyide!! Em li razî kirina Birîtanya digerin yan li azadîya xwe!! ez ji vî bajarî bêzar bûme,  nema deyaxa min heye Nûrî.  

Lê  wî bi dilê min yê kul zanîbû,  gote min:  çima tu nabêjî Jale çû,  ez nema debar dikim!! kîna ingilîzan ne ji valatîyê ye Badîn.   tu di evîna xwe de bi ser neketî,  îcar tê berê xwe bidî agir,  ma şer hêsan e kaka? Eger her evîndarekî têkçûyî tev li Barzanî bibe,  wê Kurdistan ji xortan vala bibe.  

-Nûrî tika dikim birînên min nexurîne,  birîn bi zor hatîye hev û alig pê ketîye,  nehêle careke dî biaxuve.  Biryara min ji ber hestên min e,  ne ji ber evîna têkçûyî ye,  ezê biçim xwedê jî dakeve erdê!.  

Bû sibe min berê xwe da Helebçe û bûme mêvanê hemşarê xwe û  dostê xwe yê zarotî û xwendinê Sadiq Behadînê Amêdî,  yê ku bûbû mamostayê Cografîya yê. di şeveke berfînî de min agirê di dilê xwe de raberî wî kir,  lê wî jî weke Nûrî şîreta neçûnê li min kir û got: Badîn..xebera Nûrî ye,  neçe û dûrî karê çandî nekeve,  heyfe yekî mîna te bi gulleyeke kor bimire,  binêre ez ne kêmî te me di neyartîya ingilîzan de, lê ez mamostetîya xwe naşemirînim,  minalên kurdan fêrî jiyaneke azad û ronî dikim,  ne tenê ji wan re sînorên Kurdistanê beyan dikim,  lê zulma Cografîya û sitema sînoran jî bi wan didim naskirin,  eger tu bixwazî,  ezê ji bo te karekî li dibistanê bibînim.  

şîretên dostan û evîna jale ya ku pêtên wê di dil de hîn nebûbûn arî, zincîr li lingên min gerandin,  ez hîn ji çûn û hatina di zikakên Silêmanîyê de têr nebûbûm.   

Di civînên Hîwa de gelekî qala Barzanî dibû, hinan digot:         Almanan ew hêvotîye û çek jê re bi balafiran têne xwarê!! hin jî di wê bawerîyê de bûn ku Tirkîye alîgirê wî ye û doza Mûsilê ji bîr nekirine,  lê gelekan digot:  ew rast dixebite,  bi gilî û gazinan Ingilîz mafên me nadin,  divê em serê dar şanî wan bikin.  

Nûçeyên ji enîyên şer dihatin dilên me xortan hênik dikirin,  Barzanî roj bi roj bi ser diket,  ref bi ref şervan tev li wî dibûn,  bi dehan qereqol piştî qereqola Şander ketin destê wî û bi sedan tiving û topên çiyayî... êdî em li hêvîya çi ne?! Hîwa diherifî,  weke dîkan me di civînan de kumik li hev sor dikirin,  yek caran me dest jî dirêjî hev dikirin.    Sîya Almanya roj bi roj ji ser Ewropa dadigerîya,  em rojê sê caran li çayxaneyan kom dibûn û me li nûçeyên BBC guhdarî dikir:       

-berxwedana şarê Lenîngradê xurttir dibe.  

-Stalîngrad rizgar bû,  û marşalê Almanî Von Bolos di gel -sed hezar serbazî xwe teslîm kirin.  

-bajarê Essen bû kavil.  

-tiştek li kölnê,  li ser hev nema. Dom a wê ya navdar bû kavilekî wêran.  

-pênc balafirên Lankister yên ingilîzî,  çend bingehên leşkerî di kûranîya erdê Almanya de wêran kirin.  

Ingilîzan ne dixwestin,  cengek e herêmî li dar bikeve,   aramîya London di ser azadîya milletan re didîtin,  çare nema,  xwestekên Barzanî bi cih anîn û di rê ya hin efserên kurd re,  ku di hikûmeta Nûrî El Seîd de bûn,  aştîyek weke diranê leq li dar xistin.  

Hêdî hêdî cillik ji bin lingê Hîwa dihate kişandin,  nema bawerîya xelkê bi qerwelkên Hîwa dihat,  ew li dora agirê germ yê ku Barzanî geş kiribû civîyan,  wê gotinên xav û pûç li himber gurmîna top û tivingan çi bikirana?!!.  

Hîwa weke bûka berfê li ber tava şoreşa Barzanî dihelîya,  komek tev li komonîstên Iraqê bûn û belavoka AZADÎ derxistin,  hinan jî partîya Rêya Rast ava kirin û ez jî bûme êzingek di şoreşa  şekir de.  

Erê şoreşa şekir,  ma şekir hindik e? Barzanî ev nav li wê serhildan wê salê kir, ji ber ku şekir weke niha pirr kêm peyda dibû,  Ulu beg serî li qereqolek e leşkerî li Mêrgesor da û doza Erzaqan û şekir kir,  lê li şûna şekir,  serbazên Iraqî sê gulle di dilê wî de çandin.    Û serhildanê dest pê kir.   

Hîn ez li Silêmanî bûm,  berî serhildanê,  Rojekê Nûrî li taxa Serçimîn,  pêrgî min hat û bi ken got:   Badîn binêre!! Niha Ingilîz û Barzanî bi piyalekê vedixun.  

Min jî bi ken lê vegerand û got:    ew piyal wê zû vala bibe  û tê bibînî,  Ingilîz jî gurên berfê ne,  kes li wan êmin nabe û Barzanî lawê çiyan e.    ez jî dê kela dilê xwe di bin sîya ala wî de sar bikim.  

-û evîn?!

-bû xewnek,  birînek bû,  tenê alig û dewsa wê maye!!.  

* * *

Mehabad 20 Nîsanê 1946

Kê gotîye evîn dibe xewn?! Min gotibû?! Sê salin Jale ji ber çavên min çûye,  lê ji vî dilê min yê kizirî bipirsin,  eger hûn karibin pencereyekê tê de vekin û li kûranîya wî binêrin, hûnê Jale weke pêtîyek e geş di xwelîya wî de bibînin.  Sadiq Behadîn digot: her tişt ku kevin dibe,  bê tîn dibe,   bil ji Evîn û Mey û Bilûrê!!.  

Min digot wê evîna Mujde perdeyekê bihavêje ser bîranînên min,  lê ne wisa bû,  vê buharê arîya hezar rojên jibîrkirinê da alî û pêt xuyabûn,  hezar rojin ku evîna jale di dil de tê meyandin,  hezar carî roj hilatîye û çûye ava,  lê ev evîna xedar hîç ji singa ezmanê dilê min danagere.  

îcar ez serxweş bibim, dîn bibim, biçim ber kevirê her çak û ziyaretê, bibim peyrewê Emîral axa û parsa avê li çayxaneyan jî bikim,  rewa û  sezaye.  

Mujde razayî ye,  rûyê wê li ber tava hîvê xewnek e efsaneyî aram û nazik e,  porê wê yê weke şeveke havînê kin kerîyek karikên reş e li dawa çiyayê palgeha min diçêrin,  memika wê ya çepê xwe ji bin lihêfê dizîye û di ronîya hîvê de xwe dişo.  

Berî kêlîkekê,  şoreşek li ser text teqîya,  şoreşa ku ez berî sal û nîvekê tê de beşdar bûm li ber wê,  çirûskeke.    Herdu bedenên me nema ji hev dihatin naskirin,  axînan dîwarên odeyê mest kirin,  guldan ji ser mase yê pekîya,  kaxezên bîranînên min bûne quling û di odeyê de firîyan.  

Xwedê tenê dizane çawa min ev aska nazik ajote tora  livînan,  ew dudilî bû,  dixwest lê nediwêrî,  her digot:       

Badîn dîn nebe, berê zivistan bû, berfê alî me dikir û nedihişt tu kes ji mal derkeve, lê niha !! buhar e û tu dizanî Mehabadî mîna perwaneyan di buharê de difirrin,  li mal rûnanin. Ji xwe Kerîm pê bihese kuştina min tê de ye.   

-Mujde behaneyan ji bin çenga xwe dernexîne,  tu bi hesanî dikarî ebayekê li xwe bigerînî û berçavkê deynî ser rûyê xwe,  kî wê te nas bike!

Erê ma Stalîn axa tenê taktîk û Stratecîk  dizane,  min jî Mujde bi Taktîkekê anî mal, ro jî li nîvro bû,  li çayxaneyê jî ez gelekî nemam,  min êşa serî kire behane û berî da kanîya gezo û çemê hingiv.  

Lêvên min weke xwedayekî şareza ji nû bedena wê ya genimgûnî afirand, pêçîyên min yên ji nivîsandinê westîyabûn,  li dora memikan weke hacîyan zîvirîn,  har bûbûn,  deşt û newal û berîyên germ dipelandin û tîpin ji agir dineqişandin,  tevnek bû ew beden ta bi ta tilîyên min ew jenand.   Ez....  

Xewa min tê,  firişteya min di nav nivînê de ye û ez dinivîsim û cigareyan dikêşim!! Çi dînbûne ev!! ezê biçim enîya şerê xwe yê tenê tê de kul û derdên min têne kuştin,  hevalên min jî niha li Seqizê,  di paş çeper û kozikan de ne û ji serma diranên wan dikin sîrkesîrk. Ew komarê diparêzin,  ez jî vî dilê westîyayî ji êrîşa bîranînên dijwar diparêzim.  

* * *

Piştî min ji Mujde re got ebayê li xwe bigerîne û di pêş min de biçe mal,  ez dagerîyam çayxaneyê,  Hejar û Hêmin jî li wir bûn,  mirov li ku be wan bi hev re dibîne ,  heta ku Hejar ber rojava diçe îzgehê jî Hêmin li gel wî diçe,  ez li rex wan li ser kursîyekê rûniştim, çend deqe neçûn Kerîm jî hat.  

Çayger bêyî ku ji me bipirse hûn çi dixwazin,  çar fincanên qehweyê li ber me danîn. Çar Kurd û çar fincanên qehwê bêdeng li hev rûniştibûn,  Kerîm bi rûyekî tirş qutîya tûtinê ji ber min kişand û cixareyek pêça.  

Hejar da ku qeşa ya bêdengîyê bişikîne,  bi berken got:         wa dîyar e mişkan zimanê me kurisandîye!!

Min bi dengekî nizim got:   na...lê hestên di dil de ne barê zimanin.  

Hêmin qurtek e nazik li qehwe ya xwe xist û got:  rast e,  ziman bêkêr e li ber hestên dil,  gelek caran pênûs bi seetan di nav tilîyên min yên xwêdan dayî de lal dimîne,  gelo çi raz e?!

Kerîmê rûtirş mizek li cigareya xwe ya sistpêçayî xist û bê yî ku li tu kesî binêre got:  ziman wergêrekî qels e ji nalîna hinavan re,  her ku bûyer mezin be,  ziman bêtir lal dibe.    dema serheng Newrozî, Simiko şemitand tora mirinê,  Simiko neaxivî,  tenê tilîya xwe di birîna xwe da kir û li ser pêşbenda xwe ya spî nivîsî:  Êykaş.  

Min û herdû helbestvanan pirsî:  Êykaş yanî xwezî,  lê xwezî çi?!.  

Weke her gavê ji nişkê ve Emîral axa li ser serê me  rawestîya û got:       

-xwezî deryayek e me hebûya.    

Satila xwe danî ser mase yê û destê xwe di ser serê min re bir û got:  her kurdek tê kuştin,  gotina wî ya dawî Xwezî ye,  lê ez nahêlim Pêşewa bibêje xwezî,  eger rê gelekî li Komarê teng bû,  wê Pêşewa li gemîyekê siwar be û xwe bigihîne peravin dûr.  

Me her çaran ava li ber xwe rûkira satila wî û dîsa bêdeng man .    soza min bi Mujde re hebû,  ez baweşkîyam û min lêborîn xwest û got:  hûn dizanin ez van rojan gelekî li dibistanê diwestim,  serê min diêşe û xewa min tê.  

Kerîm kenîya weke ku plana min naskiribe û got:  Badîn evîndar narazin.  Lê min bi kenekî sivik lê vegerand û got:         eger ez evîndarbûma,  wê dawîya min weke ya Heme Resûl bûya.  

* * *

Sadiq Behadîn hevalê min yê zarotî yê nameyan ji min qut nake, em ji zû de  hevalê hev in û me temenekî xweş bi hev re derbas kir, ew bi salekê ji min mezin tir bû, lê em bi hev re derbasî xwendegeha camîya Amêdî yê bûn, her ku ez Hejar û Hêmin dibînim, hevaltîya min û wî tê bîra min, dema me xwendina xwe ya seretayî li wê camîyê kuta kir  xortanîya me nû dest pêkiribû, em bi hev re dil diketin yek keçikê û berî ji camîyê derkevin em li zikakan digerîyan heta lingê me diwerimîn. Sala 32 an me xwendin qedand û divabû em herin Mûsilê berdewam bikin, lê ne min ne jî wî me nikarîbû ji ber xizanîyê. Rojekê hate mala me û got: Badîn were em kar bikin!!

-karê çi sadiqê mala Kûtazade?(bi vî navî dihatin naskirin). Pîrka min pirsî.

-hikûmet rêyekê di navbera Amêdîyê û gundê Bêbadê de vedike, karkir divên û dibêjin her karkirek mehê du Dînaran distîne.

Min û wî me kar kir, heta rê bi temamî vebû, me gelek pere bi dest xistin, lê destên me yên terr û nazik êdî bûbûn destên mêran, zivr û hişk û stûr!!

Pişt re em çûn Mûsilê me xwendina navendî li wir qedand, ew gelekî jîr bû û mehîya wî Dînar û nîvek bû, ji xwendin û kitêban pirr hez dikir, di nav xwendevanan de navê wî bûbû mişkê reş, ji ber ku ew her dem bi ser kitêbên xwe de xwar dibû û haya wî ji bayê felekê nebû.

Dema xwendina me li wir qedîya , wî berê xwe da Bexdê û li Dar El Muelimîn xwend, ez jî vegerîyam Amêdîyê. Me nema hevdu dît heta ez çûme Silêmanî, ew li Helebç bûbû mamosteyê Cografîya û di zarê Soranî de bûbû bilbilekî  zimanrewan!!

Îro nameya wî gihişte destê min:

 

hemşarê delal Badîn.  

Nameya te ya xemgîn kete destê min,  weke ez te nas dikim,  tiştek di te de nehatîye guhertin,  lê ka bibêje tu kengî bûyî fîlosof?! Tu qala mirinê dikî û dibêjî: ez dixwazim bi nivîsandinê pêşberîya mirinê bikim!.  

Ma tu nizanî Badîn ku serkêşîya li himber mirinê vala ye?! Tu niha tê digihîjî ku zindî hemî bi gavin lezok berê wan li mirinê ye! Tu jîyana xwe (weke te nivîsî ye) mîna tûyê dara hewşa we ya li Amêdî yê dadiweşînî ser rûpelan,  ma ev bi xwe ne amadebûne e ji mirinê re? .  

Ê min bi xwe ez razî me ji halê xwe,  mamostetîya min baş diçe,  min xanîyê xwe yê berê bi yekî dî re guherî,  kirê niha erzantir e û xanî jî nêzîktirî dibistanê ye,  ez ji zû de neçûme Silêmanî,  lê min ji hemkarekî xwe bihîst ku Jale ji London vegerîyaye,  Xanzada Hewlêrî ji berê xerabtir e,  hîç li min napirse.   Lê ez di evînê de ne weke te qelsim,  û ya ku li min nepirse, ez wê mîna firek ava tehl dihesibînim,  ma gunehe ku ez kurmancim?! Xanzad di nav henekan re digot:  em Hewlêrî bi Kurmancên reş re nazewicin! Nezewice heyran,  here bi ingilîzên çavşîn û porzer re bizewive,  kê bi destê te girtî ye?!.  

Komar çawaye gelo? Em dibihîzin ku Stalîn wê komarê bi neftê re biguhere, eger neft nebe wê bi komirê re biguhere,  ma komar mirov germ dikin yan komir!! Xwedê tenê dizane bê çi tevn ji Kurdan re tê ristin!

Ez jî dinivîsim,  lê ne weke te li ser jîyana xwe,  ji xwe tiştekî hêja di jîyana min de nîne,  lê ez gotaran li ser edeba Kurdî ya kilasîk dinivîsim,  bi taybetî li ser helbestvanê me yên Kurmanc.    Ma ne gunehe ji xwedê yên weke şêx Ehmedê Cezerî,  Xalid axayê Zîbarî û şêx Nûreddînê Birîvkanî neyên naskirin!!  û def û zirne tenê ji Salim û Herîq û yên dî re lêkevin?!

Kes li van deveran wan helbestvanên me nas nake,  me jî yên van deveran nasnedikiri,  ez nizanim çima ev qas bend û sînor hatine danîn û kê danîne?!  

Badîn bîna araqîyê ji rûpelên te difûrîya, hinekî meyxurîyê kêm bike,  Jale ne hêjaye tu xwe ji bo wê bikujî,  heyfa helbestvanekî weke te. Tu dibêjî tu û mamostayeke Kurd ku bi koka xwe ji Bayezîdê ye ji hev hez dikin (Mujde ya Celalî),  tu hîn çi dixwazî,  koka wê biajo dibe ku nevîya  Ehmedê Xanî bi xwe be!! 

Heta demeke din bimîne di xweşîyê de,  silav li dost û hemkarên te.  

Têbînî:       

1-hibrîya Mûsilê hazir e û wê heftîyek e dî bighîje destê te.  

Pîrka te silavan ji te re dişîne,  berî demekê ez çûme Amêdîyê û min ew li ser niga dît.  

Sadiq Behadînê Amêdî- Helebçe Nîsan- 1945

îro dema ez ji dergehê dibistanê derketim, bazirganekî Mehabadî ev name da destê min û got:  çend rojên dî ezê biçim Silêmanî, eger bersiva te hazir be ezê bi xwe re bibim. Min nameya Sadiq bi rê de xwend,  tiştekî bala min nekişand bil ji Jale:  ev birîn nayê hev,  min di ber xwe de got û berê xwe da Studyo.  

* * *

-kurê gamêşê simbêlên te weke qeytanên cizmeyên efseranin. Gunehê min çîye? Ezê simbêlên weke yên Stalîn ji berzika pîrka xwe ji te re bihûnim!!

-çi bûye kalo,  simbêlên kê?.  

Weke ku dengê min nebihîst,  di hêrsa xwe de ma û got:         xwedê ev simbêlên weke terîya mişkan dane te ma ezê bi çi stûr bikim, her yekî tê fotoyekî xwe dikişîne, ji devereke xwe ne razî ye,  ev dibêje te çena min zirav derxistîye,  ev dibêje pozê min ne ew qasî mezin e,  hûn rûyekî xweşik û sipehî dixwazin herin hesab bi xwedê re bibînin, ez fotokêşim û ne mecbûrim şaşîyên xwedê rast bikim.  Sibe tiştek bi serê Komarê were wê bibêjin:  sûcê Rûsan bû,   tim û tim milletên belengaz li darbenekî ji derveyî malê digerin da ku şaşîyên xwe pê ve daleqînin.  

-Merema te çîye kalo?! Min bi dengekî ku nerazîbûn tê de xuyabû got,  lê kalkê min çavên xwe ji fotoyê di nav destê xwe de ranekirin û got:   Badîn tu jî bese lo,  her ku tu têyî studyo,  tu min ji çermê min derdixî! Merema min çîye? Merema min ew e ku simbêlên yekî ziravik bin ez stûr nakim,  fotokêşî derewan qebûl nake,  rastîya xelkê şanî wan dike.  

Hêdî hêdî hêrsa wî daket û berê xwe da koşka tarî û ez jî li pey wî çûm,  ristika ku foto li ser daliqandibû êdî ji esîdê riziyabû, çend Rîyal ji berîka xwe derxistin û got:         here Ristikeke naylon bikirre,  ristikên kêndirê xwe li ber esîdê nagirin,  hemî qetîyan,  tu dibêjî qey ez generalan li ser datînim.   

Kalê werîsfiroş di kûranîya dikana xwe de bû,  weke her gav werîsek dihûna û badida,  piştî silavê min gotê:         xwezî min zanîbûya tu çi dikî?! Hema tu vî werîsî badidî û dihûnî.  weke her gavê bêyî ku serê xwe rake,  got: te bi xwe got xortê nîv Ermenî,  hema ez werîs dihûnim û badidim, tu nizanî bê çiqas kar bi van werîsên min pêk tên,  tevgera civakê tev li ser werîsan e,  ker û dermale pê têne girêdan,  û dînên weke te pê bi stûnên tekyexaneyan girê didin,  piştîyên qirş û êzingan û barê qantiran pê têne şidandin,  top pê têne kişandin,  ji bo dewl û satilên ku pê avê ji bîran derdixin,  gemîyan pê li qeraxê benderan radiwestînin. Vê jî bibihîze:   li stûye mirovan jî tê pêçan.  

Min çend metir werîs ê ziravik kirrîn û ez bi tirs derketim.    Bîna kebabê ji studyo difûrîya. kalkê min,  hîn ez li derve bûm bang kir:   were kurê min were,  tu niha ji nêzan mirî.   

-na kalo,  ez ji tirsan mirim.  Û min gotinên wî kalî jê re gotin,  kalkê min kenekî dîn kir û got:  kurê min te jê re bigota: bostek werîsê goştê stûr li ba kalkê min heye dikeve dîya te, de bixwe kurê min bixwe,  û bextê xwe nehavêje û  bibêje: kebabên mehabad ji yên Silêmanîyê ne xweştirin?!

-erê kalo ,  her tiştên Mehabad ji yên silêmanîyê xweştirin,  lê evîn li Silêmanîyê xweştir bû!! Wî weke ku bersiva min nebihîstibe got:  qessab çima ji berxan hez dike Badîn?

-Berxê nêr ji bo kêr.  

-Rehme li dê û bavê te,  îcar te fêm kir çima Rûs ji komara te hez dikin?!

-Ne mumkine ji bo berjewndîyekê be kalo,  ev qas alîkarî bi me re kirin.  

-Mumkin e berxê min,  mumkin e.    li Ermenan jî wisa kirin,  em qelew kirin û qiloçê me tûj kirin ji bo di zikê Tirkan ra bikin,  em jî ne li ser hişê xwe bûn. Taşnaq maşnaq jî bi xelkê kenîyan,  û gotin Rûs birayên me ne,  Arsozoksin wê alî me bikin û pişta me bigrin,  û çend tivingên zenggirtî dane destê me û ya ellah û ya xwedê.    Çi bû? Tu dizanî çi bû ne!! Milyon û nîvek hatin kuştin û yên mayî li welatan belav bûn,  niha li Tirkîye yê tu Ermenîyekî jî nabînî,  dilê Rûsan bi me şewitî,  kolxoz û Sofxoz û quzê kerê ji me re ava kirin,  mala xelkê şewitandin,  ma te nebihîst bê çiqas Ermenî revîyan Emerîkayê?! Êdî nema kesî got:   ax Hayistan! Masês dilê Hayistanê ye! Her Ermenekî Masêsek li ba xwe bilind kir,  niha Studyo ya min û ev şûşeyên Vodka Masêsa minin.  

Ez nizanim çima kalkê min ev gotin li yek haweyî gotin!! Tu munasebe nebûn,  lê xuyaye ew gelekî aloz û dilteng e,  lê ez nizanim çima?!.  

Jale li Silêmanîyê ye!! Xwedêyo tu çima birîna min nêzîkî min dikî?!

Ey dil

Ey koçerê bê zozan û germîyan

De li warê kozê vegere

Ma tu ne westîyayî ji konvegirtinê?!

Te çend bihar li pê xwe şewitandin ?

Çend kuçik li dora xwelîya vemirî te li pê xwe hêlan!!

Tu van birînan li dû xwe dikişkişînî,  mîna laşên berateyan!!

Ey hespê ku li ber sînoran dilukumî

Tê heta kengî bibezî?!

Ey hespê dîn

Ey hespê bê siwar!!.  

* * *

 

Rûs ji Mehabad derketin û hîn berf a li lûtkeyên Qûl qulax û Xezayî û Daşa Mecîd û Lendî şêxan ne helîyaye.  

Xelk kêfxweşin bi derketina Rûsan,  lê maldarên ku piştî kuştina Xefûr Mehmûdyan revîya bûn hîn nevegerîyane,  hîn bawerîya wan bi komarê nehatîye,  li gor peymanan wê Rûs ji tevaya xaka Îranê derkevin,  û pişta xwe bidin komarê,  aaax xwezî ev tiştên diqewimin xewn bin!!

Duh şemateyeke gewre li Çarçira hebû,  pêşmerge li Qehrawe bi sereketibûn û pêncî serbazên dîl di kamyonekê de bi xwe re anîne bajêr,  xelk li du alîyên kolana pehlewî û şahpûr rawestîyabûn û ji serbazên dîl re dikenîyan.  

Ji nişkêve dengê kalkê min li pişt min hat:  ev xelk weke yê nû dest bi Vodka kiribe,  bi qedehekê re serxweş bûne! Di fikra wan de kela fetih kirine.    

Min bi payedarî jê re got: kalo hîn tu çi dixwazî,  komarek e sê mehî bi artêşa dewletekê re şer bike û bi ser keve,  ma hindik e?!.    kalkê min Kamêre ya xwe hilgirt û çend fotoyên xelkê û serbazên dîl kişandin û li min zîvirî:         porê min di bûyerên wisa de spî bûye Bado!! Min gelek caran dîtîye li bajarekî sibehê alek li ba dibû,  êvarê yek e dî.  

Min nedixwest ew wê kêfxweşîya min li min biherimîne,  ez rabûm û bi alî qutabîyekî xwe ve çûm ku alek biçûk di destê wî de bû û her carê dihat tala min û bi fedî li min dinihêrî.  

Mujde ne xuyabû,  dibe ku li wir bû jî lê ji ber ku jin hemû bi ebayên reş hatibûn min ew nas nekir,  asoya rojava sor bûbû,  ewrin sêwî roj hembêz dikirin,  rojê jî weke ku nedixwest li wan serbazên dîl binêre bi lez xwe berda pişt çiyê.  

Serbazên dîl ne weke dîlên ku min di fîlmên sînemayê de dîtibûn,  ew hemî dev li ken bûn û hinekan destên xwe yên ne girêdayî ji me re li ba dikirin.  

-sê ribê van Kurdin.  

-ev Ûsoyê Mengûr e.  

-evê han Xizirê nalbend e ji êla Mameş.  

-Heme Pîrê Herkî jî di nav wan de ye.  

-gelo ew ne Reşîdê Dîbokrî ye?!.  

Dengê çend kesan li rex min dihat,  Dîl şanî hev dikirin.  

Kapitan Nûrî Emîn û Mistefa Xoşnaw jî bi dîlan re hatibûn,  min ev yek nizanîbû,  lê êvarê dema min dêlîya tirî ya li nîvê hewşa xwe av dida,  dengê Jîpekê li ber derî hat,  Nûrî Emîn ji şofêrê xwe yê Ermenî re got:  tu here karê xwe. û derbasî hewşê bû,  bêyî ku silavê bike bi rûyekî geş got:  te dît Bado,  Barzanîyan çi huner kirin!! Û tûrekî biçûk yê şekir li ber min danî (şekir kêm peyda dibe û buhaye, ji xwe yê hûr û spî yekcar peyda nabe, yê ku heye qend e û kirtikên mezinin û dema dixwazin çay vexwin dişikînin û davêjin devên xwe û pişt re qurtan li çayê dixin ).  

Wê şevê wî serpêhatîya şerê Qehrawe ji min re got:       

(em li pişt kozik û çeperên xwe bûn vê sibê,  dema yekî Feyzullabegî hat û ragihand ku hêzeke leşkerî ji artêşa dewletê bi seroketîya serheng Kisre yê Sinendecî bi rê de ne,  şeşsed serbaz di gel wî ne û çend topên giran jî bi wan re ne,  bi wê meşa xwe wê nêzîkî nîvro bigihên paygehê.    Me rabû xwe amade kir û pêşmerge li rojavayî rêya Seqizê belav kirin,  Mistefa Xoşnaw ferman bi dengekî bihîstî da:         bila pêçîyên we li ser tetikan bin,  nefesa xwe bigrin û berê lûleyan bidin nava serbazan û ber jor,  ji we hat nîşanî dil bikin,  dema we peyva AGIR bihîst,  biteqînin,  bila gulleyên we vala neçin,  emê îro şanî Hemeriza bikin ku pêşmerge komarê diparêzin,  ne artêşa sor.  

Serbaz û efseran barê xwe danîn û li rex çemekî rûniştin,  gelekan ji wan xwe li ser çîmenê kesk ramedandin,  bîna tûtina ku di cixareyên wan de dişewitî dihate me,  dengê stranên wan tev li xiştxişta darên çinar û bî û behîv û hirmîyan dibû. Tu nema bû em gupgupa dilê wan jî bibihîzin.  

-AGIR.  

Mistefa Xoşnaw bi dengê xwe yê qebe ferman da, du sed tivingî bi hev re lîlandin û mîna pezê ku gur têkevê,  serbaz çep û rast bezîyan,  nizanibûn çi mesele ye!! Dema hişê wan hate serê wan û fêm kirin ku ketine kemînekê bezîyane çekên xwe,  lê qehremanên me destûr nedane wan,  û termên bîst û yek serbazî hate raxistin,  nêzîka bîstan jî birîndar bûn,  yên mayî jî kes nizane bi çi awayî birîndarên xwe rakirin û bazdan,  ev pêncî serbazên ku me ew dîl kirin jî weke dînan li wan hatibû,  berê xwe dane pêşmergeyan û destên xwe bilinkiribûn û bi lav û nîyaz digotin:  teslîm  teslîm.  Me du Metralyoz û çar hezar fîşek jî bi dest xwe xistin,  binêre!  û Nûrî fîşekek ji berîka sakoyê xwe yê leşkerî derxist û şanî min kir û got:         ezê vê fîşekê weke yadigarê Qehrawe bi xwe re bihêlim.     Min bi devekî ji hev li wî guhdar dikir û şerê ku berî sal û nîvekê ez tê de beşdar bûm hate bîra min.      

* * *

li silêmanîyê,  piştî ku êdî nema rojnameya JÎN derket,  şêt û şeyda bûm,  Hîwa jî bi nakokîyên di nava baskên xwe de ez dilteng kiribûm,  rastgiran nedihiştin kes tev li refên têkoşerên Barzanî bibe,  her digotin:  Ingilîz di şer de ne,  eger em jî li vir têkevin şer bi hikûmeta iraqê ya ku hevbendê wane,  tê wê wateyê ku em destbirakê Hitler in,  ev jî ji me ne kême!

Çepgiran jî berê kevçî didane Mosko. Di gel vê yekê jî gelek ji endamên Hîwa tev li şoreşê bûn,  yê min jî zû bi zû destê min ji Silêmanîyê nedibû

-I hope I see you again one day,  may be we that way again!

Ev hevoka Ingilîzî gotina Jale ya dawî bû,  dema me xatir ji hev xwest,  wê romana The Vergin and The Gipsy ya D.H. Laurance ji ber kiribû:       

-we must live in The Hopes.  

Rojekê ji min re got.  

Ez jî heta dawî di pirrika hêvîyan de mam,  li pey rewrewk û leylanê diçûm û her tî dimam.  

Min helbestên xwe dihinartin kovara Gelawêj û her ku hijmarek dihat min çavê xwe li navê xwe digerand û ne didît.  

-Birayîm Ehmed ji zarê kurmancî nefret dike,  û ji tîpên latînî  dîn dibe,  Sadiq Behadîn rojekê ji min re got.  

-ezê helbestên xwe bişînim Hawar ya Mîr Celadet.  

şer li enîya Barzan hinekî sar bû,  ingilîzan sar kir,  soz dane Kurdan ku mektebên Kurdî li Barzan vekin,  rêyan biçirrînin,  wezîrên Kurd tev li kabîneya hikûmetê bikin,  erzaqan bişînin herêmê û ….  

Macid Mistefa bûbû mirîşka hêk di qûnê de,  nigek li Bexda yek li Barzan ,  bi wê çûn û hatina xwe tevna xapan dirist û derew dihûnandin. Dibe ku haya wî jî bi xwe ji meselê nebû û bi dilekî saf dixebitî.  

-Xudanê Barzan li herêmê vegerîya.   

Sibata 1944 an bû,  ez çûme Kerkûkê beşdarî konfransa Hîwa bûm,  berf dibarîya, berfeke weke van rûpelên li ber minr raxistî,  berfeke bêdeng weke minalên di pêçekên xwe de razayî.    Hawîr min berf bû.    Agirê Babagurgur nedişî wê berfê bihelîne,  berfê nedikarî agirê dilê min vemirîne.    Weke evîna min bû ew berf,  lê segên berdayî ew dilewitandin.    Berfeke Kurd bû tijî raz,  saw,  xewn û serhişkî û inad.  

Hîwa bûbû werîsekî rizîyayî,  di bin giranîya nakokîyan de qetîya,  tayekî xav bû ji tizbîya rêxistinê re,  dane dane ji hev dûrketin.    Hinek heval û dost bi dora min ketin.  

-Were singa komonistan ji me re vekirîye.    Emê tev li refê wan bibin,  ew dibêjin emê xortan bişînin Mosko!

-Barzan nêzîktir e.  

-emê herin meydana sor,  di bin ala sor ya weke xwînê germ û bi hêrs de bijîn.  

-ezê tev li partîya xwînê bibim.  

Sadiq Behadîn jî weke melayekî pendên xwe li ber min radixistin û digot: Badîn dîn nebe,  heyfa te ,  tu mirovekî xwendevanî, pêdivîya kurdan bi zanînê heye bêtir ji xwînê.  

-lûleya tivingê zanîna rasteqîn e.  

-wax wax,  te çi zû ji bîr kir! Ma ne tu bûyî te xwendekar li hewşa dibistana navendî ya Mûsilê li xwe dicivandin û ji wan re digot:  çend salên dî emê vegerin Amêdiyê û bibin mamoste û bi Kurdî waneyan bibêjin?!

-ew xewnên zarotîyê bûn.  

-Niha jî tu di xewnên xortanîyê de yî,  tu hîn ji xewnan derneketî.  

-na ,  ez di hêvîyan de me ne xewnan.  

-dema hêvî pêk neyên,  dibin xewn.  

-Sadiq, tu ders û waneyên cografyayê ji zarokên Helbçe re dibêjî,  lê ka were ,  were bila çiya te fêrî rêyên azadîyê bikin,  bila newal û gelî ji te re bibêjin Bakur li ku ye,  bila lûtke bêjine te serfirazî bi çi rengî ye,  cografya ya li ser pelan sar û bê wate ye Sadiq.  were emê bi xwîna xwe sînorekî ji bo azadîya xwe bikêşin.  

Ne Sadiq bi ya min kir û ne min bi ya wî kir,  di cografya jînê de,  her yekî ji me li pey stêrkekê çû,  û rêyên me ji hev cuda bûn.  

Berf helîya,  hîwa jî helîya,  lê evîna min ne bû berfek,  ne  jî biharek bû ku dilê min pê geş biba.  

Wê biharê,  bihara 45 an,  Nûrî Seîd bi Macid Mistefa re hate Kurdistanê,  xwe weke kurdekî ji xelkê re pêşkêş dikir,  eve rovîtîya dijmin,  her ku em hinekî bi ser dikevin û werîs li stûyê wan teng dikin,  nizanim nijadekî kurdî ji ku peyda dikin !! gelo Stalîn jî ne digot ez kurdim ?!

Min xatir ji silêmanîyê xwest,  ji çayxaneyan,  ji kolan û şeqaman,  ji dibistanan,  ji Pîremegrûn û Qeredax,  ji hevalên Hîwa,  dostên min yên di kovara Jîn de,  ji odeya xwe ya ku bîna hinneyê jê ne diçû,  bîna henasên jale jî xwe li dîwarên wê mîna lavlavan gerandibûn,  min ji dilê xwe jî xatir xwest.  

Bi evînek e herifî,  kavil û wêran,  bi bêrîkek e vala û bi hêvîyên mezin,  bi xewnên ku min li pişta dilê xwe barkiribûn,  min Silêmanî li pey xwe hişt.  

 

* * *

Mehabad 6 gulanê 1946

-ezê biçim bayê ji xefkan derînim !

-ba !!

-erê ba,  hin ba jî hene ez dê wan biajom xefkan. weke tu çawa bayê nabînî tu xefkên bayê jî nabînî,  binêre singa te ne xefkek e ji xefkên bayê?! komara me jî ne bayeke di xefkên hirçê sor de ?!

-na Kerîm na,  komar  ne di xefkan de ye,  dilê me ye yê ji ber pencên xefkan diperpite.  

-Dil jî baye,  evîn jî ba ye, xewn, şoreş,  mêjû,  imperatorî,  û xwedê û her tişt ba ye.  

Û Kerîmê Şikakî   mîna bayekî bakurî girîya.  

Min di hêsrên wî re li her du zarokên wî yên bi hewa ketibûn dinihêrî,  wê çawa ev zilam ji hirçan hez bike ?! kêlîkek di wê navê re çû,  kela dilê wî hinekî sar bû,  destê xwe dirêjî Idareyi Duxaniyati Mehabad kir û got :         tûtina Mehabad difiroşin !!

şeş kemyonê Rûsî li ber avahîyê rêz bûbûn,  qirtepirta şofêran bû,  ziman li bin guhê hev diketin,  Rûsî Azerî,  Ermenî,  kesî tiştek ji wan fêm nedikir,  lê xuyabû ji bizavên destên wan ku li ser barkirinê li hev nakin,  her yek dibêje ezê berê bar bikim.  

-ev tûtin têra Rûsan hezar salî dike.  

Dengekî kal li pişt me hat. Xwêdan bi ser enîyên hembalan ketibû,  rûyê wan tirş palêtên Tûtinê li ser piştên wan,  ji dergeha Idareyi Duxanîyat derdiketin.  

-mamoste tu jî tûtina xwe nafiroşî.  Dîsa ew dengê kal hat,  min destê xwe avête berîka xwe û li qutîya bavê xwe peland,  qutî di bêdengîya berîka min de lûsîya bû,  li jêdera deng zîvirîm,  min dît kalekî simêl zer cixareyekê dipêçe û bi dilbijandineke ecêb li palêtên tûtinê dinihêre,  dema çavên min û wî li hev ketin min jê re got:  ma kes bîranînan difiroşe? kenîya,  kuxîya  nêzîkî min bû û got:         were ya dawî kurê min,  mirov hestîyê bavê xwe jî difiroşe.  

şeş kamyonên Zîl ji Tewrêzê, du Tatra jî ji Miyanduabê gihiştin: wax wax wax,  tu dibêjî qey wê Rûs vê tûtinê ji qantirên xwe re bikin êm! ma ne axirzeman e! Rûsya tûtinê ji Mehabad dikire?! Kalo got,  lê yekî dî hat li rex wî rûnişt û got: çima Mehabad çavê te danagire? ew jî komareke ji komarên xwedê,  ala wê jî heye,  artêş jî heye,  pêşewayekî me jî heye,  çima wê tûtina me nebe?! Ha!!

Kalê yekem lê vegerand: ê de bila hinek tûtin li me belvabikin, ma zekata tûtinê jî tune gelo?! Kalê dî bi tinazî bersiva wî da:  kuro eger zekata aqil hebûya min dê hinek dabûya te,  ma tu dînî!! Kê gotîye te tûtin wexta pêximber eleyhi selam hebû!! ma di Quranê de te sûret eltûtin xwendîye!!

Û her du kalan cixareyên ziravik ji xwe re pêçan û dû bi ser xwe û axaftina xwe xistin.  

Ji dûr ve Emîral axa xuya kir,  satila wî ya nîv tije di destê wî de û zilamek jî li rex wî tûrek li mil ber bi Idareyi Duxaniyat dihatin,  dema gihiştin tala derî Emîral Axa satila xwe danî û destê xwe yê çepê xiste navbera du bişkokên sixmeyê xwe û rep rawestîya û bi dengekî xeniqî qîrîya:  Mehabad bê derya nabe,  niha ew benderek bûya ,  wê tûtin li gemîyan barbikirana. 

Min li wî zilamê bi Emîral axa re dinihêrî,  wî jî li min nihêrî,  ji nişkê ve qîrîya: Badîîîn û xwe avête hemêza min,  tûrê wî ji ser milê wî ket û hineyeke mîna bihareke hêrayî li erdê  rijîya,  êdî nema bîna tûtinê dihat.   

* * *

Berî ku ez dostê xwe Hisênê Dêrsimî bibînim, duh bîna hineyê li odeya min belav bûbû,  min digot,  ew cîrana min xûşka Heme resûl e hevîrekî hinnê ji xwe re distirê,  min bîra Dêrsimîyê xwe nedibir,  ew bi xwe bîna hinnê her dem di pêşîya xwe de dişîne,  bîna hinnê gellaciya wî dike weke çawa kulîlk biharekê ilan dikin.  

-Dêrsim winda bûye !!

wî tûrê xwe li ber kulavê raxistî danî û got.  

-ma bajar winda dibin !!

lê weke ku pirsa min nebihîstibe, berdewam kir:         Dêrsim pîr bûbû,  porê wê spî bûbû,  ne berf bû li ser çiyayên wê,  porê wê yê spî bû xuya dikir,  dema ez çûm porê wê hinne bikim min ew nedît ! min pirsa xwe dîsa kir :  ma bajar winda dibin ?!

-erê,  çawa hinne piştî çend şoyan ji por diçe, weha jî bajar,  piştî çend şoreşan winda dibin.  

-û Mehabad ?!

-eger Stalîn Axa tûtina wê neecibîne,  wê winda bibe.  

-û eger eciband?!

-heta têra cixareyekê tûtin hebe,  wê bimîne.  

Dîsa min bi tirs li tûtina qutîya bavê xwe nihêrî,  di cihê xwe de bû. Mêvanê min yê Dêrsimî cixareyek pêça û hinek hinne berda nava tûtinê û got: gelo kî kê dişewitîne,  hinne yan tûtin!!!!!!

Niha ew di xewa şêrîn de ye,  bayekî hênik di pencereya bakur re derbasî odeyê dibe,  kanîn xefkên te Kerîm?!

Kalkê min nîvro hatîye mala min û rûpelek li dû xwe hiştîye,  tê de bi Farisî nivîsîye: neveê ezîzem Badîn,  ferda şeb biya mey bixorîm,   În furset ra fewt nemîkunê.  

Sibe pêncşeme, ezê Mujde bibînim û herim Gerekî Hermenîyan.  

* * *

7 gulanê piştî nîvro

min Mujde dît,  rûyê wê çilmisî bû,  gava çav li min ket,  lêvên xwe qermiçandin û rûyê xwe bada.  

-Mujde giyan bibûre,  ez berî çend rojan li hevketî bûm.  

-tu lihevketî bî,  tê dilê min bihêlî!!

-nejî yê ku dilê te bihêle,  û min baqek gulên Muhemmedî dane destê wê.  

-ev çi gulin? Bîna hinnê ji wan tê!!

-ev bîna Dêrsimê ye.  

Berî çend rojan min dilê Mujde hişt,  ew diçû çakên Mehabad (li vir ji ziyaretgehan re dibêjin Çak) wê yek nehişt û neçûyê,  çakî Qolqulax,  çakî Babexelîfe,  çakî Çikole,  çakî Xezayî.   Tê bîra min,  li Amêdiyê keç û xort diçûne ziyaretgehan û dua dikirin,  ji welîyan dixwestin miradên dilan pêk bînin,  yek caran jî keç û xortan ava şor vedixwarin û tî radizan da ku di xewnê de dilber û evîndarên xwe nas bikin,  digotin eger yek tî têkeve xew,  di xewnê de wê mehbûbê wî were avê bide destê wî,  hin jin jî diçûn zarok ji  gorên welîyan dixwestin,  her ziyaretek ya tiştekî bû.    Li gundekî nêzîkî Bamernî şêxek hebû,  digotinê şêxê şîr,  xelkê pere didane wî da ku ji çêlek û sewalên wan re dua bike û bi şîr bibin,  bawerîya min bi van tiştan nedihat,  kê ji min bixwesta ez bawerîyê bînim,  min digot: herin li bizina şêxê şîr seh bikin,  eger we dilopek şîr di guhanê wê de dît,  ezê bawerîyê bi welîyan bînim.  

Dema min gotê ev çîye Mujde! Tu weke pîrên Mehabadîyan diçî ziyaretgehên ku kes nizane çi di bin axa wan de veşartîye ? got : ez dixwazim evîna min û te nemire ! diçim mûman vêdixim û ji welîyan tika dikim ku xwedê te ji min re bihêle.  

-dînê ma wê welî çi bikin ?! wan di axa wan de bihêle.  

-Badîn,  tu weke Tûdeyî yên bê îman diaxivî,  te parî bi endamên Demokrat Firqesî re firandine.   Min bi tûjî gote wê:  tiving min diparêze,  ne welîyên te yên hestîyên wan bûne xwelî. Lê wê jî bi hişkî bersiv da û got:  ev bawerîya min e,  tu jî di bawerîya xwe de bimîne ! lê min jê re got:    Ma ne tu endama Yekîtîya jinên demokratî! ma ne Mîna xanim tu dabûyî pêş û gotibû : bila Mujde berpirsa çalakîyên hunerî be, tu bi Kubra Ezîmî û Xecîc xanim re rûdinî,  ne layiqe mejîyê te mîna yê pîran be.   

Ew xeyidî û bêyî ku xatir bixwaze pişta xwe da min,  ez vala nebûm ku wê aşt bikim.  

Îro dema min gul dane destê wê,  kenîya û got:  tu dizanî dilê min weke berfa Eraratê saf e, ez nikarim ji te bixeyidim.  

-Mujde ezê herim mala kalkê xwe,  tujî diçî ?

-na. civîna me jinan li Merkezî ferheng heye,  wê kevanîya Pêşewa Mîna xanim bi xwe were civînê.  

-lê berî tu biçî ezê mizigînekê ji te re bibêjim.  

-mizgîn !!

-vê pêncşemê ezê herim camiya Ebbas axa,  û mele Sedîq Sidqî bi xwe re bînim da ku mehra me bibire.  

-na,  ez ji vî meleyê rîgijj nefret dikim, xelk dibêjin ew zilamê dewletê ye! mele Qadirê Sûceyî mirovekî qenc e,  wî bîne.  

-imamê camiya Hacî Ehmed ?!

-erê, bûk û zavayên Mehabadê tev li ba wî mehrên xwe dibirin,  dibêjin ku jin û mêrê mehra xwe li ba wî dibirin,  tu carî hev bernadin.

-û Mele sedîq Sidqî?

-ew yê telqîna mirîyane,  Ezrayîl xwe li dengê wî digre.    Ez kenîyam û min di dilê xwe de gotê,  tu dev ji van bawerîyên xwe bernadî. Mujde weke perwaneyekê,  berê xwe da Merkezî ferheng.  

* * *

 odeya kalkê min tijî şûşeyên vala ye,  bêdeng xwe dane rex hev,  dema wî bala xwe da min ku ez ziq li wan dinêrim got:   ev termên serxweşîyê ne.  

-Te evqas mey vexwarîye?

-ji wan bêtir,  ev ne tiştekin,  her şûşeyek çîrokeke,  ev şûşe - destê xwe dirêjî yeke kûpikî kir- meya Bordeux e,  min di salên Heme Reşîdê Baneyî de,  ji serbazekî ingilîzî kirî,   û ev - ber bi çend şûşeyên qehwerengî ve çû- Bîra ya Almanî ye ji Frankfort hatîye,  berî Hitler xwe bikuje,  min deh şûşe ji karmendekî li balyozxane ya Almanya li Tehranê kirîn.  

-û ev?

-ev wîskî ye dehşikê min,  ji min re ji Kirmanşahê hat,  efserekî Ingilîzî bi destê yekî ji êla Sofîwend hatibû kuştin,  dema wî ehmeqê sofîwendî paltoyê efser jê kir,  ev sê şûşe,  di bêrîka hindir ya paltoyê leşkerî de dîtin,  binêre!! Skotlandî ne û ji serdema qiralê Ingilîz Georg ê pêncemînin.    Dostekî min yê Ermen li wir hebû,  her sê şûşe bi deh şahîyan kirîn.  

-û palto?!

-palto! Paltoyê çi?!

-paltoyê efserê Ingilîzî.  

-wî zilamê Sofîwendî du salan li xwe kir,  paşê tê de hate kuştin,  yekî ji Celîlwendan ew kuşt û paltoyê bi şeş gulleyan qul bûbû,  ji xwe re bir,  ew jî hate kuştin,  dibêjin niha ew palto di Mûzexaneya London de ye,  bûye weke bêjingekê. hemû jî gunehê wîskî ye,  bê guman efserê feqîr bi hesreta vexwarinê çû.    Eger wî tenê qurtek jê vexwaribûya,  bêguman nedimir.  

-Û ev. 

-ev jî şûşeyên Vodka ne, li vê seh bike!! Te bejnên keçikan jî wisa nazik dîtine!! Ev vodka di sala Mele Xelîlê Gorawmerî de bi dest min ketin,  wî Meleyî ji bo kumên Pehlewî ji holê rake şer dikir,  xelk bi hev ketin,  sînor mîna siya dîwarekî di rojeke havînî de kin û dirêj dibûn,  ez jî li pey şûşeyan diketim,  wê demê min bazirganekî Azerî nas dikir,  tûtin bi qaçaxî derbasî wî alî sînor dikir,  her ku dihat Vodkayeke giran ji min re dianî.    Haya min ji dinyayê nîne,  tenê ez mijûlî wênekêşanê û meyê me.  

-lê tu gelek tiştan jî dizanî!

-sûcê şerê berî sal û nîvekê ye,  di destpêka şer de min radyoyek ji qaçaxçiyekî kirrî, yeke Ebdurrehman Zebîhî jî wisa hebû, wî nûçe dibihîstin û li nav xelkê belav dikirin. bihîstina nûçeyên cîhanê bû kurmek û  weke meyxurîyê,  min nema dev jê berda,  tu dizanî çi mey û nûçeyan digihîne hev ?

-çi ?

-herdu jî mirov gêj dikin.  

Kalkê min du qedeh li ber xwe danîn û şûşeya konyakê da destê min :       

-Badîn veke,  lezzeta vekirina şûşeyan ne kêmî ya keçekê ye.  

Min her du qedeh dagirtin,  kalkê min bi qurtekê re qedeha xwe rûkire hindirê xwe.  

-kalo gamaz gamaz,  tê xwe biêşînî,  konyak girane !!

lê wî guh li min nekir û qedeha xwe ya dî jî dagirt,  min dîsa jê re got:    gamaz gamaz kalo,  ev bûne du qedeh !

-tu bi Ermenî jî dizanî kurê gamêşê,  ne bêje hêdî hêdî, yê serxweşîyê bixwaze qedehan najimêre.   

Hinekî rawestiya,  weke ku tiştekî bîne bîra xwe,  paşê berê xwe da radyo ya li ser kursiyeke xêzeran û got :         tu dizanî çi dibe ? êdî komara te pîr dibe û roja wê diçe ava!! lê min bi singbilindî bersiva wî da :  ma ne duh bû,  pêşmergeyan çend dîl ji artêşa Pehlewî anîne Mehabad,  te ew nedîtin ? te çi zû Qehrawe ji bîr kir ?!!

-min ew dîtin,  û min fotoyên wan jî kişandin,  lê nexape kurê min,  henek bi hirç re nabin !!qey te nebihîst Andrê Gromîko nûnerê Rûsan li yekîtîya neteweyan çi got dema jê pirsîn: tu çi li ser rewşa Îranê dibêjî ?

-na ez wî qasî li radyoyên biyanî  guhdar nakim.  

-ji ber ku tu naxwazî rastîyê bibihîzî,  wî got : în yek mesele daxilî Îran mîbaşed ve ma heqi dexalet der umûri daxilî kişverhayi dîger ra nedarîm!! 

de binêre li vî hirçî ! dibêje ev meseleyek hindirê Îran e û mafê me nîne em di kar û barên dewletên dî yên hindirîn de xeber bidin !!de bêje ma henek bi van hirçan re dibin ? 

-çawa nabin,  tê bîra min rojeke cejna qurbanê ez li Mûsilê bûm,  yekî keldanî hirçek kedî kiribû û ew direqisand.  

-Lê ev hirçê ez behsa wî dikim,  hirçê Sîbîrya ye,  li şûna bireqise,  bi dawa mirov de dimîze,  çûn û hatineke bi guman dibe, çavê xwe veke,  Rûs dîwarekî kavile.    Demoqrat Firqesî jî qûna hikûmetê dialêse,  wê niha komara te weke şaxekî ter li ber bayekî hov bihêlin,  tê bibînî !! bi diwazdeh hezar pêşmerge nexape,  qeder werîsekî zivir ji stûyê komarê re dirêse,  eger hinekî xeleka werîs teng bibe,  wê êlên Mamiş û Mengûr û Dîbokrî û Herkî û nizanim çi têkevin hemêza Heme Riza,  de vexwe,  vexwe siyaset gûye,  vexwe.  

-te sozek dabû min

-erê berxê min,  ez pirr sozan didim,  kîjan soz?

-mala Sultan û...  

-û Xanimê,  tu eceleyî? Emê sibe biçin,  bila xelk li nûçeyên Rehman Uweysî û Hejar guhdarî bikin,  tu jî li ahînên Sultana cihû.  

Kalkê min hinekî bêdeng ma,  pişt re rabû derziya radyo zîvirand bi alî BBC ya beşê Farisî.. Inca Lenden est, radyoyê BBC  û nûçe herikîn.  

-te dît! Navbera Tehran û Mosko çi xweş dibe!! Vaye wê Rûs imtiyaza şirketek Petrolê bistînin,  bêguman wê bermîlekê bi ser komarê da bikin û agir berdinê.  

-kalo ew qas tesîra Rûsan li ser komara me nîne, vir ne Azerbaycan e. mî bi nigê xwe û bizin bi nigê xwe.  

-û kerên wek te jî bi du guhên bel û terîya xwe.  çawa tesîra wan nîne,  tu nizanî di destpêkê de ji bo xatirê çavên Stalîn  erd li zengînan teng kirin,  Xefûr kuştin,  mala seyid Camî Ceferî jî çend rojan dorpêç kiribûn,  heta mêrik xwe bi sî û pênc hezar tûmen kirrî,  tu di guhê gê de yî,  nayê bîra te ku ne Emerxanê Şikak bûya wê mîrza Rehmet Şafiî jî bikuştana?!

-erê tê bîra min,  lê digotin ew casûs e.  

-kî malê wî hebe casûs e !! casûsê kîjan newalê bû,  kerengo!!

Kalkê min bi çavekî dî li rewşê dinihêre,  gelo çi raze? Tu kes wî naêşîne,  û komar ne weke ku ew dibêje,  ew zora zêde jî li maldaran nebûye,  weke ku li Azerbaycanê dibe,  xelk razî ne û bi vê azadîya xwe şad û xweşhalin. Lê eger tiştekî nerewa dibe jî,  sûcê Rûsa ye, weke kalkê min dibêje, tiliya xwe dixin her qulekê.  

Kalkê min serxweş bû,  ez jî hêdî hêdî serxweş dibûm,  nema zanim çawa ketim xew.  

* * *

di pencereya rojhilat re dêlîya tirî xuya dike,  ronîya hîva çarde şevî bi ser de weke mûmeke helîyayî herikîye,  dareke bi saw e, şaxên wê razin efsaneyî di xwe de vedişêrin,  darên Mehabad hemî şîn hatine û kulîkên wan teqîyane,  dara min tenê bi buharê nehesîyaye!!

Hîv jî weke ku dixwaze tiştekî ji min re bibêje,  awirin tijî tirs li pencereya min dide,  gotinê falbêjekê ji Silêmanîyê têne bîra min:  hîv temam bibe,  temenê te jî temam dibe,  ev bûye çil hîv ji wê demê de temam dibin,  hîn jî ez weke xwe me,  Mehabad jî ango şarê hîvê,  gelo mebesta falbêjê ev bû!!.  

Her ku şev diçe tarî tir dibe, weke çayeke tîr  bi ser Mehabad de dirije ev şev.  Qutîya min ya tûtinê ronîyeke xemgîn dide,  bêrîya tilîyên min kirîye. Wax vaye tûtin kêm bûye,  gelo Rûs neketibin qutîya min jî.  

* * *

em -ez û kalkê xwe- çûne mala Sultanê, berî em li derî bidin,  kalkê min rawestîya û li dora xwe nihêrî, weke yekî hesaban ji hinekan bike,  pişt re  dema dît  tu kes li dor me nîne,  lingê xwe yê rastê li erdê da û bi dengekî xeniqî got:         ha li vir Xefûr Mehmûdyan kuştin! li ber çavên min. 

çend çipik xwîna sor ji ber sola kalkê min pekîyan.  

Ber roj ava bû,  min porê xwe li ber neynikê dişkinî,  du kes derbas bûn û gotin:  sê qedeh Araqî amade bike.    Min pirsî: qedeha sêyem bo kê ye? Wan bi zirzî gotin: tê niha nas bikî. Ez çûm û min di pencereya odeyê re li zikaka bi berfê xemilî bû nihêrî, Xefûr Mehmûdyan bi bejna xwe ya bilind û du kes pê re ji alî avahîya şehrdarîyê dihatin,  zikak vala û tihî bûn,  xelk li çayxaneyan bûn û li nûçeyê seet pênc guhdarî dikirin.Wan du kesan Xefûr dorpêç kirin û lûleyên demançeyên xwe xistin serê wî rebenî,  teqîna sê gulleyan tenê hat, û Xefûr mîna lokekî deveyan hate xwarê,  li ser berfê ramedîya devê wî ji hev ma û bi çavin beloq li ezman nihêrî. Hinekî xwe bi erdê re xijiqand lê zû sar bû û nema livîya.  

Sultana Cihû,  bûyer hêdî hêdî digot,  weke ku li fîlmekî binêre,  kalkê min jî destê xwe li gerdena wê pêçabû û memikên wê difirkandin.  

-min qedehên araqîyê li ber herduyan danîn û bêdeng mam,  yekî ji wan bi Rûsî pirsî:  te xêre Sultanê,  çi bûye?! Min bi tirs lê vegerand: min mirina li ser berfê dît! Ew zilam kenîya û bi dengekî qalind got:         xeraço…xeraço.  

-Yê Rûsî kîbû.   

Min jî bi tirs ji Sultanê pirsî. Berî ew devê xwe veke,  kalkê min bersiv da:  Nemaz Eîlyof bû.  

-pişt re ?

-yek ji wanên ku Mehmûdyan kuştin derbas bû û bi dengekî lerizî û Farisîyek hişk got:  tema şud.  

-pişt re ?

-tiştek nebû, her kes çû mala xwe, û ziravê zikê dewlemendan qetîya.  

-xuyaye raste kalo,  li vê komarê tiliya Rûsan di her qulê de ye.  

-erê dehşikê min,  de hay ji qula qûna xwe jî hebe.  

Dema em vegerîyan,  derengî şevê,  serê min gêj bûbû,  kalkê min bi rê de pirsî: te şeraba wê eciband ? ew ji tirîyê rezên Okrayêna bû,  bi sedan nazikên wê derê di payîzan de û li ber ahengên okordyonan, li ber tava rojeke xwedayî,  tirî diperçiqînin û dimeyînin,  te hilmeke mê ji şerabê ne dikir ?!

Lê ez ne di şerabê de difikirîm,  ez di wê xwînê de ku li ser berfa spî,  li kûçey Cûlekan berî çend mehan rijîyabû,  difikirîm.  

Berî ez ji kalkê xwe qut bibim û vegerim mal,  min pirsî :         kalo me Xanimê nedît !! kenîya,  destê xwe di ser serê min re bir û devê xwe xiste guhê min û got:  ew çûye nêçîrê.  

-nêçîrê ?!

-sibe,  sibe were em herin wir,  tê fam bikî. Lê vî porê xwe yê weke gevera dînan hinekî kin bike. dibêjî qey tu dewrêşekî Qadirîyanî.  

* * *

 

 

20 Gulan 1946

min îro porê xwe li cem Buyuk axa yê Xanbaxî,  yê berber kur kir,  ew ne tenê berber e,  lê li gelek şanoyên ku li Mehabad hatin lîstin jî,  weke lîstikvanekî jîr û şareza,  gelek rol lîstine, wî kursîyeke nizmik li ber derê mexazeyekê di koşeya dikanekê de li bin siya darekê danîbû,  û mirêkeke kevnik ku nîvê zîbeqa wê çûbû û bi perwazeke rizîyayî ji textê guwîzê,  da destê min. dema min li xwe nihêrî, rûyê min weke ku ne yê min be,  ziravokî û kirêt bûbû,  min di dilê xwe de got:   komara me jî êdî weha dibe. ez bêdeng mam,  lê Buyuk axa,  weke her berberî,  pirrbêjek bû,  çîrok û serpêhatî û bûyer ji hev qut nedikirin,  dibêjî qey guhê min bi kirê biribû,  di gel ku bi sê çar salan ji min biçûk tir bû,  lê mîna kalemêrekî xeber didan û di ber kurkirina porê min re strana (şêrîn teşî dirêsî) dinihirand, her kêlîkekê çeqçeqa meqesê radiwestand û pirsek dikir: te bihîst Emerxanê Şikak çekdarên xwe ajotine eniya Seqizê?

-erê min bihîst.   

Mûyê qusandî weke baraneke reş li bin lingên min diherikî,  xavika spî ya ku li dora stûyê min gerandibû êdî belek bûbû.  

-te bihîst Mihemed Nanewazade kuştin? Ew nûnerê komarê bû û tim diçû Seqizê,  teyara wî teqandin,  wax li minê,  heyfe ew mêr weha bimre,  lê mirina li ezman ne çêtir e ji ya li erdê?

-erê çêtir e. ez wî nas dikim û bi cenazeyê wî re jî meşîyam,  lê tenê komek komir bû.  

-demokrat Firqesî xwe nêzîkî dewletê dikin,  te bihîst ku Cafer Pêşwarî berî çend rojan li Tehran bû? Tu li radyoya Tewrêzê guhdarî dikî?  Çeq çeq çeq.….dengê meqesa wî jî weke awazeke mûzîkê dihat.  

-te bihîst şerek di navbera Barzanîyan û hêzeke ji artêşa Îranê qewimî?

-li Seqizê!

-erê,  û serwan Xusrewî tê de hate kuştin.  

-rehma xwedê ne lê be.  

-ew Kurdekî ji Sine bû.   

Li dû wê,  berber xwe bi ser min de xwar kir û devê xwe xiste guhê min weke yekî ku razeke veşartî dibêje:         wê pêşmerge êrîşî Kirmanşah û Sine bikin,  artêşa Îranê westîyaye,  bêhêz bûye,  lê aaaax ne Rûs bûna,  bawer bike heta Abadan jî rê vekirîye.  

Camêr porê min ediland,  û gava min destê xwe avête berîka xwe ku pere derxim,  bezîya û bi xurtî destê min guvaşt û got:  meazellah,  ji te we ye ez te nas nakim mamoste Badîn?! Min sond xwarîye ji pêşmergeyan û mamosteyan heqdestê xwe nagrim.  

* * *

Eme   umrêke  awarem   le   xakî  to  Suleymanî

Hezaran heyfe em umrem ke çon fewta be talanî.  

Erê bûye umrek ez dûrî silêmanîyê ketime,  lê her û her di dil de ye ew şar,  ew kolan û zikak û der û dor,  ew çiya,  û ba û ewr û dîmenên xwezayê,  ew evîna dojehîn.  

Ez li Mûsilê jî hinekî mame,  û li Hewlêr û û Dihokê jî,  lê wî şarî çi anî serê min!!ez di çiyan re derxistim.  

Nizanim çawa destê min ji Silêmanîyê bû,  di gel ku Jale ne lê bû jî,  lê sebra min û hedana vî dilî bi şopên lingê wê û henasên wê yên ku li odeya min daliqiyayî mabûn,  dihat,  sebra min bi jenandina dilê min li ber kevan û jihê evîna xedar dihat.  

Ez çend kîlometran bi bakur de çûm,  pişt re dagerîyam ser rêya Çemçemal,  hevalên me yên ku dev ji Hîwa berdidan,  û tevî Barzanîyan dibûn,  hemî li wir dicivîyan,  û ji wir berê xwe didane Koysenceqê,  Raniye,  Rewandizê û hildikişiyan çiya,  min jî di dilê xwe de digot: wê agirê çiyê giyanê min ji zengara evînê bişo,  ez bi rê de diçûm,  di nava gelîyên kûr û hîmên weke dêwan de,  gotina Sadiq ya dawî ji min re kirî her di guhê min de dikire zingînî:         xwedê te poşman neke.  

-Ma ne jiyan tev poşmanîyeke dirêje!! Min jê re got û ew hemêz kir,  dawî bêyî ku ez bihêlim hêsirên min bibîne,  min got: Sadiq,  xwedê hebînî tu yek serîyan li odeya min bide,  û nehêle nalînên min û bîna Jale jê bar bike.  

Ji nişkê ve,  nizanim ji  ku hêzeke hevkar Iraqî û Ingilîzî kete pêşîya min,  lûleyên neh Manlişeran ez dorpêç kirim û ez ji dest hilanîn ketim.  

-destê xwe bilind ke û raweste,  tu bilivî,  em te dikujjin!1

weke mişkê pisîkekê li ser serê xwe bibîne ez rawestîyam,  du serbazên reşik ber bi min ve hatin û bi çeplên min girtin û kelepçe kirin,  dema ez bi sarbûna kelpçeyê li ser destê xwe hesîyam,  evîna jale hate bîra min.  

-tu casûsê Almanya yî !

di wê demê de,  nizanim li kîjan gundî,  Almanan casûsekî xwe bi baraşotê avêtibûn û ew ketibû destê Ingilîzan,  êdî ji her kesê ku bi tenê di rêyekê de dimeşîya guman dikirin,  kêfa wan serbazan ji nêçîreke weke min re gelekî hat,  wan rastî bawer dikir ku ez casûsim,  dest girêdayî ez avêtim dawîya jîpeke leşkerî li wê nêzîkê rawestîya bû û berê min dane zindana Emara.  

Min rojin reş li wê zindanê bûrandin,  roja yekem mohra tilîyên destên min birin û porê min kin kirin heta ku çermê serê min xuya bû,  çi tiştê bi min re hebû li ber derîyê hebsê ji min standin,  heta seeta min û qeytanên sola min û qayîşa panteron,  sê rojan ez li zindana Emara mam,  min  sebra xwe bi sipîyan dianî,  nizanim çi zû xwe gihandin bedena min?! dostanîyek di navbera min û wan de çêbû,  dema celladan ez diazirandim,  çendek ji wan di laşê min de dihatin kuştin,  girîyê min bi wan dihat û min termikên wan yê perçiqî di qelşên odeya biçûk de (odeya razanê bû,  û min tê  de dixwar û destava xwe jî lê dikir,  min nikaribû xwe tê de dirêj bikira,  hema rûniştî diketim xew,  lê ew jî ne xew,  weke xewa guran bi çavekî şiyar bûm û bi yekî radizam) vedişartin.  

Ez li ber xwe û birînên xwe nediketim bi qasî ku li ber wan dostên xwe yên mîna kuncîyên qeşartî diketim,  dema girtîyekî sipîyek di navbera du nenûkên xwe de diperçiqand,  û dengê qirçînîyê ji odeya rex min dihat,   qirçînî ji dilê min jî dihat. Ev dilovanîya ji hed der,  ji alî diya min Hamêst gihaye min,  pîrka min digot: ew jinik melayiket bû,  dilekî xwedayî li ser bû,  wê genim - de îcar bi zor me dixwar- dibir û li ber mûristanan direşand û digot: mûrî gunehin,  gelekî diwestin,  bila genim li nêzîkî wan be da ku di bin lingan de neperçiqin!!

Roja dawî kalekî Ereb ji Besrayê gote min: xorto vê dilovanîya te fam nakim,  ma tu nizanî ev sipî dijminê me ne?

-çima çi bi me kirine?

-Ew jî Ingilîzin,  xwîna me dimijin,  bawer bike ew ingilîzin,  tu çavên wan yên şîn nabînî?!!

Roja sêyem,  yekî derî li min  vekir û got: Badîn kurê Ûnisê Amêdî derkeve,  biryara derxistina te ji vir hatîye,  min ji kêfan bawer nekir û hatim ku wî ramûsim,  lê kêfa min du deqeyan nedomand,  serbazê rûtirş kêfa di rûyê min de bişkivî bû xeniqand û got: emê te bibin zindana Mûsilê.Û çavgirtî ez avêtim otomîlekê, ji dengê wê xuyabû ku jîpeke leşkerî bû.  

Min pirr nivîsî,  û ji bîr kir ku sibe ez divê bi kalkê xwe re biçim mala Sultanê.  Xwedê bike Mujde pê nehese, Ezê niha razim,  ev bayê hênik ku ji çiyayên Mehabadê weke sûlaveke nedîtî û nermik tê xwarê,  xewa xwedê jî tîne.  

* * *

îşev ez bawerim wê pênûsa min bilikume, wê lal bibe,  yan jî wê bibe hespekî ku siwarê xwe winda kiribe,  aware bibe û her û her bide cirîdê, li çolên birînan û deştên bîranînan û evraz û nişûvên evînek e gawir û mîna neqşên di keviran de kolayî de bigere.  Ev çi rojeke efsaneyî bû!! Ne di romanan de,  ne di Fîlman de,  ne jî di çîrokên pîrikan de rojeke weha qewimîye. Ez bi xwe heta niha bawer nakim ku bûyer rastî cirîya ye!! Ne mumkine,  hîç  ne mumkine,  xewne gelo?! Heta niha jî ez bi ser xwe ve nehatime.  

Erê ez serxweş bûm,  lê ez çendî serxweş dibim hinek hiş di serê min de dimîne,  têra min û ji hevderxistina tayê reş û spî dike, dizanim çi dibe, Ji xwe xewn jî xuyane,  xeyal jî weha.  Lê ev roj !!

Berî deh deqeyan ez gihiştime mal,  di cîde xwarî pelên xwe yên spî bûm, dixwazim vê bûyerê di xefka nivîsînê de deynim,  hîn tenûra hişê min germ e divê ez nanê bîranînan lêxim.  ditirsim dîmenek yan peyvek ji axaftinê,  yan jî kurtedemek di wê navê de winda bibe.  Nivîsandin tenê dikare gewdeyên bîranînan weke Mûmîyayên Misrîyan bi hezarê salan biparêze.  

Min Jale dît!!! Erê Jale,  ne ku ez şaş dinivîsim,  Jale bi hilm û henasên xwe,  bi bejn û bala xwe,  bi bedena xwe ya nerm û nazik û weke penêrê Koçeran spî, lê di Kirasekî dî de.  

Ezê ji kêlîka yekem de dest pê bikim,  da ku ji bîr neçin ew deqeyên ji hestên ji agir û hêsr û hêrs û hesretên pêknehatî.  

Ez bi kalkê xwe re çûme mala Sulatanê,  roj jî diçû ava,  lê ez !! ez diçûm jivana agir!! Ez diçûm da ku kavilên evîna xwe bibînim,  û ji nûve destana birînan vekim.  

Çawa em derbasî hindirê odeya Sultanê bûn,  bîneke naskirî dihat,  bîna volkanekê,  etûnekê,  dojehekê dihat.  

Dengê Frank Sînatra ji gramafona li ser iskemleyekê li rex pencereya bi perdeyên stûr û tarî nuxamtî dihat,  straneke ku min berê bihîstibû û jê hez nedikir.  

Di serî de Sultanê du qedehên Araqîyê dane ber me,  kalkê min bi şehweteke dirrinde çavek da Sultanê û got:  ka te ji vî xortê tî re çi amade kirîye ? Sultanê kenîya û got:         yeke li gor dilê wî yê xemgîn,  wê niha were !!

Û weke bahozekê Jale derbas bû!! kirasekî sor û tenik ku bedena wê ya zelal hemû tê re xuyabû, û bi rûyekî sar mîna mirinê! nizanim çawa min qedeha xwe kire yek qurt û rabûme ser piyan!çavên me li hev ketin û min nema ber xwe dît:  Jale.   

-navê wê Elsa ye,  te jale ji ku anî? Sultanê di ber kenekî tijî qerf û tinazî re got.  

Lê ma ez Jale nas nakim,  ma ez wê bedena nerm nas nakim,  ma ez wan henasên biharîn nas nakim,  ma ez wê xençera ku kûr di dilê min re çûye nas nakim!!! ew jale bû,  Jale ya ku dilê min li ser sêla sincirî ya sozên xwe,  weke nanekî tenik şewitand.  

Wê guh li matmayina min nekir,  weke ku rastî ne Jale be,  bi devekî ji hev li min nihêrî û berê xwe da odeyeke dî.  

Kalkê min kenîya û got: kero tu her keçeke xweşik dibînî,  ji te we ye jale ye,  de tûj bike û here ez mêranîya te bibînim !!

Weke berxika bide pey qessab,  ez li pey wê çûm,  ew li kevîyê textekî hesin rûniştîbû,  û di mirêkeke destan re li rûyê xwe dinêrî,  bi mûçingekê birûyên xwe radikirin.    min nizanîbû ez çi bikim,  yan çi bibêjim! hema li ber wê serçok bûm û min bi destê wê girt.  

-Jale !

-erê ez Jale me,  de rabe xwe neke Romyo,  çi ku ez bi xwe ne Jolyêt im.  Û kirasê xwe hêdî hêdî danî. Araqî di serê min de gerîyabû,  min jî qayîşa panteronê xwe vekir,  lê wê bi destê min girt û bi sarbûn got:   pêncî Qiran ji bo carekê !!!

-Jale!

-weke te bihîst,  pêncî qiran.  

Min pêncî Qiran yên ku ji bo abonetîya salekê ji rojnameya Kurdistan re amade kiribûn, ji berîka panteronê nîvşemitî derxistin û dane destê wê,  îcar wê bi xwe kincên min ji min danîn û ez kişandim ser text.  

Çi laşekî sar bû di bin min de dihejîya! Çi lêvên ji qeşayê bûn, bîna sedan mêr ji bedena wê dihat, zevîyekî bi hezarê caran hatibû cotkirin ew laş,  şopa sedan gîsn li ser ranên wê xuyabûn. hêsrên min li nava herdu memikên wê diherikîn û hestên min weke agirekî di dawîya xwe de,  êdî dû dikirin.  

Xwarî nav lingên min bû û çavên xwe hildan: ev jî bi pênc Qiranî,  tu amadeyî! Û bêyî ku ez bibêjim: erê, dest bi alastinê kir,  ez mijandim! Bi neynûkên xwe yên tûj û dirêj pişta min birîn kir,  porê wê yê zêrîn bi ser min de herikî bû, min axînên xwe weke xençeran dadiqurtandin,  gewrîya min zuwa bû,  xwêdana ku bi ser min ketibû bi desmalekê zuwa kir û ez kişandim tala mirêkeke dirêj li pişt derîyê odeyê.  

-ezê te har bikim.  

Lê ez har nebûm,  min nedikarî tiştek bikira,  mêranîya min bi ku de çû ez nizanim. ji wê kêlîkê de, Jale ya ku bûbû dirdirk bi dilê min ve,  xwe berda,  pêjna wî agirê efsaneyî di dilê min de nema. Kemêlek bû bi postê min ve,  min bi hevringa jibîrkirinê ew qusand.  

Bêdeng min xwe gihande text,  wê jî kirasê xwe yê tenik,  yê li binîya text weke poşmanîyekê kombûyî,  li xwe kir û hat li rex min rûnişt û pirseke weke havîneke zuha avête navbera min û xwe:       

-Badîn!! Tu hîn ji min hez dikî?

Zimanê min hat ku bibêje erê,  lê dilê min qêrîya: na na,  min ji yeke dî hez dikir,  ne tu bûyî,  tu ne Jale yî,  tu ne tu yî.  Û min rûyê xwe xiste nav herdu destên xwe û girîyam.  

Pêncî Qiranên ku min dabûnê li min vegerandin û bi ken got: bigre pereyên xwe,  ez bê keda xwe pereyan nastînim. Û bi bêşermiyeke layiqî qehpeyekê got: bi gelek kesan re wisa bûye, ne xem e.  

Nayê bîra min ez çawa ji odeyê derketim,  nayê bîra min ez çawa gihame mal,  lê ez dizanim,  îro ew evîna min ya ku min xwe pê paye dikir,  weke berxekî serjêbû !

* * *

 

25 Gulan 1946

bûne çend roj min dest neavêtîye pênûsê,  ne jî çûme çayxaneyê,  ne jî studyo ne jî dibistanê,  rîya min rûyê min reş kirîye,  qutîya min jî ji wê şevê de nema xuyaye,  ez bê cixare mame,   lê êdî pê dihesim ku çîyayekî giran ji ser dilê min rabû,  ji zû de divabû dilê min bawer bikira ku Jale ne evîna min e,  bawerîya ku bihurîna salan nikarîbû bi min re çê bikira,  di kêlîkekê de ez gihamê,  di destpêkê de ez heta hestîyên xwe dîn bûm,  weke yekî bawer neke ezîzekî wî bimire,  lê ez hîn tê nagihim çawa Jale gihaye vir,  li çi digere,  kê ew şandîye û çima ew yek anî serê min? di van rojan de kalkê min carekê hate ba min,  weke her carê bû,  digot:  te jiyan fam nekirîye,  tu weke dînekî ji mala sultanê revîyayî,  orîna gayekî ji te dihat,  kuro ma Elsa çi bi te kir!! tu yî yê ku li çiyan tivingê hildigrî milên xwe û xwe pêşmerge dibînî!!tu nikarî jinekê bixî zefta xwe tê çawa welatan rizgar bikî?!! kalkê min çîrokê nizane,  dilê wî jî bûye kirtikek komir.  

-dîno te hişt ew keçik jî ji wir bazbide,  Sultanê dibêje min dixwest wê bixebitînim,  û min dê gelek pere ji pey qûna wê ciwanê qezenc bikirana, lê vî nevîyê te yê dîn mala min xira kir.  

-kalo rast bibêje,  kê ew anî wir ?

-Xanimê, hevala Sultanê ew ji Tehranê anî, ji balyozxaneya Ingilîzan,  ew keçeke Ingilîz bû,  lê şeytan bi qûna te de mîz kir û li ber çavê te kire yeke dî,  tu serxweş bûyî,  araqîya sultanê giran bû.  

-qutîya min ,  ya bavê min ne xuyaye kalo.  

-ez li ku dixim û deng ji ku tê?! qutîya te çû,  wê bi xwe re bir,  got:  ji dînekî weha yadigarek pêwiste !!

* * *

Ezê îro bîranînên xwe yên zindana Mûsilê binivîsim,  bûyerin balkêş tê de qewimîn û min tê de mirovekî hêja nas kir,  ku nehişt ez bi giranîya rojên girtîxaneyê bihesim.  

Kêlîka ez gihame girtîxaneyê,  çavên min vekirin û dîsa li ber dergehê mezin,  serbazekî Kildanî seeta destê min û qayîşa panteron û qeytanên solên min û nasnameya min  ji min standin û xistin tûrikekî û di cih de ez ajotim bîro ya gerînendeyê girtîxaneyê,  ew zilamekî porsipî qelew û çavreş bû,  hinekî dilovan jî xuyabû,  bi nermî pirsî :         kurê min netirse û rastîyê bibêje çêtire! ne serê min biêşîne û ne yê xwe,  de ka bibêje Almanan çi ji te xwestine ?

Min dîsa gotinên xwe dubare kirin û bi şerefa xwe sond xwar ku ez ne casûsim û ji Almanya hez nakim. Yekî rûzirav li pişt maseyeke kevnik gotinên me dinivîsandin,  piştî nîv seetê,  gerînendeyê dilovan got: niha here cihê xwe,  pişt re emê binêrin û rastîyê nas bikin.  Û bi dengekî tijî ferman û sert gote wî karmendê rûziravik: mohra tilîyên wî bistîne.  

Girtîxaneya ku ez lê bûm,  nêzîka çil kesî tê de dihêwirîn,  diz û talançî,  mêrkuj û girtîyên namûsê,  sextekar û komonîst û dîndar û her cûre xelk hebûn. Di koşeyeke nêzîkî derî  de du zindanî yên di temenê min de hebûn,  gava çavên min cara yekem li wan ketin min tê derxist ku sûcê wan giran e,  riya herduyan dirêj bûbû,  ofeofa yekî ji wan bû diçû û dihat,  erdê ew nedigirt,  ji nerîna yekê min guman kir ku yekî ingilîz e,  mûyê wî zer û çavin şîn li ser wî bûn û xuyabû ku ji maleke mezin e. min bela xwe di wan neda û li cihê xwe xemgîn rûniştim. Yê mûzer hate ber min û bi Kurdî got:  pismam gunehê te çî ye?!

Dema ew bi Kurdî axivî,  ez sar bûm û min bêhemdî xwe pirsî: ma tu Kurdî? kenîya,  rêza diranên wî yên spî weke libên birinca Silêmanîyê xuyakir. Hevalê wî  nêzîk bû û got:  erê ez xulam,  Kurd e,   kurdê Sûrya ye.  

Min ji şêweyê axaftina hevalê wî nas kir ku Behdînî ye,  lê axaftina yê mû zer li ser guhên min nû bû.  

-navê min Ehmed e,  ez ji Zaxo me,  ev jî Nureddîn e.  

-ez Badînim,  ji Amêdyê me.   

Pişt re min berê xwe da yê mû zer (Nûreddîn) û min nû bersiva wî da:  ew ji min re dibêjin tu casûsê Almanya yî !!

herduyan li hev nihêrîn û bi yek dengî gotin: gunehê me jî ev e.  

Nûreddîn da ku ji nêzîk ve şoreşê nas bike û agahîyan li ser şerê azadîyê yê ku Barzanî li dar xistibû bibe ji Kurdên Sûrî re,  bi qaçaxî sînor derbas kiribû,  lê piştî çend seetan hatibû girtin bi hevalê xwe Ehmed re.  Kurdekî netirs bû û tu kesî nikarîbû çavên wî bişikîne,  ew gelekî kete dilê min û min derd û kulên xwe pê ji bîr kirin,  ji min re li ser kovara Hawar ya Celadet Bedirxan xeber dida, gelekî pesnê civaka edebî li şamê dida, min helbestek du helbestên xwe xistin destê wî û jê rica kir: belkî tu wan biweşînî ! dema dît ku min bi tîpên Latînî nivîsîne çavên wî sekinîn û got: tu ji ku fêrî van tîpan bûyî!? min jî çîroka xwe û tîpan jê re got, dema ku bazirganekî ji kurdên Sûrî hatibû zaxo û rojnameyeke hawar bi xwe re anî bû, min xwe fêrî wan tîpan kiribû,  serê xwe hejand û dilê min xiste cih: bê guman wê bêne weşandin, ma ne bi tîpên Latînî ne!!

ji destpêkê de em li hev ewle bûn,  weke ku ji kevin de em hev nas dikin, her şev me civat digerand û diketin gotûbêjên siyasî û edebî,  Nûreddîn digot: eger ez ji zindanê derkevim û bi selametî li Qamişlo vegerim,  ez rojbuhêrên xwe yên zindanê hemî dikim çîrok! ez dikenîyam û min digot: welleh êdî helbestek jî bi min re dernakeve,  eger bixwazim binivîsim jî,  ev pêşî û kêzikên vê havîna gawir nahêlin.  

Piştî du rojan du şervanên Barzanî jî hatin zindanê, bi serbilindî diçûn û dihatin û gelekî lome li me dikirin:         dem ya tiving û şer e,  ne ya axaftinên li ser rojname û kaxizan e,  dibe ku hûn gelekî zane û jîr bin,  lê zanebûn tenê têra we nake,  ka ew dilê tijî kîn û hêrs û neyartîya neyaran!! ka ew serkêşî û xwîna germ ya xortan!!

Wan gelek tişt li ser Barzanî û tevgera wî ji me re gotin:       

niha ingilîz ji Kurdan re vala bûne,  wan soz dane me ku em agirê şer vênexin wê mafên me bidin,  wê dibistanên Kurdî vekin û rewşa aborî ya Kurdistanê baş bikin lê niha piştî ku êdî tirsa wan ji Hitler nema li me qulibîn û dixwazin me bipelêxin.Tirkîya jî bûye destbirakê ingilîzan ew nema êdî  madenê Krom didin Almanya,  dixwazin Ingilîzan razî bikin,  ew jî li ser hesabê me ye.  

Nûreddîn hêrs bû û got: hûn dizanin ku Krom ji Kurdistanê derdikeve? Kanên her madenekî giring li Kurdistanin!! Hema li bajarê ku em jê penaber bûn e Maden kanên Sifir û hesin û krom nayên jimartin,  êdî Tirk ji kîsê me xwe dikin dostê Ingilîzan,  çi dinyayeke bêbexte!!

Yekî ji şervanan got:  erê ,  êdî we fam kir çima em dibêjin dem ya tivingê ye? Hemî li me qulibîne,  em jî ji bilî çiyan dostan nabînin.  

Di zindanê de min çend rojan xerratî kir, ango ez bûme dartaş,  min dar dibirrîn û perwazên derî û pencereyan çêdikirin,  rojê heft Fils bi dest min diketin,  berdestekî zindanê yê Ereb hebû navê wî Cabir bû,  her roj dadiket bajêr û tişt ji zindanîyan re dianîn,  dilê min dibijîya vexwarinê min di guhê wî de got: tu dikarî ji min re şûşeyeke araqî peyda bikî? Li dora xwe nihêrî û bi ken got: berîkê germ bike ava Zemzemê jî heye!  çi Filsên ku min derxistibûn min dane wî,  êvarê hat û tûrekî reş di destê wî de bû, araqî û hinek qeşa jî anîbû:   ev qeşa belaş e,  kêfa min ji te re hatîye lê rica dikim nehêle midûrê hebsê agahdar bibe!!

Araqîya bi dizî jê nexweş tir nîne,  lê em çi bikin çare nebû,  derengî şevê em her pênc heval li dora şûşeyê kom bûn û me ew vala kir. Yekî nîvdîn li wir hebû kesî nizanî bû çima û kengî ketîye hebsê, digot: ez Corcê pêncemînim,  yek caran jî digot:   ez Fêselim qiralê iraqim û bi meşeke leşkerî diçû û dihat.  Dema çav li me ket em vedixwin kenekî hovane kir  û got:  wey xwelî li serê we be,  hûn vedixwin da ku hûn weke min bibin,  lê hûn nikarin,  binêrin ezê niha çi bikim û derpîyê xwe ji xwe danî û bi xwe de kir, pîsiya xwe rakir û avête Cabirê Ereb:         ha ji te re lawê segan,  bixwe û dua ji min re bike!!  ya dinî rojê nema pêjna wî hat.  

Nûreddîn gelekî bêzar bûbû,  êdî nema bawer dikir ji zindanê derkeve,  dihat ku biteqe,  rojekê got: ku ez heta sê rojên dî dernekevim ezê rojîya mirinê bigrim, cara yekem bû ez rojîya mirinê dibihîzim!!

Pêncşeman xelk dihatin serdana xizm û merivên xwe,  yê me kes nedihat,  ez û Ehmed û Nûreddîn bêxwedî bûn,  lê pêncşemekê yek ji hêla Hîwa hat,  Hîwa ya ku min guman dikir kevirê wê li ser kevir nemabû.  

Berrojava bû,  dema cabir hat û got:   Nûreddîn Zaza here koşka serdanê! Nûreddîn bi kêf rabû û çû,  nêzîka seetekê em li hêvîya wî man,  paşê devliken li me vegerîya û got:         hûn dizanin kî bû? Elî Hemdî nûnerê Hîwa ji Bexdê.  

Elî Hemdî dostekî min bû,  gelek caran di civînên Hîwa de,  em li hev rast dihatin,  lê min tim ew rexne dikir û digotê:  tu bûyî siya Refîq Hilmî,  û bi mejîyê wî difikirî.

Ew jî dikenîya û bi ner,mî bersiva min dida: ez bibim sî ne çêtire ku bibim yekî tî û bidim pey rewrewkê!

ew xortekî kinik zeîf û rûnerm bû,  her ku min rexne lê dikir dikenîya û digot: hûn Kurmancên Behdînî xwîngermin,  gundîtîya we bela serê we ye,  ev siyaset e Badîn,  wek şetrencê ye,  divê tu bingehên lîstikê zanibî,  ne gayê cote ku her gundîyek dikare wî biajo!!

Pêncşema dî ez jî çûme koşka serdanê,  dema ew çav li min ket behitî û hema li min nihêrî,  da ku wext li me neçe min gotê: Ez Badînim,  Badînê Amêdî me! Wî jî bi ken got: ma te dît serhişkîya te tu ajotî kîjan qulikê!! Paşê weke ku pê bihese gotina wî hinekî tehl û tûj hat got:         xeman nexwin, haya Hîwa ji we heye û ji we re li avokatan digere,  mesela te hêsane Badîn,  lê ya birayê me Nûreddîn hinekî zor e,  ew bi qaçaxî derbasî Iraqê bûye,  hûn jî dizanin ku rewş gelekî awarte ye,  ingilîz hesabê casûsan gelekî dikin,  xasma piştî casûsekî wan bi baraşotê dakete erda iraqê û mixabin li Kurdistanê peyabû li maleke Kurdan xwe veşart! Mesele wextê dixwaze.  

Min bi serbilindî jê re got ku ez hema derkevim derveyî zindanê berê xwe didim herêma Barzan û tev li hêzên Mele Mistefa dibim,  ew kenîya û got:  ne tu tenêyî,  gelek ji endamên Hîwa çûn,  te kî dît silavan lê bike.  

Nûreddîn tê gihişt ku meseleya wî ne rihet e, rabû ji nişkê ve got:  ez ji vê deqeyê de dest bi rojîya xwe dikim,  çi dibe bila bibe. û bi rûyekî tehl ji koşka serdanê derket.  

Heftîya din jîpek ji Bexdayê hat û Nûreddînê rojîgirtî û hevalê wî Ehmed birin zindana Bexdê,  dema wan xatir ji min xwestin û ez ramûsam,  Nûreddîn bi rûyê xwe yê miçiqî berê xwe da min û got:  xema helbestan nexwe wê bêne weşandin,  ma ne bi tîpên Latînî ne?!!

ez dîsa li xerratîya xwe vegerîyam da ku xwe ji bîr bikim,  min nikarîbû vî kurdê sergerm û xwîn agir ji bîr bikim,  çi dil li ser wî bû!! Devê wî jî bi xwarinê nebû!! vîneke min weke ya wî hebûya wê jiyana min bi rengekî dî bûya!!

Heftîya dî Cabirê Ereb hat û got:   midûr te dixwaze.    Dilê min lêxist û min ji xwe pirsî: gelo xêr e!! û di cî de ez çûme jûrîya wî,  rûyê wî li ken bû,  berê xwe da min û bi dilovanî got: me tiştek li ser te isbat nekir, tu ji sûcê casûstîya Almanan bêgunehî, niha dikarî derkevî,  pereyên te hene?!

-Erê ezbenî,  min di xerratîyê de çend rojan kar kirîye.  

Nasnameya min û tiştên min dane min û pend û şîret li min kirin û got:  rewş awarte ye kurê min,  bila haya te ji te hebe,  tu ketibayî nav lepên yekî bê îman wê mala te li mîrata reş bigeranda,  lê diya te ji te re dua kiriye, here xwedê bi te re be.  

Bê bask ez firîyam,  ez azadim ,  careke dî ez azadim û min berê xwe da rexê Dicle. Bayekî hênik û azad li ber çem dihat,  bîna min fereh bû,  ji min dihat ku ez bi sobayê avê qut bikim,  lê Dicle ye û henek pê re nabin,  naçare min pêncî Fels dane yekî kelekçî ku xelk bi kirê derbasî wî alî dikirin,  nizanim çiqasî qutkirina çem dirêj kir,  lê bi min gelekî dirêj kir,  her ku min nêzîkî li rexê dî dikir,  pê dihesîyam ku bêtir azad dibim û hîn jî min bawer ne dikir heta keleka ez tê de xwe li bin guhê kenarê dî xist,  ez berî herkesî pey bûm,  dema lingê min li ser axa kenar bi cih bûn ez ji kêfa re qêrîyam û heta ji min hat min bayê azadîyê berda herdu pişikên xwe.

* * *

Bi rewşeke xirab ez gihame navçe ya Barzan,  solên min qetîyayî,  por û rîya min dirêj,  rûyê min terikî û dest û zendên min weke ku birijî bin ji ber tîna roja temmûzê.  

Gelek ji endamên Hîwa tev li hêzên Mele Mistefa bûbûn,  hinek serbazên Kurd yên di artêşa Iraqê de jî bazda bûn û tev li tivingên xwe hatibûn,  yek ji wan Sedîq Deştazî bû,  ez heta sax bim wî ji bîr nakim,  wî tivingek Sendoqlî di gel sed gulleyî da destê min û got: diyarî te dikim vê tivingê,  tu dikarî şerê Ezrayîl jî pê bikî!!

Ji nişkê ve,  weke xewnekê, weke taveke buharê û şêrekî newalê, Barzanî xuyabû. Serê xençera wî ya qevdik ji diranên fîlekî Keşmîrî di piştana wî de winda bûbû,  awirên wî bi qasî tûj û xeşimbar bûn,  dilovan bûn jî,  erd di bin lingên wî de dihejîya,  roja Kurdistanê rûyê wî kiribû mîna straneke Behdînî,  şerwelê wî ji rengê axa çiyê bû. Xwe siparte şiveke ji dara gwîzê, çend hilm dû ji ci ber emzika cixareya di devê xwe de berdan û bêyî ku li şervanên kombûyî binêre got: we dît çi derew li me bû? Weke qeşa ya li ber tavikê sozên Ingilîzan helîyan!! Êdî ji bêgavî emê şerê wan bikin,  dibe ku em hindik bin,  dibe ku em bi ser nekevin jî,  lê ne mumkine em di bin siya dara sitemkarîya wan de çavên xwe bidin ser hev,  şêr ji birçîna bimre jî berateyan naxwe!!

Nûrî Seîd çû,  Paçecî hat,  ew du rû ne ji yek Dînarî re,  du tîrin lê kevan yek e,  tîravêj jî yek e,  îcar em û van çîya û tivingên xwe.   

Barzanî hinekî rawestîya,  şiva xwe ya ji darê gwîzê du sê carî li cizme ya xwe da û piştî pêlekê ji ramaneke kin got:         dilê min heye biçim herêma Behdînan,  li wir du êl bi hev ketine,  emê wan li hev bînin, kî bi min re tê?!

Sêsed tiving bi hev re bilind bûn,  sê sed zengelok bi hev re qêrîyan:  em hemî.   

Rûyê wî geş bû,  çend nefesên kûr li cixareya xwe ya bi nêvî bûbû xistin, şiva xwe xiste bin çengê xwe û pêncî siwar û peyade ji bo hevaltîya xwe bijartin,  ez yek ji wan bûm.  

Dema em gihan Kanîya Sincê li nêzîkê rûbarê Amêdyê,  dilê min hat ku ji singa min bipeke,  ez hatim û li ber wî rawestîyam û min bi hêdîka got: ez benî,  destûra min heye ez herim bêhnekê pîrka xwe bibînim?

şervanan bi kerb li min nihêrîn weke ku bibêjin:  ma niha wexta pîrka te bû,  lê Barzanî weke ku razên dilên wan nas bike got:  here kurê min,  lê dereng nemîne û tivinga xwe bi xwe re nebe!!

Amêdyê ,  evîna yekem,  dara tuyê,  minareya camîya mezin,  xirecira qeyserîyê,  Qebhan,  kela Aşeb,  Gara û Metîn,  kolanên teng û biharên lezok! Careke dî ezê çavên xwe bi dîtina warê zarotî û ciwanîya xwe kil bikim.  

Roj li ber ava bû,  sihên dar û xanîyan yên dirêj bi westabûn li erdê ramedîyabûn, weke ku xwe ji bîr kiribin,  min li gelek deveran roja li ber ava dîtîye,  lê ne di ciwanîya roja Amêdyê de bû! weke yekî di xew de bimeşe ez hêdî hêdî ber bi mal ve diçûm,  derîyê hewşê li piştê vekirî bû,  çavên min li pîrka min ketin pişta xwe da bû koka dara Tû yê û li derîyê vekirî dinêrî,  gava pêjna min kir bi dengekî bi girî pêçayî ban kir:  Badîn derbas be.  

Çivîkên ku berî kêlîkekê bi çîvçva xwe hewş dagirtibûn ji nişkê ve bêdeng bûn û bi hev re firîyan,  bayê ku ji ber baskên wan rabû çîmenên dil hejandin û ez xwarî destê pîrka xwe bûm,  du hêsr di çavên kor de biriqîn:  kurê min ez te nabînim,  lê min zanîbû tê îro bibî mêvanê min,  sê caran hevîr ji teşta min firîya ,  hevîr derewan nake Badîn.  

Hêdî hêdî tarî dikete erdê,  pîrka min serpêhatîyên xwe ji min re rêz kirin:       

Mala me li mîrata reş gerîya lawo,  çêleka min Kejjê kuştin,  nizanim çi bi wan kiribû?! şîrê xwe yê zelal dida,  rîxa xwe dikir û bêdeng diçêrîya,  haya wê ji bayê felekê nebû,  lê ji jor de hatin û agir berdan zevîyên me,  pez kuştin,  zad şewitandin û mal hilweşandin.  

Ew ne bes bû birûskeke havînî jî keça meta te ya ku nû ji tekye ya bamernî hatibû li nav rez şewitand!! Rebenê nizanîbû çi mesele ye,  her ku tavan dikire gurmîn û birûskan dikire şîqînî,  gazekê çeng dibû û ji tirsan re dikenîya,  di nava kenê wê re Izrayîl hat,  bi birûskeke zalim re hat û ew ji min sitand.  

Ez bêtir li ber çêleka xwe dikevim,  gelo wê bi Hitler axa û Çerçel beg çi kiribû!! wey xwedê ocaxên wan kor bike û çêlekên wan bifetisîne û wan bê şîr bihêle.   

Min bi xemgînî li bûyer û serpêhatîyên ku li dû min qewimî bûn guhdarî dikir,  bîna min teng bû û ez bêdeng girîyam.  

Kurê min ez dizanim tu mêvanê çend seetanî,  min ji te re ev berbejn hazir kirîye, têxe stûyê xwe wê te biparêze,  welîyekî Neqşebendîyan ew nivîsîye.   

Min berbejn ji dest pîrka xwe girt û xwarî destê wê bûm,  wê jî gote min: Badîn terhikekê ji rezê me bi xwe re bibe,  gava şîn hat zanibe mirina min yan jî ya te nêzîk bûye.    Rez ne gelekî dûr bû,  min weke wê gotî kir û di tarîya şeveke Amêdyê de berê xwe da Kanîya Sincê cihê ku Barzanî û hevalên xwe lê. Berî ez ji bajêr derkevim,  dagerîyam goristanê da ku gora diya xwe ziyaret bikim,  lê min ew nedît,  ew sax bû min nedît,  û di mirinê de jî min nikaribû gora wê nasbikira !!

Ji Kanîya Sincê me berê xwe da Mirîba,  çend yekîne ji me cuda bûn û çûne Nêrwe Rêgan û deverin dî,  ez bi yekîneya Barzanî re mam.  

Êdî payîzê li dergehê xwezayê dixist,  di dilê me de jî teqîna biharê bû,  xeber giha me ku general Renton yê ingilîzî yê lepqut bi xwe serektîya hêzên Iraqî û Ingilîzî dike û leşkerekî giran diajo herêma Barzan,  bîna cengeke nebûyî dihat.  Êdî cenga cihanî rawestîya bû,  Hitler xwe kuştibû û Berlîn ketibû destên artêşa sor,  li Japonê jî bombeyên atomî ziravê Japonîyan qetandibû,  naçare ala spî bilind kiribûn û peymana teslîmê imze kiribûn.    Dewletên mezin ji stirîyên biçûk re vala bûbûn û hewl didan ku ji laşên xwe yên birîndar hilkişînin.  

Rojekê em li dora Barzanî kom bûbûn û wî ji me re rewşa hêzên Iraqî û Ingilîzî şirove dikir,  ji dûr tozek xuyabû çavên me tevan bi alî tozê de çûn,  di her tozekê de siwarek heye! û bi her siwarekî re xeberek heye, Nizanim kê digot.    Di wê tozê de jî siwarek hebû,  dema nêzîkî me bû di serî de xwe gihande Barzanî û bi ser guhê wî de xwar bû,  ew ji navçeya Biradost dihat.  

Barzanî destê xwe avête qevdika xençerê û bi hêrs ban kir:         Ulu begê Şêrwanî?!! Kengî?

Ew siwar ji ba Xudanê Barzan şêx Ehmed birayê Mele Mistefa dihat, tenê du gotin jê re gotin:   vegere Barzan .  

Min Barzanî di aramîya wî de dîtibû,  min qet bawer ne dikir ku ew wî qasî hêrs dibe,  te digot çavên wî wê kêlîkê du xençerin û li kezebekê digerin!! Qelûna xwe ya ji dara Mazî vêxist û dûyekî dirêj berda û got:

Ulu beg li Mêrgesor kuştin,  ne bese guhên xwe weke qamîşên cinnan şimmakirine,  dixwazin dostên me jî bikujin,  jiyana me tehl kirine û dixwazin em çaya tehl vexwin,  ji bo çengek şekir mêrxasekî weke Ulu beg dikujin!! Erê emê çaya tehl vexwin,  lê jiyana tehl!! Na û sed carî na,  îro şoreş dest pê dike.  

Û dest pê kir şoreşa şekir.

* * *

 

27 Gulan 1946 Mehabad

vê êvarê min li nûçeyên radyoya Tewrêzê guhda